Pêncşem, 9 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 9’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yuksekbag û Amûtgan piştî girtina zêdeyî 30 salan hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê ji bo Meşa Gemlîkê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sendîkayan bernameya 1’ê Gulanê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kirşehîrê binpêkirinên kêfî yên li dijî mafên girtiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber êrişa li ber Konsolosxaneya Îsraîlê 10 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Berdevkê PJAK’ê: Têkoşîna Kurdan wê di nava her şert û mercî de dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê 13 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CASENE: Hinek weşan zirarê didin aştiya civakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunera şer û jiyanê di îradeya wê de veşartî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Avdanan: Me çek ji DYE’yê negirt, armanca me parastina civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê ji ber Çarşema Serê Nîsanê malbatên şehîdan berê xwe dan şehîdgehê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Fedakariya şehîdan û yekîtiya Kurdan êriş sekinand!
Rojava

Fedakariya şehîdan û yekîtiya Kurdan êriş sekinand!

PYD'ê li bajarê Dêrikê bi beşdariya sedan kesî civînek lidar xist. Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li civînê axivîn û diyar kirin ku fedakariya şehîdan û çalakiyên gelê Kurd êriş sekinand.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi beşdariya bi sedan kesî civîneke berfireh li Stadyuma a Kornêş a bajarê Dêrikê lidar xist.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed axivî diyar kir ku “Di qonaxa heyî de guhertinên girîng pêk hatin, bi taybet di derbarê pirsgirêka Kurd de  ku bûye pirsgirêkek navneteweyî, guhertin çêbûn.”

Îlham Ehmed bi domdarî got, “Dema ku em beşdarî civînên navneteweyî dibin pirsgirêka Kurd beşek bingehîn a diyalogê ye. Pir girîng e ku rejîma Sûriyeyê mafên gelê Kurd di nav Sûriyeyê de nas bike. Ev naskirin gaveke girîng ber bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk û yekgirtî ve ye.”

Îlham Ehmed bal kişand ser pêşketinên navxweyî û got, “Em hin kêmasiyan qebûl dikin, lê me karî planên ku armanc dikirin gelê Kurd bêbandor bikin, têk bibin. Yekitî, hêz û qurbaniyên gelê Kurd ev planan pûç kirine.”

Îlham Ehmed her wiha li ser rewşa deverên ku hîn jî di bin dorpêçê de ne, wek Kobanê, û li deverên dagirkirî yên wek Efrîn û Serêkaniyê axivî û got, “Kobanê di bin dorpêça berdewam de bi zehmetiyên mezin re rû bi rû ye, lê em li ser baştirkirina rewşa li wir dixebitin. Em dixebitin ku xelkên Efrîn û yên Serêkaniyê vegerin malên wan.”

Îlham Ehmed her wiha li ser mijara girtiyan û kesên winda li deverên ku pevçûnên dawî lê qewimîne axivî û diyar kir ku divê ev pirsgirêk di zûtirîn dem de were çareserkirin.

Îlham Ehmed, bal kişand ser girîngiya berdewamiya têkoşîna ji bo mafên gelê Kurd li herêmê û destnîşan kir ku gelê Kurd di peymanên siyasî yên siberojê de tu tawîzan li ser mafên xwe qebûl nake.

Îlham Ehmed her wiha banga rêxistinkirina civaka Kurd û xurtkirina şiyanên wê yên parastinê kir da ku li hember her hewldanên nû yên tunekirinê an jî dûrxistinê bisekine.

Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Rohilat Efrîn behsa fedakariyên ku gelê Kurd di şerê berdewam de li dijî çeteyên DAIŞ’ê dane kir. Rohilat destnîşan kir ku ev fedakarî di dîroka Kurdan de xalek girîng e û da zanîn kir ku Kurdan bi hezaran şehîd û birîndar dane, ku ev yek bûye bingeha hêz û berxwedana gel li hember dijminên wan.

Rohilat wiha lê zêde kir, “Em ê komkujî û koçberiya ku me bi salan kişandiye ji bîr nekin, û em ê nehêlin ku polîtîkayên înkarê li ser me werin ferzkirin. Me têkoşîn kir û qurbanî dan. Em ê dev ji mafên xwe bernedin, em ê dev ji rûmeta xwe bernedin.”

Rohilat got ku qonaxa niha ji bo gelê Kurd hestyar û xeternak e û her rêkeftinek ku di siberojê de were çêkirin divê rêz li mafên gelê Kurd bigire û cihê wan di herêmê de misoger bike.

Rohilat Efrîn di deweama axaftina xwe de diyar kir ku gelê Kurd li Rojava, li beşên din ên Kurdistanê û li Ewropayê roleke girîng di piştgiriya têkoşîna Kurd de lîstiye. Her wiha destnîşan kir ku gelê Kurd di rawestandina hewldanên tunekirin û dûrxistinê de bû piştgireke rastîn û got, “Em dizanin ku her peymaneke siyasî divê rêz li têkoşîn û berxwedana me bigire. Em nikarin di tu şert û mercan de vê têkoşînê paşguh bikin. “

Rohilat Efrîn anî ziman ku gelê Kurd dê xwe bi rêxistin bike û hêza xwe xurtir bike ku xwe ji her gefan biparêze û got, ew ê li hember her hewldanek ji bo tunekirina gelê Kurd paşve gav neavêje.

Fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn wiha dawî li axaftina xwe anî, “Em ê birêxistinbûna xwe berdewam bikin û serkeftinên xwe biparêzin, em ê têkoşîna xwe li dijî hêza dagirker û polîtîkayên ku dixwazin mafên me înkar bikin berdewam bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN DÊRIK

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çalakiyên 8’ê Adarê li Qoserê bi meşekê destpê kir
Nûçeya Pişt re Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Stenbolê starta 8’ê Adarê da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Li Aşmê 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşa li gundê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Festîvala Yekîtiya Neteweyan çanda Kurd bal kişand

Li herêma Stavrapolê ya Rûsyayê di Festîvala Yekîtiya Neteweyan de komên çand û hunerê yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Hisên Hecî: Iraq deriyekî bigire wê Êzidî 10 deriyan vekin

Hisên Hecî got: "Hin hêz û alî ku bersûcên fermana li ser Êzidiyan e, naxwazin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Qamişloyê çalakî: Dilgirtiyan serbest berdin!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Îlham Ehmed û hikûmeta demkî li ser rola jinan û dîlgirtiyan nîqaş kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Artêşa Tirk gundê Amûdê gulebaran kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Malbatên girtiyan li ber avahiya NY’ê ya li Qamişloyê çalakî kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?