Pêvajoya aştiyê ya li Kolombiyayê ku piştî Peymana Aştiyê ya Kolombiyayê ya sala 2016’an di navbera FARC’ê û Hikumeta Kolombiyayê de destpê kir, weke yek ji mînakên herî berfireh ê derbasbûna ji şer ber bi muzakereyê ve tê dîtin. Yek ji kesayetên esasî yên vê pêvajoyê Fermandara FARC’ê ya berê Victoria Sandino ye. Sandino ku salên dûr û dirêj di nava rêxistinê de çalak bû, tevlî danûstandinên ji bo aştiyê bû û li nava Hikumeta Kolombiyayê demekê senatorî kir. Victoria Sandino asta heyî ya pêvajoya aştiyê ya li Kolombiyayê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji ANF’ê re nirxand.
‘DI PÊVAJOYA KOLOMBIYAYÊ DE PÊŞKETINEKE HÊJA NÎNE’
Fermandara FARC’ê ya berê Victoria Sandino bi bîr xist ku Peymana Aştiyê ya li Kolombiyayê ketiye sala 10’an, lê belê hîn pêşketineke rasteqîn nîne û got, “Ev peyman li gelek astengiyan hilkumî. Di pêvajoyê de gelek soz hebûn ku dewleta Kolombiyayê bi cih neanî. Ev pirsgirêkên ku bi kuştina kesên mohra xwe danîn binê peymana aştiyê û lîderên civakî destpê kir, bi bicihneanîna her xaleke peymanê dewam kir.
Li gel van hemÛyan jî li nava hikumeta heyî, yanî di dema Serokkomar Gustavo Petro de hem ji bo bicihanîna peymanê hem jî ji bo fêhmkirina wateya peymanê dînamîzmeke hîn xurt heye. Lê ev dînamîzm têrê nekir. Hikumeta Petro bi qasî çar salan hinekî pêşketin kir; bi taybetî di mijara belavkirina xak û zeviyê bêpere li civakan gav hatin avêtin. Lê belê ji bilî vê yekê di xalên din ên peymanê de pêşketineke hêja çênebû.”
‘JI ALIYÊ NAVNETEWEYÎ VE DIKARE MÎNAK BÊ DÎTIN’
Victoria Sandino anî ziman ku têkildarî pêvajoya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ew xwedî agahiyên gelekî zêde nîne û destnîşan kir ku hewldanên aştiyê yên aktorê bingehîn ê vê pêvajoyê Rêber Apo hêjayî pesindayinê ye. Victoria Sandino got, “Li Kolombiyayê bi giranî nayê zanîn bê li Tirkiyeyê têkildarî vê pêvajoyê çi diqewime. Mijareke ku ji bo min bi taybetî girîng e tevlîbûn an jî tevlînebûna jinan a bi rengekî çalak li vê pêvajoyê ye. Hebûna pêvajoyê nîşaneya hêviyekê ye. Û di demekê de ku welatên weke DYE, Îsraîl û Rûsya êrişî cografyayên cuda dikin, hebûna vê pêvajoyê li qada navneteweyî dikare bibe mînakeke girîng.”
‘RAGIRTINA WÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN’
Victoria Sandino destnîşan kir ku li gel pêvajoyê ragirtina Rêber Apo nayê qebûlkirin û tecrûbeya li Efrîkaya Başûr bi bîr xist. Victoria Sandino bi dewamî got, “Bûyera Nelson Mandela ji bo pêvajoya li Tirkiyeyê tecrûbeyek e. Mandela piştî ku bi salan li girtîgehê ma, ji bo karibe bikeve nava lêgerîna çareseriyeke muzakereyê kapasîteyeke hem siyasî hem jî mirovî hate nîşandan. Li gel ragirtinê jî avêtina gava aştiyê ne tenê polîtîk di heman demê de îradeya mirovekî xurt jî ferz dike. Ev yek ne tenê ji bo mirovekî ji azadiyê bêpar hatiye hiştin, yanî ne tenê ji bo lîderekî, lê ji bo civakê bi temamî tê wateya lêgerîna li rêyeke rizgariyê.
‘CIHÊ RÛMET Û HURMETÊ YE, DIVÊ AZAD BIBE’
Bi dîtina min, Abdullah Ocalan li gel girtîhiştinê jî diyalog da destpêkirin û bi vî rengî bûye cihê hurmet û rûmetê. Di qonaxa destpêkê ya pêvajoyê de ji bo pêşveçûna pêvajoyê ji xwe ya diviyabû bihata kirin û ya dihate hêvîkirin ev bû. Me li Kolombiyayê ji vê re digot, ‘Jestên nêta baş’ an jî ‘gavên erênî’.
Li gorî min, hikumeta Tirkiyeyê jî divê nêta xwe ya baş nîşan bide û gavên erênî biavêje; divê ew gav bin ku nîşan bidin, pêvajo bi rengekî cidî ber bi pêvajoyeke aştiyê ya şênber ve diçe. Ev yek jî divê ne tenê derxistina ji girtîgehê be, her wiha ji bo rêveçûna pêvajoyê divê ewlekariya wî bê garantîkirin.”
‘PARADÎGMAYA JINÊ YA OCALAN BALÊ DIKIŞÎNE’
Victoria Sandino diyar kir ku ew paradîgmaya Rêber Apo ya ku jinê dike navend û Tevgera Jinên Kurd demeke dirêj bi heyranî dişopîne û got, “Di pêvajoya hevdîtinên aştiyê yên navbera FARC û hikumeta Kolombiyayê de, yanî di pêvajoya Havanayê de min firsend dît ku Tevgera Jinên Kurd ji nêz ve nas bikim. Li wê derê ji bo hînbûna tecrûbeyên cuda, peydakirina hevalbendên nû û avakirina tifaqên stratejîk ên ji bo xurtkirina pêvajoya xwe daxwazeke mezin hebû. Armanca me ew bû ku perspektîfa zayendiya civakî tevlî peymana aştiyê bike.
Weke femînîstekê dikarim vê bibêjim. Rewşeke balkêş e ku mêrek mafên jinan diparêze; ev ne hêsan e. Bi taybetî bicihanîna fikrên wî li cihekî weke Sûriyeyê ku şer diqewime, wî hîn girîng dike. Divê vê yekê bi eşkere bibêjim. Lîderekî payebilind ê ku piştgiriyê dide têkoşîna jinê nebe jî xwezî di têkoşîna me de jî hevalbendekî me yê di rêveberiya bilind de hebûya. Eger piştgiriyeke bi vî rengî hebûya ev pêvajo wê gelekî bi hêsanî bi pêş ve biçûya.
Lewma ez kapasîteya jinên Kurd gelekî hêja dibînim. Vê kapasîteyê di pratîkê de xwe ispat kiriye.; li qada rêxistinî, siyaset, civakî û rêvebeiya xwecihî. Bi dîtina min ev hêz divê bê xurtkirin, hîn bêhtir bê dîtin, di asta navneteweyî de bê naskirin û ev tifaqa ku wan bi lîderê xwe re daniye bi rengekî hêja bê qebûlkirin.”

