Yek ji fermandarên manewî yên Berxwedana Kobanê Îsmaîl Elî, ji bo salvegera 11’emîn a rizgariya Kobanê ji çeteyên DAÎŞ’ê, bi rêya ANF’ê peyamek weşand.
Elî ku di salên 2014-2015’an de di Berxwedana Kobanê de roleke aktîf lîstibû, di rizgarkirina Minbicê û gelek operasyonên rizgarkirinê yên girîng de cih girtibû. Elî yê ku bavê du şehîdan e, di dema berxwedanê de gelek caran birîndar bûbû lê dîsa jî têkoşîna xwe domandibû. Elî, tevî pirsgirêkên tenduristiyê yên ku dijî, îro jî di xebatên Meclisa Leşkerî ya Kobanê de cihê xwe digire.
Îsmaîl Elî ji qadên kevn ên şer ji ANF’ê re axivî û wiha got:
“Îro êrîşeke Colanî li dijî gelê Kurd heye. Bi piştgiriya dewletên din, bi hemû derfetên xwe êrîşî qada Kurdan dike. Kurdên ku hedef digire ew gel in ku di sala 2014’an de ji bo rizgarkirina tevahiya cîhanê ji terora DAÎŞ’ê canê xwe feda kirin û bi hezaran şehîd dan. Îro em êrîşên li dijî Kurdan ên li ber çavên tevahiya cîhanê qebûl nakin û şermezar dikin. Me li vir ne tenê ji bo xwe, ji bo tevahiya cîhanê şer kir. Me cîhan ji terorê rizgar kir; ji bo ku Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên din di nava xwîşk û biratiya gelan de bijîn.
Îro jî li herêmên eşîrên Ereban, bi navê Colanî; ji bo piştgiriya Qatar, Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê êrîş li qada Kurdan têne kirin. Yên ku niha li dijî van çeteyan şer dikin, ew kes in ku berê li dijî DAÎŞ’ê şer kiribûn. Dîsa îro em ê soza xwe ya ji bo şehîdên xwe bi cih bînin. Çawa ku me di Kobanê de bi berxwedanê di nav pênc mehan de êrîşa çeteyan şikandin, em ê dîsa berxwe bidin. Heta kesekî tenê bimîne jî, em ê vê herêmê ku şehîdên me rizgar kirine bernedin.
Em ê wek gel li gel şervanên YPG-YPJ’ê bin. Ev qada ku ez niha lê rûniştime, berê qada şer bû. Hemû hêzên dijmin êrîşên xwe li vir kom kiribûn. Tenê qadek pir teng mabû. Hemû çeteyên DAÎŞ’ê li vir êrîş dikirin. Li vir Şehîd Gelhat, Sorxwin, Avareş, Destina û Kendal hebûn.
Em careke din soza xwe ya ji van şehîdan re dubare dikin: Em ê heta nefesa xwe ya dawî berxwe bidin, em ê nirxên ku ew heval afirandine biparêzin û ala serkeftinê her tim bilind bikin.”

