În, 11 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nebî Yavûz ê 30 sal û 6 mehan girtî ma, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar Şahîn: Propagandaya reşkirinê ku tevgera azadiyê weke dijberê Elewiyan bê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Oznûr Bartin: Ji bo mayindebûna aştiyê divê civak jî xwedî li pêvajoyê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê cezayê girtîgehê li antrenora jin birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên Rojava çalakiyên ji bo zimanê dayikê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bîranînên şehîdan ên li Êlih û Semsûrê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Rêxistinên Jinên Kurdistanê peyama ‘Jin, Jiyan, Azadî’: Şoreş pêvajoyeke zindî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê banga ‘mafê hêviyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zagros dibû Mizgîniya serketinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Bi hezaran kesî Salih Muslim ber bi Kobanê ve bi rê kirin
Rojava

Bi hezaran kesî Salih Muslim ber bi Kobanê ve bi rê kirin

Bi hezaran Kurdistanî di merasîma cenazeyê şehîd Salih Muslim de li hev kom bûn û karwanê cenaze ji bajarê Qamişloyê ber bi Kobanê ve bi rê kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Adar 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Bi hezaran kes ji şêniyên Rojava bi Kurd, Ereb û Suryan û pêkhateyên din, endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Şehîd Salih Muslim oxir kir. Merasîma oxirkirinê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê ve li Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê pêk hat. Siyasetmedar û nûnerên eşîran ên Kurd û Ereb, şandeyeke partî û tevgerên siyasî yên ji Bakur û Başûrê Kurdistanê jî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre peyama Rêber Apo ya ji bo Salih Muslim hate xwendin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê hevserokê meclisê Ubeyd Etê axivî. Ubeyd Etê di axaftina xwe de têkoşîna zêdetirî 50 salan a şehîd Salih Muslim a di oxirina doza Kurd de vegot û diyar kir ku şehîd Salih Muslim bê teredudu û bê muqabil tê koşiya, di mercên herî zehmet de xizmeta gelê xwe kir, li hemberî rejîma Baasê û komên çekdar û siyasetên dewleta Tirk ên li dijî herêmê têkoşîn kir.

Etê di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku ne tenê gelê Rojava, lê parçeyên din ên Kurdistanê ji ber koça dawîn a Salih Muslim xemgîn bû. Etê di dawiya axaftina xwe de di dawiyê de got, wê şopdarên xeta şehîdan bin ta xeyalên wan bi cih werin.

Di merasîmê de endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif jî axivî. Foza Yûsif sersaxî ji gelê Kurd re xwest û piştevaniya Kurdan li hemû aliyên Kurdistanê, ji Qamişlo, Hewlêr, Silêmaniyê, Amed û Mehabadê silav kir.

Foza Yûsif anî ziman ku Salih Muslim xwedî dîrokeke dirêj a têkoşîna azadiyê ye, ji salên 1980’yî ve bê westan kar kir, ramanên Rêber Abdullah Ocalan belav dikirin û  mafên gelê Kurd diparastin. Fozayê destnîşan kir ku Salih Muslim li hemberî rejîma Baasê jî tê koşiya û wiha domand: “Ji aliyê rejîmê ve hat girtin û îşkence lê hat kirin. Tevî vê jî rojeke ji parastina doza gelê xwe dudilî nebû. Şervanek bû ku gotina heqiyê bang dikir. Ji malbateke welatparêz e ku di nava refên şoreşê de xwedî kedeke mezin e.”

Foza Yûsif anî ziman ku şehîd Salih Muslim ne tenê siyasetmedar bû, di heman demê de nivîsakr û wêjevanê Şoreşa Rojava bû, pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan wergerandin da ku hişmendiya li Kurdistanê bi pêş bixe.

Foza Yûsif her wiha bi bîr xist ku şehîd Salih Muslim ji bo avakirina yekitiya neteweyî ya Kurd têkoşîneke demdirêj kir û got: “Malbateke welatparêz, democrat û têkoşer ava kir. Zarokên xwe tev li şoreşê kir. Kurekî wî ji bo parastina Rojava ji çeteyên DAIŞ’ê şehîd bû. Di heman demê de piştevanî doza jinan bû. Ji bo azadiya jinan û bidestxistina mafên wan û beşdarbûna wan kar kir.”

Foza Yûsif anî ziman ku ala kesk, sor û zer wê li ba bimîne û têkoşer bidome da ku hêviyên şehîdan pêk werin û mafên gelê Kurd di destûrê de werin nivîsandin.

Di merasîmê de şandeyeke YNK’ê gurzên gulan danîn ser darbesta şehîd Salih Muslim û bi navê serokê YNK’ê Bafil Talabanî, Luqman Werdî axivî.

Bi navê siyasetmedarên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, siyasetmedarê ji Başûr Serdar Abdullah jî axivî.

Keça şehîd Salih Muslim, Perwîn Muslim jî axivî û spasiya rayedarên Başûrê Kurdistanê kir û soza domandina rêya bavê xwe da.

Di dawiyê de hevrê û hezkiriyên şehîd Salih Muslim cenaze ber bi bajarê Kobanê ve bi rê kir. Li Kobanê wê bi merasîmekê were oxirkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêxistinên civaka sivîl ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê dan
Nûçeya Pişt re Bafil Talabanî ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Piştî 32 salan hatin berdan: Em bi ciwantî hatin girtin, bi ciwantî jî derdikevin

Dîlek Oz û Sureyya Bûlût piştî ragirtina ji 32 salan ji Girtîgeha Girtî ya Jinan…

Ji aliyê Stêrk TV

Venezuela îzole bû: Seferên derve sekinîn

Piştî ku DYE’yê li Karayîbê komkirineke leşkerî ya berfireh pêk anî gelek şîrketên balafiran ên…

Ji aliyê Stêrk TV

DYE wê hilberîna fuzeyên THAAD û Patriot zêde bike

Wezareta Parastinê ya DYE'yê (Pentagon) ji bo zêdekirina hilberîna fuzeyan bi General Dynamics Ordnance and…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Şervanekî Tûgaya Hesekê hat qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî û nûnerê Komîteya Serokkomariyê bi mijara pêvajoya entegrasyonê civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Dr. Joanna Bocheńska daxwaza parastina perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xwendekarên Hesekê biryara li ser perwerdehiyê protesto kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?