Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî ragihand ku ji bo gelê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi rengekî ewle bê veguhestin, bi rêya navbeynkarên navneteweyî agirbestek pêk hatiye.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî bi daxuyaniyeke nivîskî got, “Ji bo êrişên li ser gelê me yê li Helebê û binpêkirin bêne rawestandin, bi navbeynkariya aliyên navneteweyî agirbest pêk hat û ji bo şehîd, birîndar, sivîlên asê mane û şervanên li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd bi rengekî bi ewle ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêne veguhestin em gihîştin mutabaqatekê.”
Ebdî bang li navbeynkaran kir ku binpêkirinan bisekinînin û ji bo vegera bi ewle ya mirovên ji cih û warê xwe hatine kirin sozên xwe bi cih bînin.
Her wiha diyar kir ku ji bo berxwedêr, şehîd, hevrê, malbatên wan û sivîlên li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê li ber xwe dan ew xwedî hurmeteke mezin e, ji malbatên şehîdan re sersaxî û ji birîndaran re jî şîfa xêrê xwest.

