Fermandarê Hêzên Parastina Gel (HPG) Egîd Kelar bi rêya peyamekî bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir.
Egîd Kelar, xelkê Germiyan, Xaneqîn, Kelar û Germesêrê silav kir û diyar kir ku divê tişta ku ji destê wan tê bikin û wiha got, “Kurd tenê dostên xwe ne, rastiya dîrokî ya vê meselê hatiye teyît kirin.”
Fermandar Egîd Kelar diyar kir ku li Rojava ji aliyê çeteyan ve êrîşeke tund li dijî Kurdan heye û wiha got, “Em dikarin welatê xwe bi yekîtî û berpirsiyariyê biparêzin. Ji bo ku em vê yekê bi lez û bi bandor bikin, divê em her tişta ku ji destê me tê bikin.”
Egîd Kelar, her dawî bang li gelê Başûrê Kurdistnê kir û wiha got, “Nehêlin ku roj li Rojava biçe ava. Vê zivistanê gelê Rojava bi germahiyê germ bikin.”

