Duşem, 23 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Derbarê kesên rojnameger Hakan Tosun kuştin de fezlekeyeke ji bo pakkirinê hate amadekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê di biryara ‘Doza Komîsyona Edaletê ya KCK’ê’ de 41 beraet, 1 ceza

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirsên ku rojnamevan dixwazin ji Rêber Apo bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Plandanînê yê Iraqê ferman da ku Gulale bibe navçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan bîranîna Komkujiya Pirsûsê sûc hesiband

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arcan: Divê dewlet û civak bi rabirdûyê re rû bi rû bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Peyman Viyan: Em dikarin Rojhilat bi yekîtiya siyasî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Xweser a Şengalê: Biryarên bi vî rengî xizmeta aramiya Iraqê nakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiyên Kurd ên li Kerkûkê êrişa li ser taxa Newrozê şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerên saziyên Şengalê: Heta dorpêça li ser Şengalê bê rakirin em ê li qadan bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em ji bo Şengalê bikevin nava liv û tevgerê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Stenbolê starta 8’ê Adarê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina 6 jinan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyan Hisên: Em tu carî dev ji YPJ’ê bernadin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê ji bo 8’ê Adarê banga grevê: Ger jin rawestin wê jiyan raweste

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ocalan dema bang kir herî zêde bawerî bi jinan anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Ferzende Mûnzûr: Komplo di xeleka xwe ya herî lawaz de ye
Rojava

Ferzende Mûnzûr: Komplo di xeleka xwe ya herî lawaz de ye

Endamê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr diyar kir ku komplo di 28’saliya xwe de di xeleka xwe ya herî lawaz de ye û ji bo bi dawîkirina komployê bang li gele Kurd û dostên wan kir ku têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Di salvegera 28’emîn a komploya ku 9’ê Cotmeha 1998’an a ji aliyê hêzên navneteweyî ve li ser Rêber Apo hatiye pêkanîn de Endamê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr ji ANF’ê re axivî.

 

Ferzende Mûnzûr di destpêka axaftina xwe de di şexsê Şehîd Xalid Oral û Aynûr Artan de hemû şehîdên ku ji bo doza azadiyê canê xwe feda kirine, bi bîr anî û got: ‘’Di warê jeosiyasî de guhertineke mezin di rewşa komployê de hatiye kirin. Her wiha têkiliyên berbiçav ên weke têkiliya Tirkiye û Îsraîlê, ev hêz di wê demê de bi hemû hêza xwe tevlî komployê bûn. Lê belê niha ev rewş hate guhertin.’’

’GUHERTINA LI ROJHILATA NAVÎN’

Ferzende Mûnzûr di nav axaftina xwe de diyar kir ku rewşa komployê piştî pêvajoya buhara gelan û Şoreşa Rojava hate guhertin û wiha axaftina xwe domand: ‘’Li Rojhilata Navîn bi giştî guhertinek di rewşa siyasî de rû da, piştî pêvajoya buhara gelan, Şoreşa Rojava û bi destpêkirina têkoşîna gelê Kurd re gavên mezin hatin avêtin. Piştî 2010’an prensîbên ku NATO’yê dabûn Tirkiyeyê, xwe dan milekî. Tirkiye, bi rêveberiya Erdogan re zêdetir ber bi hişmendiyeke Îslamî ve çû ku heta lêgerîna vegera fikra Osmanî dihate kirin. Li ser vî esasî têkiliyên Tirkiyeyê bi tevgerên Îslamî ên radîkal û bi taybet jî bi îxwanan re pêş ketin.’’

‘RÊBER APO SEMBOLA  AZADÎ, AŞÎTÎ Û DEMOKRASIYÊ YE’

Ferzende Mûnzûr di berdewamiya axaftina xwe de qala têkoşîna gelê Kurd a li dijî hêzên hegemon û komployê kir û ev yek anîn ziman: ‘’Li kêleka van bûyerên ku hatine qalkirin, gele Kurd têkoşîna xwe a rewa ya ji bo demokrasî û aşitiyê ya bi pêşengtiya Rêber Apo dan meşandin. Her wiha nameyên aşitiyê yên ku ji Îmraliyê tên, bandoreke mezin kirin. Rêber Apo, bi felsefe û ramanên xwe yên neteweya demokratik û konfederalîzma demokratîk, li seranserê cîhanê weke semboleke azadî, aşîtî û demokrasiyê tê naskirin û qebûlkirin.’’

‘BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK’

Mûnzûr piştre bal kişand ser bandora Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a li ser cîhanê û got: ‘’Dema ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de Banga Aşitî û Civaka Demokratik kir. Me dît ku çawa li seranserê cîhanê û bi taybet jî ew hêzên ku di komployê de cih girtibûn, piştgirî dan vê bangê. Her wiha roja îroyîn  û bi taybet jî piştî 7’ê Cotmehê, careke din li her çar parçeyan de û li Rojhilata Navîn gelê Kurd roleke stratejîk dilîze û di guhertin û îstîkrara Rojhilata Navîn de cih digire’’

‘DIVÊ TIRKIYE GAVÊN BER BI ÇARESERIYÊ VE BIAVÊJÊ’

Ferzende Mûnzûr piştre bal kişand li ser gavneavêtina Tirkiyeyê yên têkildarî çareseriyê û wiha got: ‘’Rêber Apo, têkildarî pêvajoya çareseriyê gavên dîrokî avêtin û weke rêveberê vê pêvajoyê tê dîtin. Lê belê Tirkiyeyê sozên ku ji bo pêvajoyê dane hîn pêk neanîne. Yek ji gavên girîng û fedekarî ên ku Rêber Apo avêtine, fesihkirina PKK’ê bû û şewitandina çekan bû. Ev ji bo pêvajoyê nameyên xurt bûn û diviyabû Tirkiyeyê jî bi cesaret û gavên ber bi çareseriyê ve biavêtana. Lê belê heta niha bi tene komisyonek hatiye avakirin. Divê ev komisyon bi Rêber Apo re hevdîtinan pêk bîne. Lê belê heta niha ev yek nehatiye kirin.’’

‘NÊZÎKATIYÊN TIRKIYEYÊ  NE CIDÎ NE’

Mûnzûr diyar kir ku ev nêzîkatiyên Tirkiyeyê cidiyet û jidiliya wê ya li hemberî pêvajoyê diyar dikin û got: ‘’Tirkeye li hemberî pêvajoyê ne cidî ye, naxwaze pêvajo ser bikeve. Divê Tirkiye bi awayekî jixwebawer vê dozê çareser bike. Ev şensê wê yê dawîn e. Ger Tirkiye li gorî wê nêz nebe wê li Rojhilata Navîn vî şensî xwe winda bike. Rêber Apo jî ev yek dabû xuyakirin ku eger Tirkiye gav neavêjê wê sed salên din jî nikaribe çareseriyê bîne. Divê Tirkiye dev ji hişmendiya xwe ya komploger, nenaskirin û tunekirinê berde û li şûna wê naskirin, qebûlkirin, çareserî û biratiyê pêş bixe.’’

’KOMPLO DI XELEKA HERÎ LEWAZ DE YE’

Endamê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku komplo di sala xwe ya 28’emîn de di xeleka xwe ya herî lewaz de ye û got: ‘’Li gel piştgiriya cîhanê ya ji Rêber Apo û gelê Kurd re komplo di sala xwe ya 28’emîn de di xeleka xwe ya herî lewaz de ye. Eger em têkoşîna xwe mezintir bikin, gel bêhtir xwedî li pêvajoyê derkeve û piştgriyê bang û peyamên Rêbertî bên kirin em ê bikaribin pêvajoyê biguherînin û bigihînin serkeftinê.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îlona 2025’an bû 3’yemîn Îlona herî germ
Nûçeya Pişt re Li Kantona Cizirê li dijî komployê çalakiyên girseyî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Heyeta ku wê merasîmê bişopîne ber bi Silêmaniyeyê ve bi rê ket

Heyeta ku wê daxuyaniya koma gerîla bişopîne, ji bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê ber bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 98’an de ye

Nobeta Edaletê ya Emîne Senyaşar di roja 98’an de berdewam kir. Şenyaşar li pêşiya wezaretê…

Ji aliyê Stêrk TV

Elyakut: Pevajoya li Rojavayê têkoşîna hebûn û statuya Kurdan e

Alî Heyder Elyakut bal kişand ser peymana di navbera QSD û Şamê de û destnîşan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Rapora NRLS: Di êrîşên çeteyan ên li dijî Kurdan de 1200 kes hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Nasnameya Şervan Efrîn ku li Şêxmeqsûdê şehîd bû hat ragihandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Komek ji aktîvîstên mafên mirovan ji Ewropayê çû Rojava

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji hevserokên PYD’ê peyama Tifaqa Hêzên Siyasî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?