Resepsiyona resepsiyona destpêkê ya Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê ya 12’emîn ku wê di navbera 15-16’ê Hezîranê li Londonê bê lidarxistin li mala cem pêk hat.
Di resepisyonê de nûnerên gelek saziyan, parlamenterên Partiya Karker, akademîsyen û nivıskar amade bûn.
Bi navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk Îbrahîm Avcil, Serokê Cemxane û Navenda Çanda Elewiyan a Îngilistanê Îbrahîm Has, hevserokên Fedreasyona Elewiyan a Brîtanyayê (BAF) Dîlek Încedal û Muslum Dalkiliç axivîn.
Hevseroka BAF’ê Dîlek Încedal diyar kir ku wê teslîmî zilm, polîtîkaya asîmîlasyon û înkarê ya li dijî Elewiyan û gelan nebin.
Serokê Cemxaneyê û Navenda Çanda Elewiyan a Îngilistanê Îbrahîm Has jî destnîşan kir ku festîval li dijî şer, bxizanî û newekheviyê pêk tê.
Piştre di resepsiyona festîvalê de bername hate nasandin. Di bernameyê de wê konser û panel bêne lidarxistin, şanoya zarokan û semîner pêk werin.