Koma nivîsandinê ya Komîsyona Meclîsê cara 5’emîn li hev kom bû. Beriya civînê Alîkarê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz bersiv da pirsên rojnamevanan.
Fetî Yildiz anî ziman ku nediyar e bê ev civîn bibe civîna dawî ya na û got, “Dibe ku civîna beriya ya dawî be. Em ê metna çarçoveyê amade bikin. Ne bawer im ku zêde dirêj dewam bike. Ji îro ve em nikarin demeke diyarkirî destnîşan bikin, lê belê wê dirêj nebe. Nîsan meheke dereng e.”
Li ser pirseke din Yildiz got, “Li ser berdana Demîrtaş wê dadgeh biryarê bide. Divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi cih bêne anîn. Eger DMME’yê binpêkirinek dîtibe, di mijara berdanê de daxuyaniyek da be, hingî divê bê berdan. Lîderê me daxuyaniyek da ku hemû pêvajoyê kurteber dike. Ne pêwîst e ku li ser vê yekê em daxuyaniyekê bidin.”
Fetî Yildiz li ser mafê hêviyê yê Rêber Apo jî got, “Mijara mafê hêviyê de li nava Tifaqa Cûmhûr fikrekî cuda nîne.”
ÊDÎ VEGER NÎNE
Yildiz ragihand ku pêvajo gihîştiye astekê, êdî veger nîne û got, “Êdî veger nîne. Her tişt wê roj bi roj hîn baştir bibe. Di nava 6 mehên dawî de şehîdekî me jî nebû, ev tê çi wateyê? Em ê bi serketinê bi encam bikin. Ji vê saetê û pê ve êdî veger nîne, ev kar qediya. Bi Tifaqa Cûmhûr re em bi temamî di nava ahengiyê de ne.”

