Şemî, 11 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çek hatin şewitandin, dewletê gav neavêt

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbestvan Ahmet Tellî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Ûçar: Divê dewlet di pêvajoya aştiyê de tercîha xwe bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nafî Ergun piştî 30 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê zarokekî Kurd qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Elmanya ji beregeha xwe ya leşkerî ya li Hewlêrê vedikişe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ez dayika Serok im, dayika Kurdistanê me’ jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana taziyeya gerîlayê YRK’ê Halîl Çîçek hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê hewldaneke girîng: Konferansa ‘Entegrasyona Demokratîk’ tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandarê YRK’ê: Em ji bo avakirina artêş û fermandariya hevpar a Kurdî amade ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Wanê di du salên dawîn de 25 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Ji bo Konferansa Navendî ya Jinan me dest bi amadekariyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Avakirina welatekî demokratîk bi beşdariya jinan dest pê dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji ber koça dawî ya Selvî Tepe sersaxî xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hollanda tundiya psîkolojîk û kontrola bi zorê wê weke sûc bibîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêwregê meşa li dijî êrîşa zayendî ya li ser jinan: Bersûc bên darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Kongra Star: Em ê xeyalên jinan pêk bînin
Jin

Kongra Star: Em ê xeyalên jinan pêk bînin

Meclîsa Kongra Star bi wesîleya 25’ê Mijdarê daxuyanî da û hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr anî. Kongra Star got, “Em ê xeyalên jinan pêk bînin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Meclîsa Kongar Star têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Li hemû cihanê; taybet li çar aliyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û derveyî welat hemû jinan û kesayetên azadîxwaz, demokratik û gelek jinên ji her neteweyên cuda ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, têkoşîn û berxwedaneke mezin û manîdar dimeşînin. Ev têkoşîn û berxwedana jinan di şoreşa Rojava de bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ji hemû cihanê re bûye mînaka azadiyê û îlhama têkoşînê û vejîna “Şoreşa Jinan” di dilê jinan de daye çandin. Di sedsala 21’an de bi jinên azad û birêxistinkirî re ber bi “Şoreşa Jinan” ve herikandin, dê li hemberî tundiya serweriya mêran, tundiya desthilatdarî û dewletparestiyê bibe bersiva herî xurt a dîrokî. Her cure tundiya ku di her qada jiyanê de li hemberî xweza, zarok, extiyar û mirovên xizan tê meşandin jî di heman demê de li dijî jinan e, li dijî jiyanê ye û li dijî azadiyê ye. Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo şîdeta herî mezin e û sûcê mirovatiyê ye. Em wek pêşengên jinên şoreşa Rojava li hemberî hemû tundiya disekinin û bi tu awayî napejirînin, ji bo wê jî em ê li her qada jiyanê xwe bi stratejiya “şerê gel ê şoreşgerî” xwe bi rêxistin bikin, têbikoşin û xwe biparêzin.

Di nava çalakiyên hemleya azadiya fizîkî ya Rêbertî de, em wek Meclîsa Kongra Star a Rojava ji bo Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi şîara “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze” ketin nava çalakiyên têkoşer û berxwedêr. Bi van çalakiyan parastin û xwedîderketina jinan ji hemû cîhanê re dane xuyakirin. Em jî wek Meclîsa Kongr Star a Rojava bi boneya 25’ê Mijdarê, tevî fealiyet û çalakiyên ku hatine kirin, careke din dengê xwe digihînin hemû jinan û bangewaziya xwe birêxistinkirin û têkoşînê dikin. Divê em xwe bi rêxistin bikin, têbikoşin û li ber xwe bidin. Her wiha ji bo berfirehkirin û mezinkirina têkoşîna hevbeş, em bang li hemû jinên Rojhilata Navîn û jinên cîhanê dikin ku ji bo li hemberî dagirkerî û desthilatdariyê em xwe bikin hêz û tundiya li ser jinan bi temamî ji holê rakin, bangewaziya birêxistinkirina hevbeş dikin.

Hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 10’ê Mijdarê heya 25’ê Mijdarê starta çalakî û xebatên ji bo roja 25’ê Mijdarê, dest bi pêngavekî kir, bi dirûşma “Bi felsefeya jin jiyan azadi xwe biparizê” li hemû gund û bajarên li Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê. Di hemû çalakiyan de rol û pêşengiya xwe lîstin. Ji belavkirina belavokan heya lidarxistina meşên girseyî yên mêran, ji semîneran heya civînên taybet ên li ser tundiya jinan hatin lidarxistin. Hemû jinên şoreşa Rojava tevlî hemû çalakî, kar û xebatan bûn. Bi tevlîbûna jidil û zanebûnê, daxwaza xwe ya ji bo avakirina jiyana demokratîk û azad, careke din û bi israreke mezin ji hemû cîhanê re dan diyarkirin.

Di şexsê heval Sara, heval Evîn Goyî de hemû jinên ku ji aliyê desthilatdarî û dewletê ve hatine qetilkirin, em wan bi bîr tînin û dê her daîm bibin rotaya têkoşîn û berxwedana me. Dîsa di şoreşa Rojava de di encama êrîşên hewayî yên dewleta Tirk de hedefkirina jinên mîlîtan, şoreşger û xebatkar, em tu carî ji bîr nakin û tola wan li erdê nahêlin. Bi birêxistinkirina bi hezaran jinan, em ê bibin şopdarên rêya wan û têkoşînê bimeşînin. Di şexsê Hevrîn Xelef, Yûsra Derwêş, Hindê û Seîda, Zeynep Saroxan, heval Rihan, Zozan, Şînda, Zelal Efrîn de, şehadeta hemû jinên welatparêz, berxwedêr, têkoşer, şoreşger, mîlîtan û xebatkarên şoreşa Kurdistanê bi bîr tînin û di 25’ê Mijdarê de em ê bi mezinkirin û berfirehkirina têkoşîna azadkirina jinan, soza pêkanîna xeyalên wan bi dengekî bilind bigihînin hemû cîhanê.

Her jina ku azad bibe dê civakê jî bi xwe re azad bike. Guhertin û veguhertina rastiya zilaman, bi zanebûn û enerjiya jinên, têkoşer, berxwedêr û rêxistinkirî ve pêkan e. Ev yek jî wê bi xwe re “Felsefeya Hevjiyana Azad” bide avakirin. Wê cîhan bi reng û dengê jinan bê xemilandin û ahengiya xwezayê bilebitîne.

Li ser van esasan em Roja 25’ê Mijdarê bi çalakî, têkoşîn û parastinê ve, em her roj pêşwazî dikin û îfade dikin ku em bi îradeya jinên pêşeng û hêza xwe ya parastinê li hemberî her cure şîdetê û êrîşên dagirkeriyê bisekinin. Cesaret û vîna ku me ji çalakiyên xwebexşane yên xwedawendên serdema herî dawî girtiye, hemû jinan vedixwînin bin sîwana hêza parastina cewherî ya jinan. Li hember kuştin, tecawizkirin û sîstema îdamkirina jinan em bê deng namînin. Bêtehamuliya li hemberî sîstema hevserokatiyê qebûl nakin û em ê di avakirina civaka polîtîk û exlaqî de israr bikin û di her qada jiyanê de hevbeşiya jiyanê bidin avakirin. Tam jî di vê derê de em dibêjin “Jin, Jiyan, Azadî” û ji hemû jinan re serkeftinê dixwazin.

Bi hêviya ku her qada jiyanê veguherînin têkoşîn û berxwedana jinan; em bi silav û hezkirinên bêdawî dibêjin Jin, Jiyan, Azadî…”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Mîdyad û Çiyayê Bagokê êrîşên leşkerî dewam dikin
Nûçeya Pişt re Dayikên Şemiyê ji bo Eren ê di bin çavan de hatî qetilkirin, kom bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Emîne Şenyaşar rakirin nexweşxaneyê

Emîne Şenyaşar ku çalakiya wê ya li Meclîsê hate astengkirin, rakirin nexweşxaneyê.

Ji aliyê Stêrk TV

3 jin hatin qetilkirin

Li Enqere û Stenbolê duh bi şev 3 jin hatin qetilkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîd Egîd ji bo ku xwe bigihîne Rêbertî tu astengî nas nekirin

Ew ji bo ku xwe bigihîne Rêbertî û xeyalên Rêbertî tu astengî nas nekirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Çek hatin şewitandin, dewletê gav neavêt

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Gerîlaya HBDH’ê Îmera Fera Yeşilgoz: Rêya sosyalîzmê ji azadiya jinan derbas dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Wanê di du salên dawîn de 25 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Efrînê cenazeyê kesekî ku li zeviyên zeytûnan hat dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?