Li gorî agahiyan, Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan, Wezîrê Parastina Mîllî Yaşar Guler û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin li Şamê ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê Esad Hasan Şeybanî, Wezîrê Parastinê Murhef Ebû Kasra û Serokê Îstîxbarata Giştî Huseyîn El Seleme ve li Balafirgeha Navneteweyî hatin pêşwazîkirin.
Di serdanê de wê rewşa giştî ya têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê yên piştî hilweşîna rejîma Esad bê nirxandin.
Di rojeva hevdîtinan de pêvajoya bicihanîna peymana 10’ê Adarê jî heye ku di navbera rêveberiya Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hate îmzekirin.
Ev serdan di demeke welê de tê kirin ku dewleta Tirk bi hinceta “ewlekariya neteweyî” gefên xwe yên li hemberî Kurdan zêde kiriye.
Li gorî Wezareta Karên Derve ya Tirk di hevdîtinê de wê “rîskên ewlekariyê” yên têkildarî Îsraîlê û tevlîbûna Şamê ya li koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê wê bêne nirxandin.

