În, 27 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 27’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mustafa Karasu: Ji bo Rêber Apo wekî muzakerevan bê qebûlkirin, divê Meclîs biryarê bigre

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Girtîgeha Dûmlûyê ev 24 roj in di greva birçîbûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî wê peyama Rêber Apo bi weşana zindî parve bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pakistanê êrîşên çekdarî: 19 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 33 ramangeran banga ji bo ‘mafê hêviyê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dogan Erbaş: Muzakere jî têkoşîn jî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kampa Mexmûrê çalakiya nobetê ji bo Rêber Apo di roja 952’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yekîtiya Jinên Êzidî yên Rojava: Dixwazin vîna Êzidiyan tasfiye bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Ji bo serkeftina gava nû divê dawî li pratîkên qeyûm bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohat Aktaş û Mehmet Yavûzel li ser gora xwe hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê piştgirî da hevpeymaniya siyasî ya li Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    JKŞ: Em bi yekîtiya jinan hene

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên 8’ê Adarê yên li Mexmûrê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Eger Iraq dixwaze parastina me bike, bila YBŞ-YJŞ’ê nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê pêşangeha ‘Jin, Jiyan, Azadî – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Jinê’ hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Çanda Jinên Kurd li Berlînê dest pê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan ne tenê daneyên statîstîkî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Fîlozof Malabou: Êrişên li ser Rojava parçeyek ji stratejiyeke berfireh e
Rojane

Fîlozof Malabou: Êrişên li ser Rojava parçeyek ji stratejiyeke berfireh e

Prof. Dr. Catherine Malabou anî ziman ku êrişên li ser Rojava parçeyek ji stratejiyeke berfireh e ku sînorên Sûriyeyê derbas dike û got, "Amranc tinekirina wan nirxan e ku modela Rojava danî holê."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Sibat 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Li hemberî êrişên hêzên ser bi hikumeta demkî ya Şamê yên bi piştgiriya dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê, li qada navneteweyî û ji beşên cuda yên civakî nerazîbûn dewam dikin.

Fîlozofa Fransî ya hemdem, hîndekara Zanîngeha Kingstonê Prof. Dr. Cahterine Malabou li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.

Fîlozof Catherine Malabou diyar kir ku êrişên li ser Rojava divê weke destwerdaneke leşkerî ya ji rêzê neyê dîtin û destnîşan kir ku ev êriş parçeyek ji stratejiyeke berfireh e ku li dijî modela Rojava ye û sînorê Sûriyeyê jî derbas dike. Catherine Malabou got, “Bi dîtina min, ev êriş divê weke şerekî leşkerî yê ji rêzê nêyê fêhmkirin. Berevajî vê yekê êriş divê weke parçeyek ji stratejiyeke berfireh bê dîtin ku dixwaze statu û serketinên siyasî yên li Rojava parçe bike. Yanî armanca van êrişan kontrolkirina xakê nîne, armanc têkbirina demokrasiya xwecihî û xwerêxistiniya Rojava ye. Ji ber ku ev model rabûna li ber avaniyên dewleta otorîter e.

Li gorî min ev êriş parçeyek ji polîtîkayeke hem li Sûriyeyê hem jî li tevahiya cîhanê ye. Ji ber vê yekê heta niha piştgiriyeke rasteqîn ji rayedarên siyasî yên Rojava re nehate dayin. Lewma ev êriş parçeyek ji stratejiyeke hîn berfireh e.”

Cahterine Malabou anî ziman ku modela Rojava alternatîfekê pêşkêşî netewe-dewlet a klasîk dike, li me ferz dike ku em careke din li ser serwerî, sînoran û rewatiyê bifikirin û got, “Ev yek ji bo min modelek e; li gel wekhevî, demokrasî, femînîzm, parvekirin û piştevaniyê her wiha modeleke tekez a rûmetê ye. Ji ber ku rêxistiniya siyasî ya Rojava li ber netewe-dewletê û otorîteriyê radibe. Her wiha ji ber ku xwedî hişmendiyeke neteweperest nîne, ev yek nayê wê wateyê ku gelê Kurd xwedî hişmendiyeke rûmetê nîne. Lewma ev model ji bo min hem nirx e hem jî rûmeta nasnameya Kurd digihîne hev.”

‘XIYANETEK LI KURDAN HATE KIRIN’

Catherine Malabou helwesta Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û hêzên Rojavayî yên li hemberî êrişên dagirkeriyê rexne kir û got, “Ev helwest weke xiyanetekê dikare bê pênasekirin. Bi taybetî Fransayê demeke dirêj di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de û ragirtina cîhadîstan a li girtîgehan de piştgirî da Rojava. Lê îro welatên rojavayî Kurdan bi tenê dihêlin. Lê belê di asta gelan de piştevaniyek bi Rojava re heye.

Bi dîtina min pênasekirina polîtîkaya DYE’yê -ku polîtîka jê re bê gotin- zehmet e. Ez ji vê re polîtîka nabêjim. Ne bawer im ku Trump xwedî polîtîkayekê ye. Li gorî min ev yek bikaranîna hêza hişk e.

Polîtîka tiştekî çêker e; xwedî wateyekê ye û ji bo afirandina fikir e. Em tevlî nebin jî mantiqekî xwe heye. Lê belê di vir de dibînim ku ev nêzîkatî bi temamî li gorî berjewendiyan û otorîteriya serweriya DYE’yê ye. Ez ji vê re nabêjim polîtîka.”

‘HELWESTA ROJAVA CIHÊ PESINDAYINÊ YE’

Catherine Malabou destnîşan kir ku li gel şerê demdirêj jî hewl tê dayin ku modela Rojava bê parastin, ev yek ji cihê pesindayinê ye û got, “Jinên li Rojava di vê pêvajoyê de bi roleke girîng rabûn. Weke ku min got, bi giştî ez bûm heyranê biryardariya Kurdan bi taybetî jî Rojava ku di her şert û mercî de nîşan da. Di rewşeke ji înkar, mexdûriyet, marjînalbûyîn û şer de wan qada wekhevî û aştiyê parastin. Dema ku mirov rewşa Kurdan a li Tirkiyeyê bidin ber çavên xwe, parastina ev qada Rojava bi rastî jî karekî awarte ye. Li hemberî êrişên li ser wan tenê mirov dikare bikeve nava tirs, fikar û xemgîniyê.”

‘HELWESTA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ YA TÊKILDARÎ SÛRIYEYÊ PRAGMATÎK E’

Catherine Malabo diyar kir ku jinedîtî hatina rabirdûya cîhadîst a hikumeta demkî ya Sûriyeyê û piştgiriya navneteweyî ya ji bo modela otorîter a ku ev rêveberî dixwaze ava bike, nayê qebûlkirin û got, “Li Sûriyeyê bi salan şerekî giran qewimî. Rejîma Beşar bû felaketek. Hikumetên navneteweyî dibêjin, ‘Li Sûriyeyê hevsengiyeke nû heye, em ê hurmetê nîşanî vê bidin’.

Lê belê ev bi temamî pragmatîk e, nêzîkatiyeke pragmatîst e. Û bi rastî jî ev bi tinehesibandina Kurdên li Sûriyeyê bi taybetî jî Rojava tê kirin. Ne tenê pragmatîzm heye. Dibêjin, ‘Hevsengiyeke nû heye, em wê hevsengiyê diparêzin’ lê belê ew hevsengî ji berê gelekî cudatir nîne.”

‘DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ ROJAVA BIPARÊZE’

Fîlozof Catherine Malabou destnîşan kir ku berpirsyariya civaka navneteweyî ye Rojava û modela wê biparêze û anî ziman ku girîng e ji aliyê siyasî û stratejîk ve nêzîkatî di navbera Rojava û Ewropayê de hebe.

‘RAGIRTINA OCALAN SOSRET E’

Catherine Malabo bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi pêşengiya Rêber Apo kir û destnîşan kir ku ev pêvajo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya herêmê gelekî girîng e. Catherine Malabou got, “Ocalan bi fesixkirina PKK’ê re ji bo derbasbûna li nava pêvajoyeke demokratîk gelek hewldanên bi wêrekî kir. Li gel vê yekê jî Tirkiye ji bo serketina vê pêvajoyê gavan neavêje û ev yek nayê qebûlkirin. Weke ku wê dewleta Tirk tiştekî neke xuya dike. Rewşeke sosret e ku hîn OCalan nehatiye berdan. Ji ber ku Ocalan aktorekî girîng ê siyasî ye, divê muzakere bi wî re bê kirin. Nayê fêhmkirin ku Serokkomarek diyaloga bi kesekî weke Ocalan re ji xwe re weke wezîfeyê nebîne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 27’Ê SIBATA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Dogan Erbaş: Muzakere jî têkoşîn jî dewam dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Rêveberiya Xweser peyama 1’ê Gulanê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Şervanên YPG-YPJ’ê: Divê gelê Kurd tevlî seferberiyê bibin

Şervanên YPG-YPJ’ê yên ku li dijî êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê li Kobanê di çeperên berxwedanê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Serdegirtina li ser navenda RJAK’ê: Bila biryara girtinê were betal kirin

Li Silêmaniyê tîmeke asayîşê bêyî biryara dadgehê bi ser navenda Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Dogan Erbaş: Muzakere jî têkoşîn jî dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 27’Ê SIBATA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Mustafa Karasu: Ji bo Rêber Apo wekî muzakerevan bê qebûlkirin, divê Meclîs biryarê bigre

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

HRW:Divê dema erkê ya komîteya lêpirsînê ya li Sûriyeyê were nûkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?