Duşem, 17 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Modela jiyaneke nû: Entegrasyona Demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, îro bi gava me ya Aştî û Civaka Demokratîk re ji nû ve şîn dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE: Ti planek ji bo nû ve nirxandina hebûna hêzên me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîn in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 4 bajaran çalakiya xizmên windayan: Têkoşîna me dê heta dawî bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê: Em ê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş timî edaletê bixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Rêber Apo ji civaka Êzidî zanist û zanebûnê dixwaze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnertiya Kongra Star û PYD’ê piştgirî dan kampanyaya ‘Sûriyeya Demokratîk’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya şehîd Şiyar Serdar hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tevgera Azadiya Kurdistanê nîşanî cîhanê da ku gelê Kurd aştiyê dixwaze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo serketina pêvajoyê divê Birêz Abdullah Ocalan di aliyê fîzîkî de azad bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Uysal: Astengiya herî mezin a li pêşiya pêvajoyê tecrîda li Îmraliyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgeha Qerçekê 23 jinên girtî jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa YRJ’ê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Zeynep Celaliyan xirab dibe: Mafê wê yê tedawiyê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa YRJ’ê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê hepsê li aktîvîsta Îranî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Romayê festîvala ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Eleqeya ji bo Kurdî kêm dibe: Xwendin divê zêde bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji Mîhrîcana Çanda Kurd re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Awazên Çiya albûmekê nû derdixe: Têkoşîn û berxwedan bêyî hunerê nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê ‘Serçavan-Rojên Film destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn Azad li Parîsê sala xwe ya 35’an a hunerê bi konsereke bi coş pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Foza Yûsif: Li dijî êrîşan divê em parastina xwe xurt bikin
Rojava

Foza Yûsif: Li dijî êrîşan divê em parastina xwe xurt bikin

Endama Dîwana Hevserokatiyê ya PYD'ê Fuza Yûsif anî ziman ku şerê li Rojhilata Navîn şerê mêtingeran e û got, "Yekane rêya rizgariya ji vê kaosê; rêxistinî û amadekariya ji bo şerê gel ê şoreşgerî ye: divê em parastina xwe xurt bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Şerê navbera Hamas-Îsraîlê û Îsraîl-Lubnanê bandoreke mezin li ser herêma Rojhilata Navîn dike. Di heman demê de êrîşên Îsaîlê gelek caran li ser baregehên hêzên çekdar ên girêdayî dewleta Îranê li ser axa Sûriyeyê jî dewam e. Paytexta Sûriye Şam jî gelek caran ji aliyê Îsraîlê ve dibe armanc. Êrîşên dagirkeriya Tirk bê navber li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.

Endama Dîwana Hevserokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif metirsiyên li ser herêmê, bûyerên siyasî û xebatên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên siyasî, dîplomatîk û parastinê nirxand.

Foza Yûsif da xuyakirin ku dewletên hegemon û desthiladar, navenda şerê cîhanê wek herêma Rojhilata Navîn hilbijartin e, li gorî berjewendiyên xwe dimeşînin û wisa dest bi axaftina xwe kir: “Îro li seranserê cîhanê şerekî mezin diqewime. Ev alozî û gengeşiya li holê herî zêde bandorê li Rojhilata Navîn dike. Rojhilata Navîn ev 200 sal in bûye navenda şerên desthiladarî û berjewendiyan. Di nav herêma Rojhilata Navîn de wek her çar beşên Kurdistanê jî şerekî mezin diqewime. Li Sûriyeyê giştî û bi taybet jî li Rojava ev nêzî 14 sal in şerekî mezin diqewime. Ji bo wê şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi zanebûn hatiye hilbijartin. Heya di wê herêmê de çareseriyek siyasî, danûstandinên di asta ku berjewendiyên gelê Sûriyeyê bingeh digire neyên kirin, em nikarin qala çareseriyeke domdar bikin. Pirsgirêkên ewlekariyê zêde bûne. Ev şerê ku li Libnanê dimeşe û êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê dide diyarkirin ku wê bandora xwe li ser axa Sûriyeyê jî bike. Mirov dikare vê yekê bêje ku hêzên hegemon û mêtinger Sûriye kirine xeta agir. Rojavayê Kurdistanê jî, di nava agir de cîh digire,  Sûriye wek welatên cîran nêzî sînorên Tirkiyê û Iraqê ye. Her du welat jî her tim di milê leşkerî de û di heman demê de jî desthilatiyên ku wan welatan birêve dibin siyasetên xwe yên li hemberî gelê Kurd dûrî rêyên çareseriyê ne. Dewleta Tirk a dagirker siyaseta xwe ya heyî, her tim di aliyê şer û aloziyan de bi kar tîne. Gefên ku Tirkiye dixwe, êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne, pêwîste em  wek gel û tevger ji bo şerê giran xwe amade bikin. Hin aliyên dewletên hegemon û mêtînger di ragihandinên xwe de, amadekariyên hêzên parastinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin mijara nîqaşê. Kesên ku wî tiştî dibêjin xeteriya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nabînin û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava jî diparêzin. Eger ku em hez dikin aştiyeke mayinde pêk were, pêwîste em xwe ji bo şer jî amade bikin. Ji ber wê yekê pêwîste ku em parastina xwe xurt bikin.”

‘JI BO PARASTINA GELÊ XWE, HÊZÊN ME YÊN PARASTINÊ AMADE NE’

Foza Yûsif bal kişand ser hîma xweparastinê û got, “Wek hêzên me yên ewlehî û parastinê QSD, YPJ û HPC’ê jî, li hemberî êrîşeke gengaz a dagirkeriya Tirk li ser gelên heremê her tim di nava amedekariyê de ne. Raste liv û tevgerek heye, lê pêwîste ev yek bê xurtkirin. Divê gelê me bi giştî piştgiriyê bide zarokên xwe yên ku di çeperên şer de ne. Ji ber vê yekê pêwîste ku civak û gelê me wek her tim berxwedana kiriye di vê pêvajoyê de jî li kêleka hêzên xwe yên parastinê cih bigre û welatê xwe bi hev re biparêze. Pêwîste hemû welatiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin xwe weke şervanekî/e azadiyê bibîne û li ser vê bingehê erka xwe pêk bîne, ji ber ku parastina rewa mafekî xwezayî ye. Êdî her welatek xwediyê hêzên parastinê û ewlehiyê ne. Em jî wek pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji şerê li herêma me diqewime ezmûn girt û em dikarin li hemberî her êrîş û tundiya ku li hemberî me tê meşandin xwe biparêzin, ev yek jî bi saya felsefeya Rêber Apo ya yekîtiya gelên bindest e. Ev vîna gelê Rojava çeteyên DAÎŞ’ê şikandin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker vala derxistin. Tevger û hêzên me bi şêwazekî pispor li ser ramanên Rêber Apo xwe perwerde dike. Pêwîste civaka me bi ruhê avakirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li gel hêzên xwe yên ewlekariyê cih bigirin û xebatên parastinê bimeşînin.”

‘ŞERÊ LI HERÊMÊ JI BO BERJEWENDIYÊN DEWLETÊN MÊTINGER E’

Foza Yûsif di dewama axaftina xwe de got, “Ev şerê ku tê meşandin şerê desthilatiya hêzên hegemon e. Îsraîl hewl dide şerê xwe yê li hemberî Hîzbûllahê derbasî Sûriyeyê jî bike. Îran jî ji aliyekî ve bi zêdekirina hêzên çekdar ên girêdayî xwe li Sûriyeyê hewl dide ku nakokiyan kûrtir bike. Di demeke beriya niha de Îranê li ser baregehên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê yên li Hesekê êrîş pêk anî. Em wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nabin alîgirê ti kesî, ji ber ku ev şer ne di berjewendiyên gel de ye. Ev şerê ku niha dimeşe, tenê berjewendiyên dewletên dagirker bingeh digire. Lê dema ku şer li herêmê gur bû, em jî di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî û parastina civakî de xwe biparêzin û berjewendiyên gelê me ji beriya hemû tiştî ye. Di vê mijarê de wek xebatkar û endamên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwesta me zelal e. Metirsiyek wiha jî heye li holê, dibe ku dewleta Tirk a dagirker ji aloziyên ku hene sûd werbigire û êrîşekê li ser heremê pêk bîne. Ji ber gefên ku tên xwarin û êrîşên ku tên kirin di wê çarçoveyê de ne. Dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku aloziyên herêmê li gorî berjewendîyên xwe bi kar bîne û hewl dide çawa ku Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn dagir kir, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giştî dagir bike û demografiya herêmê biguherîne. Eger ev alozî zêdetir bibin di her alî de wê bandora xwe li ser herêmên rizgarkirî jî bike. Ji ber vê yekê, welatiyên ku li bajarên Sûriyeyê yên di bin desthiladariya Hikûmeta Şamê de cih digire dimînin, wê bixwazin derbasî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin. Ji bo ku bandora aloziyan li herêmên me jî nekin pêwîste ku çareseriyekî sîyasî û yekîtiya gelên herêmê pêk were. Helwesta Rêveberiya xweser ji bo çareseriyê gelekî girîng û watedar e. Ji ber ku Rêveberiya Xweser di yekîtiya Sûriyeyê de xwedî xebateke girîng e. Her carê Rêveberiya Xweser daye xuyakirin ku ji bo çareserî û guftugoyê amade ye. Lê hikûmeta Şamê xwe nêzî wan nîqaşan nake û bê bersiv dihêle. Em li vir dîsa wê peyamê ji bo aliyên peywendîdar dubare dikim û em wek gelên herêmê pêwîste yekîtiya xwe xurt bikin û li hemberî hemû êrişên siberojê yên ku biqewimin li ber xwe bidin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Newaya Jin panoramaya jinê ya salê destnîşan kir
Nûçeya Pişt re ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Komkujiya Taxa Gaziyê: Divê serokwezîra wê demê û kujer bên cezakirin

Di çalakiya bîranînê ya ku di salvegera qetlîama ku di sala 1995'an de li Taxa…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Divê destûra Sûriyeyê ya nû bi vîna jinê bê nivîsandin’

Jinên beşdarî konferansa ku li Hesekê bûn, anîn ziman ku eger rengê jinê di Sûriyeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Terora binçavkirinê: Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin, yek jê rojnamevan e

Li Îzmîrê polîsên Tirk avêtin ser malan, 4 kes binçav kirin ku yek ji wan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Dêrazorê mayîn bi erebeya QSDˊê de teqiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

316 xwendevanên Zanîngeha Kobanê derçûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Konferansa YRJ’ê bi dawî bû: Em ê têkoşîna xwe ya heqîqetê bêyî navber bidomînin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji bo şehîd Şervan Şoreş merasîma xiyabî hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?