Roja Çarşemê serokê Tevgera Îslamî yê Filîstînê yê siyasî Îsmaîl Haniye li Tehranê hat kuştin. Çend saet beriya vê êrîşê, roja Sêşemê Fermandarê Leşkerî yê Tevgera Îslamî ya Lubnanê yê Hîzbûllahê Fûad Şûkr li banliyoyên başûr ên Beyrûtê hatibû kuştin.
Ji ber van her du êrîşan metrisiya şer li tevahiya Rojhilata Navîn di navbera Îsraîl û Îranê û aliyê din di navbera komên girêdayî wan li Lubnan, Sûriye, Iraq û Yemenê belav bibe heye.
Di vê çarçoveyê de Wezareta Karên derve yê Fransayê bang li welatiyên xwe yên li Îranê kir ku, vegerin welatê xwe.