Pêncşem, 8 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Oznûr Bartin:: Kurd yek jî hîmên esasî yên paşerroja demokratîk a vî welatî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê nerazîbûna li dijî revandin û hewldanên sîxurkirinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: MGK li benda çi ye, pêvajo çima bi pêş ve naçe?

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Di mercên Birêz Ocalan de ti guhertin nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meha Îlonê herî kêm 226 karkerî jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkukê ceza li mamosteyê ku posterê şehîd Ziyad Heleb daleqandibû, hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê tehliyeya 9 jinên girtî bi kêfî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Gabrielle Lefevre: Eger em pêşerojeke demokratîk dixwazin, modela Rojava pêşeroj e!
Rojane

Gabrielle Lefevre: Eger em pêşerojeke demokratîk dixwazin, modela Rojava pêşeroj e!

Rojnamevan Gabrielle Lefevre diyar kir ku Rojava ji bo pêşeroja demokrasiya Ewropayê gelek girîng e û got, “Rojava rû bi rûyê xeteriya qirkirinê ye. Parastina Rojava û modela wê wezîfeya her kesî ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Sibat 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Dewleta Tirk û komên çeteyên girêdayî wê êrîşên xwe yên li ser herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, didomînin. Di êrîşên hewayî û bejahî de, jin û pitik jî di nav de sivîl tên qetilkirin. Li Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê ya dagirkirî, ji destpêka dagirkeriyê û vir ve sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin.

 

Ev sûcên ku ji aliyê dewleta Tirk ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên dagirkirî tên kirin, di 5-6’ê Sibatê de li paytexta Belçîka Brukselê ji aliyê Dadgeha Gelan a Daîmî (PPT) ve hate nirxandin. Ev rûniştin bi navê “Dadgeha Gelan a Rojava” hate lidarxistin. Rojnamevana Belçîkayî û Parazvana Mafên Mirovan Gabrielle Lefevre ku bi xebatên xwe yên di qada mafên mirovan de navdar bûye, di nava şandeya darazên dadgehê de cih girt.

Rojnamevan Gabrielle Lefevre Rojhilata Navîn ji nêz ve nas dike. Em têkildarî sûcên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, modela Rojava, bêdengiya civaka navneteweyî û gelek tiştên din bi Gabrielle Lefevre re axivîn.

Gabrielle Lefevre diyar kir ku Dadgeha Gelan a Daîmî pir girîng e û wiha got, “Bi dehan sal in ez xebatên vê dadgehê dişopînim. Bêedaletî û zextên li dijî gelan, tê îfşakirin. Me têkildarî helwesta şandeya dadgehê, pêşnûmebiryarek ragihand. Pêşnûmebiryara me têra xwe vekirî bû. Jixwe dijberiya me ya li hemberî sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirinê tê zanîn. Eger çav li vê rewşê were girtin, teqez wê ev qirkirin temam bibe. Lewma, divê civaka navneteweyî mudaxile bike, yan em ê rû bi rûyê qirkirinekê bimînin.

Karesata herî mezin a niha ya demokrasiyê ew e ku nikare qirkirinê asteng bike. Lê belê di destê me de hemû îspat hene. Min ji çavkaniyên din jî îspatên ku dozgeran pêşkêşî me kirine piştrast kir û derket holê ku her tişt rast e.

Desthilatdariya li Tirkiyeyê – serokkomar û wezîr – carna li ser medyaya dîjîtal çalakiyên xwe yên sûc weke ‘têkoşîna li dijî terorê’ nîşan didin û pesnê xwe didin. Di vê xalê de dixwazin raya giştî manîpule bikin. Hewl didin bandorê li raya giştî ya Tirk bikin û di asta navneteweyî de pêşî li rexneyan bigirin.”

RAPOR SÛCAN ÎSPAT DIKE

Gabrielle Lefevre destnîşan kir ku rastî li holê ne û zelal in û ev tişt bilêv kir: “Gelek raporên Neteweyên Yekbûyî, Human Rights Watch, Amnesty International û rêxistinên din ên navneteweyî hene. Ti kes nikare van rêxistinan bikire yan jî manîpule bike. Bi dehan salan pisporiya xwe îspat kirin. Ji xeynî xebatên dadgehê, me raporên van saziyan lêkolîn kir. Em gihiştin encamekê ku bi delîlên dozgeran re li hev dihatin.

Berxwedana li dijî dagirkeriyê, weke terorîzm tê pênasekirin. Li Sûriye û Rojava tiştên diqewimin, berxwedana li dijî hêzeke dagirker e. Yanî ne terorîzm e. Di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de berxwedêrên Ewropayî li dijî dagirkeriya Elman bûn. Ev berxwedêr ji aliyê Elmanan ve weke terorîst hatin pênasekirin. Lê belê di rastiyê de ew şervanên berxwedanê bûn. Di hin rewşan de berxwedan û berxwedana çekdarî neçarî ye.”

TIRKIYE BERPIRSYAR E

Gabrielle Lefevre di berdewamiya axaftina xwe de wiha pêde çû: “Komên ku em jê re dibêjin ‘şervanên wekîl’ ji aliyê Tirkiyeyê ve tên parastin. Ev kom ji aliyê Tirkiyeyê ve tên biçekkirin û rêvebirin. Di rastiyê de Wezîrê Parastinê yê Tirk van hêzan koordîne û organîze dike. Li herêmên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin rêveberî Tirk e, her tişt bi Tirkî tê kirin û hwd ev yek rewşê hîn zelaltir dike. Her wiha balafirên bêmirov û teknîkên ku tên bikaranîn, ne ayîdê van koman, ayîdê artêşa Tirk in.

Dadgeha Gelan a Daîmî (PPT) hewl dide balê bikişîne. Lê belê, konjonktura jeopolîtîk a heyî ew qasê tevilhev e ku, Neteweyên Yekbûyî jî bêçare ye û Serokkomar Erdogan jî vê pir baş dizane. Erdogan bi rengekî pir qurnaz, hiqûqa navneteweyî tune dihesibîne û zextên xwe yên li ser Rojava didomîne. Dixwaze modela demokratîk a li ser esasê wekheviya jin-mêr a Rojava ji holê rake. Ji ber ku ev model ji bo Tirkiyeya muhafazakar a li ser esasê yek olê, gef e. Peymanên Cenevre û hiqûqa navneteweyî jî, bi temamî tune tên hesibandin.”

GUHERTINA VÊ NÊZÎKATIYÊ

Gabrielle Lefevre diyar kir ku ev bi rastî jî rewşeke tevlihev e û got, “Mesele ne modernîzekirina van e, tenê divê bên sepandin. Jixwe pirsgirêk jî li vir e, hêzên serdest ên cîhanê naxwazin van peymanan bisepînin. Bo nimûne Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê rêzê li tu peymanê nagire û hiqûqa navneteweyî paşguh dike. Wisa bawer dike ku ev peyman ji bo wê derbasdar nînîn. Ev hevsengiya hêzê ye lê divê em welatî zextê li ser hikûmetên xwe çêkin ku di vî warî de gav biavêjin. Lê li hember rewşa li Rojava, welatên biçêk yên wekî Belçîkayê jî dikarin midaxele bikin. Heger çend welatên wiha werin ba hev em dikarin rewşê biguherînin. Loma divê em hêviya xwe ji dest nedin. Lê belê divê niha em demildest ji bo rawestandina qetlîamên li Rojava bixebitin. Ne tenê gel, divê em rê li ber çand, bîr û modela ku dê ji bo cîhanê bibe mînak jî biparêzin.

Divê gelê Sûriyeyê bi xwe modela Rojava daxwaz bike lê ne xwedî wê hêzê ne. Niha komeke cîhadîst li ser desthilatê ye û pêvajoke derbasînê dijîn. Her wiha ev kom dibêje ku hazir e feraseta rêvebirinê biguherîne û ew ê kiryarên DAÎŞ’ê neke. Em jî li benda vê ne ku bibînin. Bi ya min ev ne demokrasiyeke têkûz e lê ne dîktatoriyeke xwînxwar û tundrew a îslamîst e jî. Lê em ê binêrin ka wê bikare pêkhateyên cuda yên civaka Sûriyeyê bîne ba hev an na.”

ROJAVA JI BO PÊŞEROJÊ MODELEKÊ PÊŞKÊŞ DIKE

Gabrîelayê diyar kir ku modela Rojava li gelek welatên ku baweriyê bi demokrasiyê tîne dikare bibe mînak û wiha got: “Demokrasiya me bi rastgiriya tundrew hatiye sînordakirin. Loma modeleke me nîne. Loma bi ya min divê hindî ji destê me tê em piştgiriya vê modelê bikin, ev modela pêşerojê ye.

Heger em pergaleke demokratîk bixwazin, va ye modela Rojavayê pêşeroj e. Ew hemû pirsgirêkên çînî, aborî û zayendî çareser dike. Ew modeleke nûjen a li gor teknolojî, felsefe û çanda civakan e. Heger rêveberên li Sûriyeyê xweseriyê qebûl bikin, ev dê ji bo pêşerojê bibe gaveke gelek mezin. Lê desthilat tişta em dibêjin xweserî wek serwerî dibînin û feraseta xwe ya serweriyê datînin beramberî serweriya yên din.”

‘EM PIŞTGIRÊN OCALAN Û PKK’Ê NE’

Gabrielle Lefevre axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em her tim alîgirê têkoşîna PKK û Ocalan in û gelek kesên din jî berdewam piştgiriya wan dikin. Pêşverûyên li Belçîkayê bi vê têkoşînê re her tim di nav pilştgiriyê de bûne.

Her wiha îro di navbera Îmralî û desthilatê de çend danûstandin hene lê ez naveroka wê nizanim, tekane tişta ku dizanim ew e ku Serokkomarê Tirkiyeyê modela Rojava li Tirkiyeyê naxwaze. Loma dixwaze vê modelê li Sûriyeyê jî ji holê rake. Ji ber ku serkeftina modeleke wiha ya nêzî sînorên wî ji bo wî metirsîdar e. Lê dîsa jî ev Erdogan e, diyar nabe ka wê çi bike.

Her çiqas ev rewşeke tevlihev be jî li welat gelek pêşverû hene ku dê berdewam piştgiriya Kurdên berxwedêr bikin. Tenê divê mirov hêvîdar be û berdewam modela Rojavayê bide naskirin. Ji ber ku divê ev modele feyzeke mezintir bide her kesê ku alîgirê demokrasî û modernîzmê ye. Ev şoreşek e ku ji cudahiyên gerdîşî yên wekî feqîr û dewlemend, jin û mêr derbas dibe û mafê herkesî di nav civakê de mîsagor dike ku di nav qalibên rêz û xweşbîniyê de bi rêbazên xwe beşdarî civakê bibe û wê dewlemendtir bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BRUKSEL 

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rojnamevan Oznûr Deger hate sirgûnkirin
Nûçeya Pişt re Heyeta DEM Partiyê ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li DYE’yê hejmara kesên bêmal gelekî zêde bûye

Li DYE’yê ji ber xizanî, nîjadperestiya sîstematîk û kêmbûna xaniyan di sala 2024’an de hejmara…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji KON-MED’ê peyama 1’ê Gulanê

KON-MED’ê, ragihand ku ew ê di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de li qadan bin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Şervanên Bendava Tişrînê: Dijmin li hemberî berxwedanê dişikê

Dewleta Tirk a dagirker bi dehan roj in êrîşên xwe yên li ser Bendava Tişrînê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Oznûr Bartin:: Kurd yek jî hîmên esasî yên paşerroja demokratîk a vî welatî ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 8’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Wanê nerazîbûna li dijî revandin û hewldanên sîxurkirinê

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: MGK li benda çi ye, pêvajo çima bi pêş ve naçe?

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?