Nivîskara Sînemayê û damezrînera platforma Sînemaya Serbixwe Gamze Çakan li ser têkiliya sînema û aştiyê ji ANF’ê re axivî. Gamze Çakan bal kişand ser girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got, “Bidawîbûna pevçûneke ku ev qas dirêj kiriye û mirov û welat westandiye. Heke em bi rastî aştiyê dixwazin, divê em cih bidin wan çîrokên ku em li dijî wan derdikevin û me heta niha guh nedayê. Rewşa şer û pevçûnan ne tenê mirovên li kolanê, hunerê jî bênefes dihêle.”
Gamze Çakan destnîşan kir ku bêdengbûna çekan girîng e lê niha azadî pêwîst e: “Pêwîste em karibin jiyanekê ava bikin ku mirov dema bi zimanê xwe diaxivin, nasnameya xwe îfade dikin û êşa ku dikişînin vedibêjin xwe di nava fikar û tirsê de hîs nekin.”
Gamze Çakan wiha berdewam kir: “Tişta ku sînema dikare li vir bike ne ew e ku her kesî bi heman nêrînê îqna bike. Fîlmekî baş dikare me aciz jî bike, dikare vegotina ku em hînî wê bûne jî xera bike. Bi ya min pêwîstiya me bi vê yekê heye. Lê ji bo vê jî pêwîste sînemakar karibin bi awayekî azad berheman biafirînin û fîlm bigihêjin temaşevanan. Heke em bi rastî aştiyê dixwazin, divê em cih bidin çîrokên ku ne bi dilê me ne, em li dijî wan derdikevin û me heta niha guh nedaye wan.
‘SÎNEMA DIKARE TEVKARIYÊ LI CIVAKÎBÛNA AŞTIYÊ BIKE’
Sînema dikare zimanê sar û dûr ê siyasetê afirandiye bişikîne, meseleyê mirovî bike û aştiyê civakî bike. Siyaset sînoran xêz dike, li ser şert û mercan diaxive lê nikare mesafeya di dilê mirovan de bigire. Heta ku em êşa kesekî din fêhm nekin, wê aştî tenê weke lihevkirineke li ser kaxizê bimîne. Her wiha fîlmekî baş dikare mirovên ku qet hevdu nas nakin, belkî jî ji nêzîkbûna hevdu ditirsin, di saloneke tarî de li dora heman hestê kom bike. Ew hesta hevpar a di wê salonê de tê jiyîn, dikare bibe yek ji rêyên herî kurt ên derbaskirina dîwarên nedîtî yên ku bi salan di navbera me de hatine hûnandin. Ji bo ku mirov hînî ziman, çand û hebûna hevdu bibin, ji dirûşmeyan wêdetir pêwîstî bi vegotinên ku qadê ji serpêhatiyên cihêreng re vedikin heye. Veguhastina van vegotinan li ser perdeyê bi rengekî bê sansûr û durust, dikare tevkariyê li civakîbûna aştiyê bike.
Bi ya min xefika herî bingehîn ew e ku em Kurdan ne bi cihêwaziyên di navbera wan de, ne bi jiyana wan a rojane û ne tenê weke nûnerên meseleyekê bibînin. Bi qasî ku herêmê li ser xizanî, toreyê û tundiyê vegotin, mirovan bîne asta kirdeya tenê êş dikişînin an jî têne wekî leheng nîşan dide nêrînê teng dike. Di fîlmekî xwedî niyeteke baş de jî ev yek dikare bibe. Ferqa di navbera girîngîdayîna êşa mirovekî û dîtina wî ya tenê ji êşê de heye. Di karekterm Kurd de mîzah, evîn, derdên ji rêzê û nakokî jî hene. Cihdayîna van nayê wateya ku neheqiyên hatine jiyîn têne paşguhkirin. Berevajî vê dihêle em wan jiyanan baştir bibînin.”

