Komên çekdar ên ku tê diyarkirin Tirkiye piştgiriyê dide wan û girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ne, li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê ku hejmara wan piranî Kurd e, êrîşên xwe yên li ser niştecihên sivîl didomînin. Di bombebaranên bêserûber û dijwar de heta niha 3 sivîl ku 2 ji wan jin in hatin qetilkirin, di nav de zarokên du û sê salî 17 kes birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên herêmî; di êrîşan de li taxa Şêxmeqsûdê Kolana Zihor, derdora rêya Kastêlo û herêma Şiqeyêf; li rojavayê Eşrefiyê herêma Şîhanê û çerxerêyên Lêremon û Zeytûnê; li taxa Benî Zêdê jî Çerxerêya Tirkawî hatin hedefgirtin. Li herêmê êrîş hîn jî berdewam dikin û balafirên bêmirov li ser taxan difirin. Êrîş hîn jî didomin.
KOMÊN ÇETE YÊN ÇEKDAR Û ALOZİYA ZÊDEBÛYÎ
Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku di navenda aloziya hefteyên dawî de ne, îro careke din bûn qada êrîşên komên çete yên wekî El-Hamzat (Tûgaya Hemze), El-Emşat (Tûgaya Silêman Şah) û Nûredîn Zengî. Her çend ev kom xwe wekî pêkhateyên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Wezareta wê ya Parastinê pênase bikin jî, tê dîtin ku rewşa li wir ji vê wêdetir e.
Tê dîtin ku ev pêkhate ji aliyê Tirkiyeyê ve tên perwerdekirin, çekdarkirin û di bin çavdêriya leşkerî-îstîxbaratî de tevdigerin; ev çavdêriyên ku dibêjin ev kom li gorî armancên stratejîk ên Enqereyê têne bi cih kirin, nîşan didin ku êrîş ne “çalakiyên herêmî û bêkontrol” in.
TÊKILİYÊN BI ŞAMÊ RE Û DEMA ÊRIŞAN
Balkêş e ku êrîş tam piştî peywendiyên di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rêveberiya Şamê de pêk hatin. Piştî navbereke dirêj, şandeyek ji Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û endamên Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sozdar Hacî û Sîpan Hemo pêk dihat, di 4ê Rêbendanê de ji bo berdewamkirina hevdîtinên di bin sernavê entegrasyona leşkerî de çûn Şamê. QSD’ê ragihandibû ku alî li ser berdewamkirina hevdîtinan di çarçoveyeke saziyî de heta ku encameke dawî bi dest bixin, li hev kirine.
Êrîşên ku tam piştî vê pêvajoyê pêk hatin, nirxandinên di raya giştî de ku ev çalakî ne tesadufî ne û armanc jê sabote kirina pêvajoya diyalogê ye, xurttir kirin.
DAXUYANİYÊN SİYASÎ Û REFLEKSÊN LI QADÊ
Daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yên di roja êrîşan de ku QSD’ê hedef girtin jî bal kişand. Bahçelî bi gotina “Ya bi lihevkirinê yan jî bi darê zorê divê avahiya unîter, yekpareyiya siyasî û axê ya Sûriyeyê were avakirin” zimanekî gefwarî yê eşkere bi kar anî.
Hema piştî vê daxuyaniyê, li Helebê careke din hedefgirtina niştecihên sivîl, peywendiya di navbera dema êrîşan û peyamên siyasî de hîn zelaltir dike.
Êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ji hewildanên leşkerî yên yekane wêdetir, wekî parçeyek ji stratejiyeke navendî têne meşandin. Armanc; astengkirina peywendiyên ku di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de pêş dikevin, kûrkirina bêîstîqrariya li herêmê û bi avakirina zemînekî nû yê şer, vekirina qadan ji polîtîkayên dagirkeriyê re ye.
Daxuyaniyên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê yên demên dawî ku digot “Heke Şam planekê bike û însiyatîfê bigire, em ê her cure piştgiriyê bidinê” jî di vê çarçoveyê de têne girtin. Ev gotin, wekî nîşaneyên girîng ên derbarê vîna siyasî ya li pişt êrîşên li qadê têne şîrovekirin.
Ev rewş nîşan dide ku êrîş ne “çalakiyên komên herêmî yên bêkontrol” in, berovajî vê yekê, berhemê plansaziyeke navendî ne. Her wisa dide xuyakirin ku êrîş ne tenê pirsgirêkeke ewlehiyê ya herêmî ne, di heman demê de parçeyek ji polîtîkayeke berfirehtir in ku hevsengiyên herêmî armanc digirin.
QSD’Ê Û RÊVEBERİYA XWESER HIŞYARÎ DAN
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û komên çekdar ên girêdayî Şamê, li derdora Bendava Tişrînê ya ser bi kantona Tebqayê, li Girê Syraitel û herêma Der Hafirê bi hawan, çekên giran û dronên xwekuj êrîşî niştecihên sivîl kirine. QSD’ê destnîşan kir ku êrîş rasterast gefê li jiyana sivîlan dixwin û bal kişand ku ewlehiya gelê herêmê di bin rîskeke mezin de ye.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî banga rawestandina tavilê ya êrîşan, cezakirina berpirsiyarên wan û vegera li rêya diyalogê kir. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser mozaîka pirçandî ya Sûriyeyê û hate destnîşankirin ku çareseriyeke berfireh û gerdûnî pêwîst e.

