1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek bajaran hate silavkirin. Di çalakiyan de êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin.
RIHA
Bi pêşengtiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gundên navçeya Pirsûsê ya Rihayê pîrozbahî hate kidarxistin. Pîrozbahî bi dirûşma “Şoreşa Rojava hêj jî hêviyê dide gelan” hat lidarxistin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, endama Meclisa Partiyê (PM) a Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, Hevşaredarê Pirsûsê Muslum Baran û gelek kes tev li bûn.
Girseya ku li nêzî gund hate gel hev, bi dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Kobanê neket dê nekeve” û “Her der Kobanê her der berxwedan” meş li dar xist. Di meşê de pankarta “1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz be” hate hilgirtin û gelek caran çepik hatin lêxistin û tililî hatin avêtin. Piştî meşê jî daxuyanî hate dayin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û wiha got: “Şoreşa Kobanê şoreşa jinê ye. Bedelên giran hatin dayin. Ji bo jiyaneke wekhev û azad têkoşîneke mezin hate dayin. DAIŞ têk çû lê êrişên ser Kobanê hêj didomin. Kobanê neket û wê nekeve.”
Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar jî bi bîr xist ku berxwedana Kobanê 135 rojan domiyaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji 7 salî heta 70 salî her kes tev li berxwedanê bû. Kobanê, berxwedana me ye. Em wan kesên rûmeta mirovahiyê parastin silav dikin. Kobanê ji DAIŞ’ê re bû goristan. Kobanê ji bo hemû gelên cîhanê bû hêvî. Nîşan da ku serî natewîne. Bijî berxwedana Kobanê.”
Endama PM’a ESP’ê Beycan Taşkiran jî wiha got: “Em Kobanê ya li hemberî me silav dikin. Em silavên xwe ji bo her kesên ji bo jiyaneke wekhev û azad têdikoşin re dişînin. Em 33 rêwiyên xeyalan ên ji bo avakirina jiyaneke nû ya li Kobanê derketin rê jî bi bîr tînin. Çi dikin bila bikin dê nekarin me ji nirxên me dûr bixin. Kobanê tevî êrişan jî li ber xwe dide. Em wan silav dikin. Em ê bi ser kevin.”
Çalakî bi dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Jin, jiyan, azadî” û bi stranên berxwedanê bi dawî bû.
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê li ber avahiya rêxistina partiya xwe ya Cizîrê tekildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê daxuyanî da. Rexistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclisa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) Komela Yekitî Çand Piştgirî û Piştevaniyê ya bi Kesên Zarokên xwe li Derguşa Şaristaniyê Windakirinê re (MEBYA-DER) û parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser “Şoreşa Rojava hêviya hemû gelan e” dinivisî û dowîzên ku heman nivîs li ser bûn hatin hilgirtin.
Metna daxuyaniyê ya hevpar ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen ve hat xwendin. Gungen, anî ziman ku berxwedana Kobanê heviyeke mezin daye gelên Rojhilata Navîn û wiha axivî: “Têkoşîna jinan a ji bo azadî û wekheviyê ji bo jinên cîhanê bûye mînak. Kobanê bajarê sembola jiyana azad, wekhev û hevpar bû ruhê hevpar ê hevgirtin û têkoşîna navneteweyî. Kurd, ereb, ermen, çerkez li Kobanê; gelên herêmê ji 7 salî heta 70 salî bi taybet êzidî û suryanî û sosyalîst, jin û ciwanên ji çar aliyê cîhanê ku li dijî kapîtalîzmê û rejîmên li dijî gelan piştgirî dan berxwedan û şoreşê, berxwedaneke mezin kirin û bi ser ketin. Vê serkeftinê ji bo gel, nasname û baweriyên li Rojava li ser esasê wekheviyê bi hev re di nava aştiyê de bijîn pergalek ava kir.”
Piştre parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez axivî. Îrmez jî bal kişand ser wate û giringiya rojê û wiha got: “Ew roj ne tenê ji gelê kurd re ji hemû gelên cihanê re pîroz e. Îro desthilata AKP’ê û MHP’ê hewl dide hovitiya ku DAÎŞ’ê nekarî pêk bînê, pêk bîne. Em bang li desthilata AKP’ê û MHP’ê dikin ku dev jî van êrişan berdin. Ew pergala ku îro li Rojava hatiyê demezrandin ji bo hemû gelên cihaneyê. Li dijî taritiya DAÎŞ’ê weke çirûskek li hemû dinyayê belav bû ye. Heta ku gelê kurd û gelê bindest negihijin xeyalên xwe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma, “Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû.
RIHA
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê têkildarî Roja Kobanê ya Cîhanê li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Li eywana civîn lê hate lidarxistin pankarta “1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz be” hate daliqandin. Rêvebera Şaxa ÎHD’a Rihayê Songul Arpa ya di civînê de axivî, bi lêv kir ku ji bilî têkçûna DAIŞ’ê îro êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin û got: “Li dijî şer û pevçûnan em ê têkoşîna xwe ya aştiyê bi israr bidomînin.”
AMED
Rêxistinên DBP’ê û DEM Partiyê yên Amedê têkildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê li ber avahiya Rêxistina DBP’a Amedê daxuyanî da. Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî parlamenter tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de parkarta “1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ya pîroz be” hate vekirin û dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin.
Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray a di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Kesên ku dixwazin gelê kurd ê li ser axa xwe ji holê rabike dê biçin. Gelê kurd ji bo parastina mafê xwe bi salane têdikoşe. Êdî dest ji axa kurdan berdin. Berdin bila kurd bi awayekî aza dli ser axa xwe bijîn. Rojava li cîhanê bûye mînak. Bi têkoşîna gelê kurd li wir pergaleke demokratîk hate avakirin, ji cîhanê re bû mînak. Em dibêjin bila ev pergal li cîhanê belav bibe.”
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn jî destnîşan kir ku berxwedana Kobanê ji gelên Rojhilata Navîn re bû hêvî û wiha got: “Sekna bi biryar a li dijî tarîtiya DAIŞ’ê derket ji kesên digotin ‘Kobanê ha ket ha dikeve’ re bû bersiv. Sekna bibiryar mizginiya pêşerojeke azad da. Jin bûn sembola bingehîn a berxwedanê û êrişên hovane pûç kirin. Jin ji hemû jinên cîhanê re bûn mînak. Kobanê ya bû bajarê sembol ê azadî, wekhevî û jiyana hevpar bû ruhê hevpar ê piştevaniya enternasyonal û berxwedanê.”
Şahîn, bal kişand ser êrişên dawî yên li ser Kobanê û wiha domand: “Faşîzma AKP’ê û MHP’ê bi bloka şer ava kirine tasfiyekirina hemû destkeftiyan bi israr didomîne. Divê were zanîn ku gelên ku li dijî hemû êrişan li ber xwe dan, duh çawa bi berxwedaneke bêhempa li ber xwe dabin divê were zanîn ku dê îro jî qet ji berxwedanê tawîz nedin.”
MÊRDÎN
Bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji aliyê DBP’ê, DEM Partî û TJA’yê ve daxuyanî hate dayîn. Girseya ku hate ber avahiya DEM Partiyê ya navçeyê pankarta “Şoreşa Rojava ji gelan re dibe hêvî” vekir. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin a li vir axivî, diyar kir ku têkoşîna gelê kurd li Kobanê da ji bo gelên cîhanê bû mînak û wiha got: “Heta ku kurdek hebe wê Kobanê nekeve.”
Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
WAN
Bi pêşengtiya rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Wanê û TJA’yê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyanî hate dayin. Daxuyanî li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya bajar hate dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Kobanê serkeftina ronahiyê ya li dijî tarîtiyê ye” hate hilgirtin û dovîzên “Em 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz dikin”, “Kobanê rûmeta me ye” û “Bi Arîn Mîrkanan ber bi serkeftinê ve” hatin hilgirtin.
Di daxuyaniyê de ji ewil ji bo kesên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin û piştre helbest hatin xwendin. Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt di daxuyaniyê de bal kişand ser têkoşîna tevgera jinên kurd. Kurt, wiha got: “Jinan pêşengtiya berxwedana Kobanê kirin û li dijî zîhniyeta mêrê serdest têkoşiyan. Jinan heta serkeftinê li ber xwe dan û têkoşiyan. Jinan dîrok nivîsandin û li her devera cîhanê di dîrokê de cihê xwe girtin. Em careke din vê berxwedana bêhempa silav dikin.”
Bername bi tililî û gerandina govendê bi dawî bû.
MÛŞ
Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Mûşê jî li ber avahiya rêxistina bajar daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Bijî berxwedana Kobanê” hate hilgirtin û gelek kes tev li bûn.Hevserokê DEM Partiyê yê Mûşê Yafes Dînar anî ziman ku 1’ê Mijdarê ji bo her kesên aştî û mafên mirovan diparêzin rojeke girîng e. Dînar, anî ziman ku 1’ê Mijdarê roja berxwedana bêhempa ya Kobanê ye.
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
COLEMÊRG
Rêxistina DEM Partiyê ya Gever a Colemêrgê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Meclisa Dayikên Aştiyê, endamên rêxistinên DEM Partiyê yên Colemêrg û Geverê û gelek kes tev li bûn. Girse ji ewil çû serdana esnafan û 1’ê Mijdarê li wan pîroz kir. Piştî serdanê jî girse hatiye pêşiya avahiya DEM Partiyê û li wir li ber stranên kurdî govend gerandin. Di govendê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Kobanê dimeşe erd û esman diheje” hatin berzkirin.
Piştre jî Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez axivî û êrişên dawî yên li dijî Kobanê bi bîr xist. Sevmez, wiha domand: “Dê ruh û ronahiya berxwedana Kobanê afirandî tu caran venemire. Bi vê bîr û baweriyê em ê tu caran ji maf û destkeftiyên xwe paşvegavê neavêjin.”
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû.
EDENE
Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê jî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr di daxuyaniyê de wiha got: “Dê ruh û ronahiya berxwedana Kobanê afirandî tu caran venemire. Bi vê baweriyê em ê tu caran dev ji azadî, maf û destkeftiyên xwe bernedin û paşvegavê neavêjin. Em ê xwedî li bihara berxwedana Kobanê ji bo gelan afirandî derkevin. Çiraya Kobanê li dijî tarîtiyê ji bo mirovahiyê vêxistin hêj rêya parastvanên wekhevî û azadiyê ronî dike. Di 11’emîn salvegera vê berxwedana pîroz de em careke din ruhê piştevaniyê yê enternasyonalîst a gelên cîhanê ku pêşeroj ronî kiriye û tarîtiya DAIŞ’ê çirand silav dikin. Em Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz dikin.”
Piştî axaftinê, Sûat Ekîn helbesta “Kobanê” xwend. Çalakî bi guhdarîkirina stranan û gerandina govendê bi dawî bû.
ÊLIH
Li Êlihê bi meş, daxuyaniya çapemeniyê û xwendina helbestan berxwedana Kobanê hat silavkirin. Girseya gel a li pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê kom bû pankarta “Kobanê rûmeta me ye” û dovîzên “Şoreşa Rojava heviya gel e”, “Em hebûn, em hene, hem ê hebin”, “Aştî jiyan e” û “Em ji bîr nakin” hilgirtin.
Parlamentera DEM partiyê Zeynep Odûncû û bi sedan kes tevlî meşê bûn. Girseyê bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana Kobanê” bersiv da hewldanên astengkirina polîsan. Meşa heta ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Gulistanê dom kir û li wir daxuyanî hat dayîn.
Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk diyar kir ku planên qirêj ên hêzên emperyalîst bi berxwedana Kobanê hatin pûçkirin û destnîşan kir ku şoreş ji bo Rojhilata Navîn bûye vîngeh. Piştre parlamentera DEM Partiyê Zeynep Odûncû axivî û diyar kir ku Şoreşa Kobanê hêviya gelan e.
Piştî axaftinan hunermend Sevda Adîbellî bi beşdaran re sirûda “Herne Pêş” got.
MÊRSÎN
Li rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê ji bo Roja Kobanê çalakî hat lidarxistin. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û piştre parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca axivî . Perîhan Koca diyar kir ku şoreşa Kobanê hêviya navneteweyî da gelên cîhanê û got, “Hem ji bo gelan û hem jî ji bo jinan şoreş bû. Ev şoreş ne tenê meşa şoreşgerî ya li dijî tarîtî, barbarî û hovîtiya DAIŞ’ê ye, di heman demê de têkoşîna li dijî hevkarên wê ye. Me li Kobanê dît ku komareke demokratîk û jiyaneke cuda pêkan e.”
Piştî axaftinê çalakî bi stranên Kadîr Çat bi dawî bû.