Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Derya Arslan ji ANF’ê re li ser rêveçûna pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ axivî û anî ziman ku li qadên Newrozê bendewariya herî mezin a gel bidawîbûna rewşa nediyar û avêtina gavên şênber bû.
Derya Arslan bi bîr xist ku rapora komîsyonê ji gavên îdarî û qanûnî yên şênber pêk tê, ne ji daxwazên neşênber û got, “Bicihanîna van gavan wê pêvajoyê bi pêş ve bibe. Bi rojan e li qadên Newrozê me. Ciwan dipirsin, dayik dipirsin, mirovên ku di vê oxirê de bi salan berdêl dane dipirsin: ‘Ev pêvajo ber bi ku ve diçe, wê kengî gavên şênber bêne avêtin?’ Êdî nepêkan e ku bersivên nediyar ji gel re bê dayin. Gel êdî li benda gavê ye, ne hêvî û gotinê. Ya ku gavê biavêje jî desthilatdarî ye.
Ji bo bêdengbûna çekê û afirandina atmosfera bêşer Birêz Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd îradeyeke mezin û dîrokî danîn holê. Niha ji bo destpêkirina qonaxa duyemîn divê bersiv ji vê îradeyê re bê dayin. Di ti tecrûbeya cîhanê de nehatiye dîtin ku aştî bi rengekî yekalî bê meşandin.”
Derya Arslan anî ziman ku rapora komîsyonê ne belgeyeke welê ye ku meseleya Kurd bi temamî çareser bike, lê bellê pirek e ku dikare vê meseleyê bi ser zemîna hiqûqî û siyasî ve bikişîne û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Birêz Ocalan muzakerevanê sereke yê pêvajoyê ye, şert e ku mercên ragihandina azad û karkirina azad jê re bêne afirandin. Di vir de nuqteya krîtîk ev e: Sererastkirinên têkildarî Birêz Ocalan ne bi pratîkî lê bi fermî be û li ser statuyeke qanûnî bê rûniştandin. Zemîneke ku îro derfetê dide, lê sibe dikare jê bistîne garantî nîne; rewşeke nediyar e.
Li gel vê yekê divê qanûna çarçoveyê bê derxistin ku mafê siyaseta demokratîk a PKK’yiyan garantî bike û li hemberî pêvajoyeke dadgeriyê wan biparêze. Ji bo bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn pêwîstî bi sererastkirineke nû nîne; têrê dike ku desthilatdarî helwesteke zelal nîşan bide, van biryaran bi lez bi cih bîne. Qeyûm jî divê êdî bi temamî ji rojeva welêt bêne derxistin.”
Li ser guhertinên lezgîn ên têkildarî sererastkirinên qanûnî jî Derya Arslan got, “Destpêkê pêwîstî bi qanûna çarçoveyê heye. Bêyî bê gotin, ‘lê belê…’ Heta ku entegrasyona demokratîk neyê garantîkirin, guhertinên din ên bêne kirin wê weke lêkirina avahiyê li ser zemîneke çiravî be; çiqasî qewîn wiya bike jî ne xurt e.
Heman piştî qanûna taybet divê qanûnên demokratîkbûnê bikevin rojevê. Zemîna sêalî ku Birêz Ocalan bi salan e tîne ziman pisûlaya vê yekê ye: Siyaseta demokratîk, lihevkirina demokratîk, hiqûqa gerdûnî. Azadiya siyaset û rêxistinbûnê, perwerdeya bi zimanê dayikê, demokrasiya xwecihî û pênaseyeke welatîbûnê ku her kes xwe di nav de bibîne… Ev hemû bêguman bi carekê nikarin bêne kirin. Lê belê ji bo bicihanîna van gavan divê îardeyeke siyasîya xurt û rêyeke zelal bê danîn. Eger dewlet û desthilatdarî vê îradeyê nîşan bidin, bi piştgiriya muxalefetê re hin sererastkirinên qanûnî ne bi mehan lê bi hefteyan dikare bê kirin.
Dixwazim vê yekê bi şênberî bibêjim: Tirkiye îro di nava konjonkturekê de ye ku dîrok kêmcaran pêşkêş dike. Avaniya hesas a li Sûriyeyê ku dikare bişikê, şerê li Îranê kûr bûye, nearamiya li Iraqê ku zêde bûye û rewşa nediyar a li her paytextekî Rojhilata Navîn. Ev wêne hem hişyariyek e hem jî firsendek e. Hişyarî ev e: Bêyî çareserkirina meseleya Kurd pêşwazîkirina vê pêlê dikare ji her alî ve bandoreke neyînî li Tirkiyeyê bike. Rewşeke nû ya nearam a li herêmê wê meseleyên neçareserbûyî yên li welêt mezintir bike, wê derî li provokasyonan veke.
Firsend jî ev e: Bi meseleyeke Kurd a hatiye çareserkirin re Tirkiye dikare her cûre pêla hişk beralî bike. Enqereyeke ku Kurdên li çar parçeyan bi rengekî cihê baweriyê lê dinihêre, dikare li Rojhilata Navîn di veguherînê de bibe aktorek. Enqere eger jeopolîtîka Kurd a ku xurt dibe ne weke gefekê lê belê weke zemîneke tifaqê bibîne, dikare li herêmê bibe stêrkek ku dibiriqe. Tirkiye ya ku aştiya wê hatiye taloqkirin, dikare neçar bimîne ku tenê li vê konjonktura dîrokî temaşe bike.”
Derya Arslan ragihand ku li gorî tecrûbeyên çareseriya şer ên li cîhanê, bêyî nexşeyeke rê û îradeyeke siyasî ya Kurd pêvajoyên aştiyê nikarin bêne temamkirin û got, “Tirkiye dikare vê dersê ji tecrûbeyên xwe yên çareseriyê werbigire. Girîngiya bernameyê ne tenê teknîkî ye, her wiha psîkolojîk û civakî ye. Pêvajoyeke li ber çavan wê baweriyê bide civakê. Civaka ku bawer bike jî wê rê nede provokasyon û hewldanên sabotekirinê. Pêvajoya ne li ber çavan jî wê rewşa nediyar xwedî bike. Rewşa nediyar jî astengiya herî mezin a li pêşiya pêvajoyên aştiyê y. Ji ber vê jî em ji desthilatdariyê dixwazin ku li gel bernameyeke rêveçûnê nexşerêyeke şênber bi raya giştî re parve bike.”

