Ji bo tevlîbûna li mîtînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ ku wê îro li Êlihê bê lidarxistin, ji bajarên cuda girseya gel bi rê ket.
Xelkê Botanê ku li Kercewsê li hev kom bû, bi gerandina govendê bi rê ket. Ji nvaçeyên Amed û Mêrdînê jî girseya gel bi rê ket û li Bismilê li hev kom bû. Li vê derê jî govend hate gerandin û bi dirûşm û tilîliyan bi rê ket.