Şemî, 28 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kurtulmuş, bal kişand ser girîngiya daxuyaniya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÇHD: Rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de ye nebaş e, divê daxwazên wan pêk bên

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Êdî divê hiqûqa aştiyê were nivîsandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê em derbasî qonaxa avakirinê ya pozîtîf bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga 27’ê Sibatê: Civîna çapemeniyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DBP û TJA’yê bang li dewlet û desthilatdariyê kir ku gava şênber biavêje

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mehmet Vural jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa ‘Mafê Hêviyê’: Bang sererastkirinên qanûnî li hikumetê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê ji bo hunermend Yedullah Mihemedî peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehwen Çiyako: Garantiya hebûna Kurdan û bersiva pêvajoyê yekîtî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amedî: Bawerî bi gavên şênber dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeyek Şengalê serdana Bexdayê kir, banga diyalogê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    JKŞ: Em bi yekîtiya jinan hene

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên 8’ê Adarê yên li Mexmûrê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Eger Iraq dixwaze parastina me bike, bila YBŞ-YJŞ’ê nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê pêşangeha ‘Jin, Jiyan, Azadî – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Jinê’ hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Çanda Jinên Kurd li Berlînê dest pê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan ne tenê daneyên statîstîkî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Gelê kantona Cizîrê bi yek dengî bang kir: Berxwedan Jiyan e
Rojava

Gelê kantona Cizîrê bi yek dengî bang kir: Berxwedan Jiyan e

Li 6 bajarên kantona Cizîrê, bi hemdemî veşartina şehîd Ziyad Heleb û hevalên wî ku li Şehîdgeha Dîcle ya Kobanê hatin oxir kirin, merasîm û çalakiyên bîranîna şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd hatin lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hemdemîtî destpêkirina merasîma oxirkirina fermandar şehîd Ziyad Heleb û hevrêyên wî Birûsk û Malik li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê yê kantona Firatê, bi armanca şermezarkirina sûc û komkujiyên çeteyên hikumeta demkî yên bi desteka dewleta Tirk a dagirker li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê, çalakiyên curbicur li kantona Cizîrê hatin lidarxistin.

HESEKÊ

Gelê bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe bi çalakiyek girseyî li Çerxerêya Kevokê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de hevserokê Meclisa Bajarê Hesekê Farûq Tozo li ser navê meclisê sersaxî da malbatên şehîdan û tevahî gelê herêmê.

Tozo got helwesta tevahî şêniyên Hesekê ew e ku bi fedarkiyên fermandarê fedayî Ziyad û hevrêyên wî dilsos in. Tozo diyar kir ku şehîd Ziyad, ji bo Kurdan û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû sembol. Di merasîma bibîranînê de hejmarek zarokan helbest li ser giyana şehîdan û Berxwedana Şêxmeqsûd û şêniyên wê û parêzvanên wê gotin.

Welatî Mihemed Haco jî di dest de wêneya dîrokî ya Berxwedana Şêxmeqsûd heye, got ev wêne wê di dilên tevahî Kurdan de zindî bimîne û tu kes nikare vîna vî gelî bişikîne.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedan û fedakariyên şehîdan û bi “Berxwedana jiyan e” bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Gelê Dirbêsiyê çalakiyek bêdeng a 5 deqeyan ji bo bibîranîna giyana şehîdên taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê û şermezarkirina komkujiyan li dar xist.

Di kombûnê de bi dehan şênî li qada sûka navendî ya bajêr kom bûn û piştgiriya xwe bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk re li dijî terorê nîşan da.

TIL TEMIR

Gelê bajarê Til Temir û Zirganê bi meşeke girseyî hevgirtina xwe bi Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re anî ziman.

Meş ji Çerxerêya Qendîl a li têketina başûrê bajarê Til Temirê bi beşdariya girseyî dest pê kir. Di meşê de wêneyên şehîdên berxwedanê hatin hildan.

Meşvan li kolanên sereke geriya û diruşmên silavkirina berxwedanê û fedakariya şehîdan hatin berzkirin.

Li pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê, meş veguherî kombûna girseyî. Li wir li ser navê rêxistina PYDˊê ya Til Temirê Jiyan Kobanê axivî. Jiyan da zanîn ku êriş û komkujiyên li dijî şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne tenê di aliyê leşkerî de bûn, lê hewla derbekirina vîna jiyana hevbeş û berxwedana gel bû.

Rêveberê Meclisa Bajarê Zirganê Hesen Hec Elî axivî û diyar kir ku çalakî û meşên li herêmê hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan didin.
Meş bi diruşmên silavkirina Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dawî bû.

ŞEDADÊ

Gelê Şedadê, bi armanca şermezarkirina êriş û komkujiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk hatine çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de endamê Komîteya Hêzên Parastina Civakî ya meclisê Mihemed El Xilêf da zanîn ku gelê bajêr, bi armanca hevgirtina bi gelê taxên Helebê re, dikanên xwe girtin. Ev yek nîşaneya yekitiya gelê herêmê nîşan dide.

HOL

Li bajarê Holê jî deriyên tevahî dikanan hatin girtin, bi dehan şêniyên bajêr li pêş avahiya PYDˊê 5 deqeyan rêzgirtin sekinîn. Şêniyan hevgirtina xwe bi berxwedana gel û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re nîşan da. Di heman demê de şêniyan komkujî û êrişên li dijî gel şermezar kirin.

Di dawiyê de dirûşmên silavkirina berxwedanê hatin berzkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şehîd Ziyad Heleb û hevalên wî li Hesekê hatin bibîranîn
Nûçeya Pişt re Zarokê ku di êrîşa li ser nexweşxaneyê de birîndar bûbû, şehîd bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Haci Lokman Bîrlîk li Şirnexê li ser gora xwe hate bîranîn

Haci Lokman Bîrlîk ku li Şirnexê di sala 2015'an de piştî hate qetilkirin bi rengekî…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD’ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê nasnameya 4 şervanên eşkere kir ku di 21-22’yê Mijdarê…

Ji aliyê Stêrk TV

Emîne Şenyaşar rakirin nexweşxaneyê

Emîne Şenyaşar ku çalakiya wê ya li Meclîsê hate astengkirin, rakirin nexweşxaneyê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Girkê Legê dorpêça Kobanê hat protestokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kurtulmuş, bal kişand ser girîngiya daxuyaniya Rêber Apo

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mehmet Vural jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Çelebiyê bendên kontrolê yên hevbeş hatin danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?