Îro bi hezaran şêniyên Kantona Firatê 10 şehîdên xwe yên endamên QSD’ê, YPJ’ê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê “Şehîd Cano Girê Spî (Nedîm Mihemed), Şoreş Kobanê (Yasir Ebdî), Rustem Kobanê (Mistefa Ehmed), Zeyneb Welat (Zeyneb Mihemed), Çiya Gildax (Beşar Yûsif), Amargî Mixarac (Mihemed Îbê), Şervan Toreman (Mihemed Seîd), Beşar Mihemed, Mihemed (Mihemed Bûrkan), Mihemed (Mihemed şêx Mihemed) ên li Minbic, Bendava Tişrîn û Qereqozaqê şehîd bûne, li Pakrawangeha şehîd Dîcle spartin axê.
‘ÇAWA KOBANÊ RIZGAR BÛ WÊ QADÊN DIN JÎ BÊN RIZGARKIRIN’
Piştî deqeyek rêzgirtinê, Rêveberiya Kongra Star a Bajarê Qinê Sûad Şêx Demir axivî û got, “Îro em bi saya şehîdên xwe li vir in. Bila gelê me zanibe, çawa ku Kobanê hat rizgarkrin, wê hemû qadên me bên rizgarkirin, wê şervanên me li ber xwe bidin û faşîzmê tune bike. Yek dirûşmeya me heye, ew jî ‘Berxwedan Jiyan e’ û em ê bi wê yekê bighêjin serkeftina mutlaq.”
Piştre jî Hevserokê Zanîngeha Kobanê yê Şervan Mislim axivî û got, “Em di pêvajoya pir hesas re derbas dibin, ew jî dixwazin ku me di wir de tune bikin, lê berovajî wê em ê hebin û em hene jî. Gelê Kurd li ser vê axê hebûneke dîrokî ye, kes nikare bi van pilanan me tune û qir bikin.”
Piştî axaftinan, wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namir in” hatin veşartin.