Dema êrîşên çeteyên HTŞ-DAİŞ’ê yên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyê ya ku dewleta Tirk piştgirî dide, li ser Rojava berdewam dikin, li Kurdistanê û her wiha li Stenbolê jî çalakiyên piştgiriya Rojava bênavber didomin. Çalakiyên gelê Kurd û dostên wan her roj li yek navçeyên Stenbolê tên lidarxistin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Çinar Altan, çalakiyên li Stenbolê û berketên gel ji ANF’ê re nirxand.
‘ARMANCA ÊRÎŞAN KURDAN JI WÊ HERÊMÊ PAQIJKIRIN BÛ’
Altan diyar kir ku li Stenbolê neteweyên cuda bi hev re dijîn û nifûseke mezin a Kurd jî li bajêr heye û wiha domand: “Stenbol her çiqas cihê ku netewe û nasnameyên cuda lê bi hev re dijîn be jî, ji aliyê din ve ji Bakurê Kurdistanê pir cuda nîne û yek ji bajarên herî mezin ên Kurd e. Ji ber vê yekê dema êrîşên di 6’ê Çile de destpê kirin, hesasiyeta gelê Kurd a li hemberî vê mijarê tavilê derket holê. Bêguman ku ew taxên kevnar ên Kurd in; her wiha pergala rêveberiyê ya ku Şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistiye, di van taxan de xistibûn meriyete û ew hatin hedefgirtin û di bingeha mijarê de cih digirt.
Lê belê maçê esasî ew bû ku gelê Kurd ji wê herêmê were paqijkirin. Li hemberî vê yekê, bi taybetî di çarçoveya Kurdên li Stenbolê de, refleksa gelê Kurd tavilê pêşket.
Ev mijar ne tenê bêKurdkirina du taxan bû; êrîşeke giştî bû ku li hemberî naverok û ruhê Şoreşa Rojava hate kirin. Ji ber vê yekê gelê Kurd û beşên din ên ku berê di Şoreşa Rojava de cih girtibûn, wê parastibûn an jî nirxên li wir bi nirxên xwe re hevpar dibînin, bi lez refleks nîşan dan.
Ji aliyê Stenbolê ve em dikarin wiha bêjin: Ev ne bajarê ku wekî Kurdistan an Bakur, beşên ku min behs kirin û gelê Kurd bi giştî li hev bicivin e. Li navçeyên mezin belavbûyî ye. Ji ber vê yekê di warê komkirina refleksê de rîtma Stenbolê ji ya Bakurê Kurdistanê cuda ye.
Ji ber vê yekê me jî di destpêkê de pozîsyona xwe ya siyasî li hemberî vê mijarê ragihand û daxuyaniyên navendî dan. Lê mijar ne tenê bi daxuyaniyê sînordar e. Di bajarekî wekî Stenbolê ku 39 navçe hene de, ji wê dîrokê heta niha di 30 navçeyan de ji bo komkirina girseya xwe, heta hefteya borî daxuyanî û meşên me hebûn. Gelek ji van dibe ku wekî daxuyaniya çapemeniyê xuya bibin; lê di rastiyê de me wekî Rêxistina bajarê Stenbolê xebateke qadê kir ku hişmendiya siyasî ya li hemberî vê mijarê derxînin holê.
Her yek ji van daxuyanî û çalakiyan helwesteke giştî ya li hemberî vê êrîşê ava kir û di dawiyê de ew hatin navendîkirin. Jixwe me wisa plan kiribû. Şêmiya borî jî di hawîrdoreke ku tevî şer û agirbestê jî didome de, me çalakiyeke mezin kir ku hemû kesên ku dixwazin li hemberî vê mijarê bêjin ‘raweste’ bicivînin.
‘HIŞMENDÎ Û BÎRA GELÊ KURD A XWEDÎ LÊDERKETINÊ GELEK XURT E’
Altan diyar kir ku gelê Kurd di mijara xwedî lêderketina Rojava de xwedî hişmendî û bîreke xurt e û got ku hezaran kesên ku roja şemiyê 24’ê Çile li Aksarayê kom bûn, nîşana zelal a vê yekê ye û wiha domand: “Ya ku li wir derket holê ev bû: Gelê Kurd xwedî hişmendî û bîreke mezin a parastina Rojava ye. Hêzên din ên şoreşger û sosyalîst ên li Stenbolê dijîn jî xwedî bîr û hişmendiyeke wiha ne. Me ev di Serhildana 6-8’ê Cotmehê de jî dîtibû. Bi heman hişmendiya berpirsiyar bang kiribûn. Girseya ku roja şemiyê hat qadê, têgihiştina ku dixwaze pozîsyona me ya siyasî tenê di çend daxuyaniyên çapemeniyê de bimîne derbas kir û bi awayekî xurt xwedî li Rojava derket.”
Altan bal kişand ser vê yekê ku gelê Kurd hem ji aliyê hestî ve ji bo rawestandina şer derketiye qadan û hem jî dizane ku yên li Rojava diqewimin şerê hebûn û tunebûnê ye û wiha got: “Pêywendiya bi mijarê re di qonaxa yekemîn de bi bandora şer û êrîşan, bi dîmenên êşkence û îdamê yên ku derketine holê, bi hesteke xurt çêkir. Bi vê hestê girse bi têkoşîna siyasî re têkildar dibe. Bêguman li hemberî vê yekê meylake rawestandina êrîşan derdikeve holê; lê ev pir girîng e. Di hemû xebatên me yên ji 6’ê Çile ve me vê yekê pir zelal goti:
Ev êrîş ne tenê li ser Rojava, li ser perçeyeke axê ya li wir an jî ne li ser avakirina desthilatdariya HTŞ’ê ne. Di warê dizaynkirina giştî ya Rojhilata Navîn de HTŞ çawa tê bikaranîn û di demeke dirêj de dixwazin eksenekî Sûnî yê mîna ‘kembera kesk’ a berê ava bikin. Ev eksena Sûnî ne tenê wekî amûreke li hemberî Haşdî Şabî an Îranê tê bikaranîn, di heman demê de xetereyeke mezin e ku dixwaze pêkhateyên çandî û siyasî yên herêmê biguherîne.
Ji ber vê yekê parastina Rojava ne tenê parastina destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, di heman demê de ji bo pêşeroja Tirkiyeyê jî wateya rawestandina vê meylê ya ku dê li tevahiya herêmê belav bibe digire. Em dibînin ku gelek ji wan kesên ku roja şemiyê hatin qadê jî bi van refleksan xwedî lê derketin.
Ev girîng e. Em difikirin ku ev ji bilî piştgirî û hevgirtinê, îradeyeke damezrîner ava dike ku li van axan jî guherînê biafirîne. Em difikirin ku ev ê hîn bilindtir bibe. Em jî ji bo mezinkirina vê parastin û xwedî lêderketinê, heta êrîş rawestin jî, em ê çalakiyên xwe û îradeya bertarafkirina vê yekê hîn mezintir bikin.”
‘GELÊ KURD NE LI HEMBERÎ TEVGERA AZADIYÊ NE JÎ LI HEMBERÎ DOSTAN HELWEST GIRT’
Altan diyar kir ku bingeha Kurd, wekî hin derdoran îdia dikin, ne li hemberî Tevgera Azadiya Kurd ne jî li hemberî dostên wê helwesteke neyînî digire û wiha domand: “Nîşandana ku di bingeha Kurd de cudahiyeke li hemberî sosyalîstan an Tevgera Azadiya Kurd heye, hem Tevgera Azadiya Kurd û hem jî pêkhateyên ku li kêleka wê rawestiyane û hevkarîyên stratejîk ava kirine dixwaze ji holê rake.
Piştî guherîna paradîgmayê ya Tevgera Azadiya Kurd, di xeta ku ava kiriye de pir zelal e ku pêşerojeke tenê ji Kurd û Kurdistanê re sînordar nehatiye armanckirin. Li vir afirandina cudahiyeke wiha ne tenê di warê teorîk de ye; di heman demê de dixwaze Tevgerê di qada teng de bihêle. Ev bi awayekî rasterast an nerasterast tê sepandin.
Di dawiyê de divê êrîşa li ser Rojava jî wiha were dîtin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi firehkirina hegemonyaya ax û siyasî kiribû ku dê li gelên li wir belav bibe û xwedî lêderketinê peyda bike. Lê ev ji aliyê hêzên emperyalîst û dewletên paşverû yên herêmê ve wekî metirsiyeke mezin hate dîtin. Ji ber vê yekê ji bo desthilatdaran pêwîst bû ku gelê Kurd bi hêzên têkoşer re li ser vê bingehê li kêleka hev neyên rawestandin. Ez vê êrîşê jî wekî parçeyeke vê polîtîkayê dibînim.
Ya duyemîn, ji bo pêkhateyên çep û sosyalîst ên ne Kurd jî em dikarin bêjin ku xetereya şovenîzma civakî li ber derî ye. Ev ne tenê nîqaşeke teorîk e; rexneyên li hemberî Tevgera Azadiya Kurd, ittifakên ku ava kiriye û rêya ku heta niha meşandiye, di heman demê de xetereya ji nû ve geşbûna şovenîzma civakî jî derdixe holê.
Ji aliyê din ve ji bo gelê Kurd jî bi gotina ‘em vegerin cewhera xwe’ ya ku rêveberiya siyasî nabêje, xetereya girtina hundir û tengkirina refleksên netewî heye. Em vê yekê di ciwanên li rojava de jî zelal dibînin. Li her deverê ku ev hevkarîya têkoşînê nehatiye jiyandin, bi refleksên netewî yên ku bi ruhê siyasî û teorîk ê Tevgerê re nagirin, mijar tê vegotin.
Her yek ji van xetereyan hem li Rojava hem jî li vir ji bo parçekirin û verişandina Tevgerê tê bikaranîn. Lê em wekî DEM Partî, wekî tevgera siyasî ya Kurd û wekî dostên sosyalîst ên ku di têkoşînê de bi wan re cih digirin, ji vê yekê haydar in. Bêguman em hewl didin ku gotina xwe ya siyasî jî li derveyî vê yekê ava bikin.”
‘MIJAR EV E KU KAMPEKE ŞOREŞGERÎ YA KU XWEDÎ LI ŞOREŞA ROJAVA DERKEVE NEHATIYE AVAKIRIN’
Çınar Altan diyar kir ku yên diqewimin demdirêj in û xetereyên mezin digirin û got ku ew dizanin êrîş ne tenê li ser Rojava ne û ji ber vê yekê li Stenbolê ji bo çalakiyên mezin amade dibin. Altan di derbarê rexneyên li hemberî têkiliya taktîkî ya bi DYA’ê re jî wiha got: “Wekî berê îro jî li pêşiya me peywireke navnetewî heye. Em vê yekê ji vir dixwînin û girîngiya wê dibînin. Hin kes bi îdiaya ku têkiliya taktîkî ya bi hêzên emperyalîst re, bi taybetî bi DYA’ê re, bûye sedema xeniqandina Şoreşa Rojava rexne dikin. Ev ji vir tê: Di têkoşîna bidestxistina mafê hebûn û hebûnê de, nakokiyên di navbera desthilatdaran de dikarin ji aliyê hêzeke şoreşger ve werin bikaranîn. Ev di dîrokê de jî rewa ye. Mijar ev e ku gelo li hemberî wê kampeke şoreşgerî, kampeke herêmî ya ku bi van nirxan hatiye xemilandin hatiye afirandin an na.
Wekî sosyalîstekî Tirk, ez êrîşên heta niha jî wekî xwerexneyeke dixwînim. Ger me bikarîba kampeke dijber ava bikira ku nirxên Rojava bîne jiyanê û mafê hebûna wê mîsoger bike; gelê Kurd bikarîbana yekîtiya netewî ava bike. Li Başûr û perçeyên din ên Kurdistanê jî mijarên wiha derkevin holê, sosyalîstên ji Tirkiyeyê bikarîbana guherîneke siyasî ava bikirina ku bi Rojava re di hevgirtinê de bin, dibe ku Şoreşa Rojava neçar nemaye ku bikeve nav van ittifakên ku îro rexne têne kirin û pirsgirêk têne dîtin.
Bêguman tu tişt nehatiye têkbirin. Armanca bingehîn rawestandina êrîşên li ser Şoreşa Rojava û belavkirina van nirxan li herêmê ye. Em jî ji vir peywirekê li ser xwe dibînin û dê ji bo belavkirina vê yekê her tiştê ku ji destê me tê bikin.”

