Şemî, 14 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hêzên Îranê ji gundekî li Merîwanê hatin derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meletiyê Newroz hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Car din êrîşî kampa PDK-Î hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirehman Zal hate spartina axê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çiyayek Azadiyê, Ruhê Şehîdekî, Mîrasek Nemir: Salih Muslim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Licê û Hezroyê Newroz bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê gel bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdê Çapemeniya Azad Osman Kiliç hate spartina axê: Berxwedan jiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê bi hezaran daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li Amed, Gever û Êlihê hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Kopê: Dema azadiya Rêber Apo ye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Gelê Kurd yek peyamê dide cîhanê: ‘Kurdistan yek welat e!’
Kurdistan

Gelê Kurd yek peyamê dide cîhanê: ‘Kurdistan yek welat e!’

Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku êrîşên li ser Rojava di nava gelê Kurd de dengekî hevpar ê xurt afirandiye û got: ‘’Ev tablo ji aliyê yekîtiya neteweyî ve gelekî girîng e.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Çile 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît anî ziman ku êrîşên li ser Rojava li çar perçeyên Kurdistanê sekneke hevpar derxistiye holê û diyar kir ku cara ewil e gelê Kurd ev qasî bi stratejîk û polîtîk weke yek dengî tev digere. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît destnîşan kir ku têkoşîna li Rojava tê meşandin ji bi hemû gelê Kurd destkeftiyeke hevpar e û got ku ji bo pêkhatina Konferansa Neteweyî û Kongreya Neteweyî ya Kurd roja îroyîn şert û merc gelekî pêk hatine.

HEWCEYÎ BI RÊ Û RÊBAZÊN NÛ HEYE

Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît têkildarî nîqaşên li ser yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd axivî û diyar kir ku li gel ku xebatên ji berê ve tên meşandin, girîng in lê belê encameke mayînde jê nehatiye standin. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît îfade kir ku tecrûbeyên hatine jiyîn, bi awayekî eşkere nîşan dane ku êdî hewceyî bi rê û rêbazeke nû heye û got: ‘’Her çend beriya niha têkildarî mijara yekîtiya neteweyî xebatên gelekî biqîmet hatibin meşandin jî mixabin ku ev hewldan bi hin serdeman re sînordar man û wesfeke mayînde bi dest nexistin. Ji bo berdewamkirina vê yekê êdî hewcehiya me bi rê û rêbazên nû heye. Em hemû caran tînin ziman bê ka gelê Kurd çawa tê qetilkirin, çawa bi sirgûnê re rû bi rû mane, çawa li ser xaka xwe tune tên hesibandin û bi polîtîkayên koçberiyê û cinayetên failên wan ne diyar re rû bi rû dimînin.  Ev yek bes ji bo Bakurê Kurdistanê derbasdar nîne. Kurdên li perçeyên din dijîn jî bi van yekan re rû bi rû mane û hê wan yekan dijîn. Mînaka vê yekê ya herî rojane û zindî êrîşên li ser Rojava yên roja îroyîn in. Ji berê heya niha gelek astengî derketin pêşiya me. Me bi taybetî xebatên xwe li ser vê pirsgirêkê zêde kirine.’’

CARA EWIL E LI ÇAR PERÇEYAN HEMAN PEYAM TÊ DAYÎN

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît piştre anî ziman ku nîqaşên têkildarî yekîtiya neteweyî li gel êrîşên li ser Rojava zêdetir derketine pêş û ev yek anîn ziman: ‘’Dema ku em ji îro û pê ve lê dinêrin, ger gelê Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikira, di vê mijarê de bi rastî jî tabloyeke stratejîktir û polîtîktir derketiba holê  dibe ku roja îroyîn êrîşên li ser Rojava ev qasî bi rehetî pêk nedihatin. Roja îroyîn di mijara yekîtiya neteweyî de potansiyeleke cidî heye. Cara ewil e ji çar perçeyên Kurdistanê, diyasporayê, Rûsyayê û li seranserê cîhanê heman deng bilind dibe. Roja îroyîn gelê Kurd yek peyamê dide cîhanê; ‘Kurdistan yek welat e.’ A niha dil, aqil û ruhê hemû Kurdan li ser Rojava ye. Ev tablo ji aliyê yekîtiya neteweyî ve gelekî girîng e. Xwezî di dema şerî de pêk nehatibûna lê belê dîsa jî ji bo me girîng e. Divê gelê Kurd bêyî ku wext derbas bibe  Konferansa Neteweyî ya Kurd û Kongreya Neteweyî ya Kurd li dar bixe. Roja îroyîn zemîna vê yekê gelekî çêbûye.’’

POSTERÊN SEROKÊN KURDAN LI BA HEV BÛN

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku di dema seredana xwe ya ji bo Rojava de wan şahidiya tabloya li qadê kiriye û ev yek anîn ziman: ‘’Li bajarê Qamişloyê li ser hemû kolanan berxwedan hebû. Ji zarokan bigirin heya temenmezinan her kes li qadê bû; her kesî kolana xwe, taxa xwe û cadeya xwe diparast.  Tişta ku herî zêde bala min kişand ev bû: Posterên serokên Kurdan li ba hev bûn. Em dikarin bibêjin ku hewl û polîtîkayên dewletan ên têkildarî perçekirin û jihevcudakirinê  li gel vîşerî ji holê rabûbûn. Ji ber vê yekê ev polîtîka li Rojava pûç bûn.’’

ROJAVA XETA SOR A HEMÛ KURDAN E

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît  di dewama axaftina xwe de anî ziman ku Kurdên li Bakurê Kurdistanê tu carî Rojava weke erdnigariyeke cuda nabînin, diyar kir ku tişta ku li Rojuava tê hedefgirtin  bes ne herêm e di heman demê de modela jiyanê ya nû ya derketiye holê ye û got: ‘’ Kurdên li Bakurê Kurdistanê tu carî Rojava weke cihekî cuda nedîtine. Tu carî weke cihekî cuda nenirxandine. Zîhniyeta dewleta mêr dema ku sînor xêz kirin  hewl da xizm, heval û dostên me bi têlan cuda bikin û ev yek kir. Lê belê ev cudakirin tu carî ji aliyê Bakur û Rojavayê Kurdistanê ve nehate qebûlkirin. Kurdên li Bakurê Kurdistanê li gel Kurdên li perçeyên din heman hestan parve dikin

Lê belê bi rastî jî ev yek gelekî girîng e: Li Rojava şoreşeke nû heye. Modeleke jiyanê ya nû heye. Tam jî ji ber vê yekê tişta ku hedef tê girtin, Rojava ye. Tişta ku tê hedefgirtin modela pêkvejiyanê ye. Ji ber ev model û zîhniyeta mêrdewletê û zîhniyeta neteweya serwer dûrî hev in. Em bi modernîteya kapîtalîst a xwe dispêre yeknetew, yekziman û yekolê rû bi rû ne. Rojava jî modeleke ku vê yekê serûbin bike, derxist holê. Nîşan da ku ev dikare were kirin, berdewamkirin û avakirin. Ji ber vê yekê Rojava, reşka çavê Kurdan e, xeta sor a hemû Kurdan e. Em bi vî rengî dinirxînin.’’

TU NIKARÎ LI HUNDIR QALA AŞITIYÊ BIKÎ Û DERVE JÎ ÊRÎŞÎ KURDAN BIKÎ

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît piştre diyar kir ku li gel êrîşên li ser Rojava têkildarî pêvajoya li Tirkiyeyê tê meşandin bêbaweriyeke mezin derketiye holê û got: ‘’A niha li Tirkiyeyê pêvajoyeke ku tê meşandin heye. erê, ev sed sal in em li Bakurê Kurdistanê, di nava sînorên Tirkiyeyê de bi polîtîkayên bişaftin, îmha û tunekirinê re rû bi rû man. Têkoşîneke mezin hate meşandin, bedêlên mezin hatin dayîn. Di dawiyê de bi taybetî jî piştî têkoşîna 52 salan îro li ser maseyê çareserkirina vê pirsgirêkê tê nîqaşkirin. Di pêvajoyeke bi vî rengî de pêkanîna êrîşên li ser Rojava –ku li gorî me ev êrîş girêdayî Tirkiyeyê ne- li cem Kurdên li Bakurê Kurdistanê şikestin û bêbaweriyeke mezin çêkir. Banga me ya ji bo Tirkiyeyê zelal e: Hûn nikarin li gel Kurdên di nava sînorên xwe de qala aşitiyê bikin û li dijî Kurdên derveyî sînor dijminahiyê bikin. Tu Kurd vê yekê qebûl nake. Em weke Kurdên li Bakurê Kurdistanê jî vê yekê qebûl nakin. Li kîjan perçeyê be bila bibe divê li hemberî destkeftiyên gelê Kurd rêz were girtin. Em vê yekê dixwazin. Îro bajarê Kobanê di bin dorpêçê de ye. Bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ye. Zarokên ku ji ber sarmayê jiyana xwe ji dest didin, hene, kesên ku ji ber nebûna dermanan jiyana xwe ji dest didin, hene û welatiyên sivîl tên qetilkirin.’’

TIRKIYE BI EZMÛNEKE DÎROKÎ RE RÛ BI RÛ YE

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê Tirkiye di polîtîkayên xwe yên li ser Rojava de berpirsiyariyan bigire ser milên xwe û destnîşan kir ku ji bo sekinandina şerî û vekirina rêya alîkariya mirovî Tirkiye dikare pêngavên şênber biavêje û ev yek anîn ziman: ‘’Divê helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî mirovên di nava sînorê wê de biguhere.  Tirkiye dikare têkildarî sekinandina şerê li wir rolekî bilîze. Li gorî me ji bo vê yekê dereng nemaye. Li rex me bajarên Kobanê û Qamişlo hene. Ev deriyên sînor bi salan e girtî ne. Tirkiye dikare van deriyan veke û rêya alikariyên mirovî veke. Roja îroyîn ev hemû li pêşiya me hemûyan weke berpirsiyariyeke dîrokî û ezmûneke cidî disekinin.

Gelo em ê parastina pêşerojeke paqij bikin? Em ê parastina modela jiyana nû ya li Rojava derketî holê, bikin? Em ê parastina paradîgmaya xwe dispêre azadiya jinan bikin? Em ê bibin cînarê paradîgmaya ku hemû gel bi awayekî wekhev û azad bi hev re dijîn, bikin? Yan na em dixwazin bi zîhniyeta DAÎŞ’ê ya tarî ya însanan qetil dike, keziyên jinan dibire, cenazeyên jinan ji qata çaran diavêje xwarê û ser û guhê însanan jê dike re bibin cînar? Divê êdî Tirkiye biryara vê yekê bide.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Kobanê gel bajêr û gundên xwe diparêze
Nûçeya Pişt re ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2026’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dîmenên kongreya dîrokî ya PKK’ê

Kongreya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Çalakgerên Nobeta Edaletê: Em ê sibê li Amarayê bin

Çalakgerên li gelek bajaran tevlî Nobeta Edaletê bûne bertek nîşanî xespkirina vîna gelê Wanê dan…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê tundiya li hemberî rojnamevanan şermezar kirin

Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê, tundiya polîsan a li hemberî rojnamevanan a ku zêde dibe şermezar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Licê û Hezroyê Newroz bi coş hate pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şandeya Bakur çû Kobanê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Nisêbînê gel bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ meşiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hêzên Îranê ji gundekî li Merîwanê hatin derxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?