Şêniyên Rojavayê Kurdistanê avakirina tabûrên parastina taxan li hember xeteriya li dijî hebûnê dewam dikin, li kolanan bendên kontrolê danîne, bi ruhê berpirsiyariya kolektîv û hevgirtina civakî tev digerin.
Rêveberiya Xweser li hember êrişên çeteyên hikumeta demkî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞˊê seferberiya giştî ragihand û bang li şêniyan kir ku tev li “cena parastina rûmetê” bibin.
Ji 6ˊê Çileyê ve çeteyên HTŞ-DAÎŞ û dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmê ranewestandine, li hemberî wê şênî rûmet û xaka xwe diparêzin.

