Çarşem, 16 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Divê Îran darvekirinan rawestîne, dest ji êrişên li ser herêmên Kurdan berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê 8 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîn Ay bû hevşaredarê nû yê Bajarê Mezin ê Amedê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî yên Kurd ragihandin ku ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK, YRK û HPJ’ê serdana şehîdgehê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhilatê Kurdistanê di greva giştî de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrettîn Demîrtaş: Yên ku zêdegaviyê di rexneyan de dikin nafikirin, teqlîdê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana gora Jîna Emînî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwiyek li ser rêya azadiyê…

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê daxwazên rewa yên gel bibin bingeha guhertinan’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê banga tevlîbûna greva giştî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara taybet a kovara ‘Jinên Rojhilat’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAKB’ê: ‘Jin Jiyan Azadî henaseya têkoşîna azadiya jinan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tahliyeya girtiya 33 salan Hîcran Bînîcî salekê din jî hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raportora NY’ê ya ji bo Îranê: Israra azadiyê ya jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ projeya civaka demokratîk û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin
Rojava

Li Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin

Li Kobanê bi boneya Cejna Newrozê daxuyanî hate dayîn û agirê Newrozê hate pêxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Adar 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Rêveberiya Xweser a bajarê Kobanê û Komîteya amadekar a çalakiyan a Newrozê bi boneya 21’ê Adarê Cejna Newrozê daxuyanî da û agirê Newrozê pêxist.

Bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, saziyên sivîl, rêxistinên jinan tev li daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî li pêş avahiya Rêveberiya Xweser bi zimanê Kurdî ji aliyê Cîgira Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar a bajarê Kobanê Mizgîn Xelîl û bi zimanê Erebî ji aliyê Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a bajarê Kobanê Ferhan Hec Îsa ve hate dayîn.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Gelê Kurd li çar aliyên cîhanê û li her çar parçeyên Kurdistanê her sal û ji hezaran salan ve, di 21’ê Adarê de cejna Newrozê pîroz dike. Ev roj ji bo gelê Kurd  xwedî girîngiyek taybet e, ji ber ku sembola têkoşîna li dijî hemû cureyên zilm û zorê ye, nasname, çand û dîroka gelê Kurd a ku bi têkoşîna ji bo azadî û kerama mirovan tijî ye, temsîl dike.

Di vê salê de jî pîrozbahiyên Newrozê li Kobanê di şert û mercên dijwar de tên pêkanîn. Bajar û niştecîhên wê bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ne, ji ber êrişên hêzên leşkerî yên girêdayî hikûmeta demkî ku li gundên wê hatine kirin, her wiha ji ber dorpêça ku zêdetirî 50 rojan li ser bajarê hatiye sepandin. Ev rewş bûye sedema giranbûna krîza mirovahî û tenduristiyê.

Em encamên şerê li herêmê û êşa malbatên esîr û wendabûyan ji bîr nakin; wan ku bi hêvî û çavdêriya mezin li vegera zarok û kesên xwe rûniştine. Di vê çarçoveyê de em bang li hikûmeta demkî dikin ku esîran serbest berde û çarenûsa wendabûyan eşkere bike, da ku alîkariyê li avakirina aştî û dadmendiyê bike û hemû xalên peymanên têkildarî herêmê bên cîbicîkirin.

Tevî hemû dijwariyên ku bajarê Kobanê û gundewarê wê dîtine, gelê herêmê hîn jî bi berxwedan û xwebawerî li ser piyan e, û bi îrade û israra xwe têkoşîna xwe didomîne da ku hemû pirsgirêkan derbas bike û aramiya herêmê were misogerkirin.

Em di komîteya amadekar a çalakiyên Newrozê de, bang li hêz û partiyên siyasî yên Kurd dikin ku di vê qonaxa hesas de ji bo yekitiya Kurdî bixebitin, da ku mafên rewa yên gelê Kurd bêne parastin.

Em careke din girîngiya ku mafên Kurd di destûra Sûriyeyê de bêne tesbîtkirin, û pêdiviya domandina têkoşînê ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk ji bo hemû Sûriyîyan nîşan dikin. Di heman demê de em li dijî gotinên kîndariyê û hemû kesên ku wê belav dikin radiwestin, ji ber ku ew bandorên xeternak li ser aştî û aramiya civakê dikin.

Ji vê derê em ragihînin ku pîrozbahiyên girseyî yên Newrozê li bajarê Kobanê û gundewarê wê bi diruşma,”Bi ruhê yekitiya neteweyî em agirê Newrozê geş bikin” dest pê dikin. Her wiha bang li gelê Kurd û pêkhateyên din dikin ku bi awayekî çalak tev li Cejna Newrozê bibin.

Pîrozbahiya navendî ya Newrozê dê di 21’ê Adarê de li ser Girê Miştenûr were lidarxistin, û çalakiyên wê dê di saet 10:30ˊê sibehê de dest pê bikin.”

Piştî xwendina daxuyaniyê, agirê Newrozê hate pêxistin û li ber stranên şoreşgerî govend hate gerandin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Elmanya: Şerê li dijî Îranê ne pirsgirêka NATO’yê ye
Nûçeya Pişt re Li Dêrazorê şehîdgeha QSD’ê hat xerakirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ETHA’yê banga piştevanî û nûçegihantiya bi dilxwaziyê kir

Ajansa Nûçeyan ETHA piştî girtina edîtorên wan Nadiye Gurbuz û Pinar Gayip û nûçegihanên wan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ciwan ber bi Amedê ve bi rê ketin: Azadiya Rêber Apo azadiya gel e

Ciwan ji Edene, Wan û ji Agiriyê ji bo tevlî meşa “Bi Rêberê Azadiyê re…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Berlînê jinan ji Îmraliyê re qert şandin

Li paytexta Elmanya Berlînê jinên Kurd û enternasyonalîst bi wesîleya 8'ê Adarê qert ji Rêberê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

49 girtî hatin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gazî Egîd Efrîn: Ji bo me rêya şehîdan esas e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî bi nûnerên partiyên Kurdan re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Rojava çalakiyên ji bo zimanê dayikê: Zimanê me nasnameya me ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?