Çeteyên HTŞ-DAÎŞ û yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên hovanê re jiyana gelê Rojavayê Kurdistanê xistin metirsiyek mezin. Li hemberî vê metirsiyê hemû ciwan û keçên Rojava, ji 7’ê heta 70 salî herkes tevî serma û berfa dijwar, ji bo bajarê xwe biparêzin 24 saet nobetê digirin.

