Ji bo şervana YPJ’ê Bahar Ugun (Arîn Serhed) a ku 4’ê Adara 2024’an di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû, li mala malbatê ya li navçeya Qereçoban a Erziromê konê sersaxiyê hate danîn. Bi sedan kes beşdarî merasîma sersaxiyê bûn. Di merasîmê de dirûşmeya “Şehîd namirin” hate berzkirin.
Hevserokê DBP’ê yê Erziromê Ramazan Karakaş di merasîmê de axivî û got, “Kobanê rûmeta me ye. Têkoşîna li wir ji bo hemû cîhanê bûye mînak. Arîn Serhed ala Arîn Mîrxan gihand roja îro. Em ê ti carî wan ji bîr nekin.”

