Li bajarê Til Hemîs û Tirbespiyê yên kantona Cizîrê gel ji bo piştgiriya bi QSDˈê re daketin qadan.
TI HEMÎS
Şêniyên bajarê Til Hemîs û gundewarên wê bi beşdariya şêx û rûspiyên êlên Ereb, meşek li dar xist.
Meşa ku ji bo piştiriya QSD`ê li hember êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate lidar xistin, li ber navenda meclisa bajêr destpê kir. Di meşê de dirûşmên “Bi can û xwîna xwe em ê bi te re bin QSDˈê” hatin berzkirin û pankartên bi nivîsên “Ji koçberkirinê re na”, “Ji êrişên dewleta Tirk re na” û “Em hemû QSD’ê ne” hatin hildan. Zarokan jî wêneyên zarokên ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûbûn, hilgirtin.
Meş li bakurê bajêr veguherî mîtingê. Piştî deqeyek rêzgirtinê nûnera Kongra Star a Til Hemîsê Xalya El Casim axivî û got: “Dewlet Tirk a dagirker bi rê û rêbazên cuda hewl dide li ber beşdariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di avakirina Sûriyeya nû de bigire. Dixwaze projeya xwe ya terorîstane herêmê pêk bîne. “
Hevserokê Meclisa Partiya Muhafazakaran li bajarê Til Hemîsê Ferec El Îbrahîm behsa rola QSD`ê di têkoşîna li hember êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de kir û wiha got “Em berxwedana dîrokî ya ku hêzên me yên li eniyên şer dikin dibînin. Em hemû bi serketina hêzên xwe û gelê xwe li hemberî terorê bawer in. Ev bawerî jî ji piştgiriya gelê me ya ji bo QSD`ê tê.”
Şêxê eşîra Tey Hesen El Ferhan destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê mil bi mil li ber xwe didin.
Şêx Hesen El Ferhan destnîşan kir ku bi saya projeya biratiya gelan a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye yekitiya nîştimanî ya di navbera eşîrên Ereb de bihêz bûye.
Şêx Hesen El Ferhan di dawiyê de ev peyam da: “Em şêx û rûspiyên eşîrên Ereb divê em berisva qenciya Rêberê xwe û rêveberiya xwe ya xweseriya demokratîk bidin. Divê bi hêzên xwe QSDˈê re bin. QSDˈê nûnertiya me dike, ewlehî û istiqrara herêmên xwe biparêzin. Em bi dil û canê xwe bi QSDˈê re ne.”
TIRBESPIYÊ
Pêkhateyên bajarê Tirbespiyê jî bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên “Ceyş El Wetenî” şermezar kir û piştgiriya xwe bi QSDˈê re nîşan da.
Meşa ku bi sedan kes beşdar bûn, ji pêşiya avahiya perwerdeyê ya li rojhilatê bajar dest pê kir. Di meşê de alên QSDˈê hatin hildan, pankartên bi banga yekitiyê hatin vekirin, her wiha dirûşmên “Em hemû QSDˈê ne..QSDˈê hêviya me ye” hatin berzkirin û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin şermezarkirin.
Meş li Sûka Navendî veguherî sekinî û deqeyeke rêz hat girtin. Li vir endamê Meclisa Giştî ya PYDˈê Silêman Ereb axivî. Silêman Ereb diyar kir ku beşdariya pêkhateyan di vê meşê de berdewama yekitiya wan a ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve û heya niha nîşan dide.
Silêman Ereb bal kişand ser girîngiya hevgirtina pêkhateyan a li hemberî êriş û zehmetiyan û wiha domand “Pêkhateyên herêmê bi Kurd, Ereb û Suryan li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştgiriyê didin QSDˈê .”
Silêman Ereb diyar kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku hemû pêkhateyan di nava xwe de digire, serkeftinên mezin bi dest xist û yekitiya gel parast, lê dewleta Tirk a dagirker hewl dide gelê Kurd qir bike û deverên din ên Sûriyeyê dagir bike.
Silêman Ereb di dawiya axaftina xwe de got: “Pêkhateyên herêmê bi tevkariya QSDˈê re dikarin planên dagirkeriyê têk bibin û ber bi avakirina Sûriyeke demokratîk a nenavendî ve gavan biavêjin.”