Meclîsa Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê îro (9’ê Çileyê) bi daxuyaniyekê ragihand ku komên çete yên bi piştgiriya Tirkiyeyê û Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê êrişên ku di 6’ê Çileyê de dan destpêkirin, dewam dikin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrişkar komkujiyan dikin, metirsî hîn dewam dike û ew teslîmiyeta ku li ser wan tê ferzkirin qebûl nekin, li hemberî êrişan wê xwe biparêzin.
Piştî vê daxuyaniyê Heyva Sor a Kurd konvoyeke tenduristiyê ya ji 15 wesayitan ber bi Helebê ve bi rê kir.
Li aliyê din ji kantonên Cizîr, Dêrazor, Reqa, Tebqa û Firatê bi sedan kesî dest bi amadekariyan kirin ku ber bi Helebê ve bi rê bikevin.
Meclîsên Gel ên bajaran diyar kirin ku li hemû bajaran amadekariyên gel dewam dikin.

