Li Tirkiyeyê bi taybetî Îslamîstên siyasî û rewşenbîrên Îslamî piştî êrîşên HTŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin ên di 6’ê Çileyê de li ser Rojava û Kurdan hatin destpêkirin, parêzvaniya HTŞ û DAÎŞ’ê dikin. Tevî ku êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdan zêde dibin jî, gelek beşên li Tirkiyeyê ku xwe wekî “mûxalefet” û “rewşenbîr” nîşan didin, daxuyaniyên ku alîgiriya DAÎŞ’ê dikin, dane û ji bo ku li kêleka berxwedana Kurdan nesekinin, hatine asta ku parêzvaniya HTŞ û çeteyên wê bikin.
Bi taybetî jî daxuyaniyên aliyên ku ji xwe re dibêjin muxalîf im tên nîqaşkirin û balkêşe ku piştgiriya eşkere didin komkujiyan.
Parlamenterê DEM Partiyê û parêzvanê mafên mirovan Omer Faruk Gergerlîoglu daxuyaniyên alîgirên DAÎŞ’ê yên ji derdorên Îslamî ji ANF re nirxand.
Gergerlîoglu diyar kir ku li Tirkiyeyê hestên li dijî Kurdan kok girtine û avaniyek durû heye û wiha domand: “Mixabin, hestên li dijî Kurdan li welatê me bûne nexweşiyeke berbelav û kûr. Gelek kes îdîa dikin ku li aliyê Kurdan in; lê ev piştgirî pir caran di gotinê de dimîne. Zîhniyeta ‘Bila Kurd dayikên xwe nebînin, bila Kurd ronahiya rojê nebînin’ tevdigere hîn jî xurt e. Ji ber vê yekê, em bi avahiyek durû re rû bi rû ne ku dûrî samîmiyetê ne.”
Gergerlîoglu anî ziman ku hin derdorên Îslamî bi pêşkêşkirina argumanên olî li dijî naskirina mafên Kurdan derdikevin û dixwazin nasname û olê bînin bermaber hev û ev tişt got: “Erê, dijberiya naskirina mafên herî bingehîn ên Kurdan, ango mafên wan ên nasnameyê, bi taybetî di hin derdorên Îslamî de bi pêşkêşkirina argumanên olî tê dîtin. Hewesa ku nasname û olê bîne beramberî hev nêzîkatiyek pir pirsgirêk e. Ev xeletiyek cidî ye ku bi salan e dubare dibe.
‘ARMANCA DIJBERIYA QSD’Ê EW E KU DIJBERIYÊ TÊXE NAVA GELÊN KURD Ê EREB’
Gergerlîoglu diyar kir ku dijberiya QSD’ê li Tirkiyeyê hewl didin ku di navbera gelê Ereb û Kurd de dabeşbûnê biafirîne û wiha bi dawî kir:”Bi dijberiya li dijî QSD’ê hewl didin ku di navbera Ereb û Kurdan de dabeşkirinek bi zanebûn çêbikin. Wisa xuya dike ku desthilata Tirkiyeyê li dijî Erebên li herêmê xebatên îstîxabaratî dimeşîne û li gorî wê hewl dide ku eniyên cûrbecûr biafirîne.
Nexwestina hebûna Kurdan a li herêmê b pirsgirk e. Polîtîkayên ku bi hesabên kurt-dem têne hilberandin, di demek dirêj de zirarê didin aştiya civakî ya herêmê.”

