Li Stenbolê bi pêşengiya Komeleya Yekîtî, Çand, Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine re (MEBYA-DER), li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn ji bo Suheyla Kaya (Zîlan) ku di sala 2017’an de ji Goristana Xerzan a Bêdlîsê bi komî hatibû derxistin, piştre li Kîlyosa Stenbolê hatibû veşartin û di 21’ê Îlonê de cenazeyê wê hatibû wergirtin hat lidarxistin. Li salona bîranînê pankarta “Şehîd namirin” hat daliqandin. Tevî malbatên şehîdan gelek kes tevlî bîranînê bûn.
Hevseroka DEM Partiyê ya Esenyûrtê Zayîde Ocal di bîranînê de axivî û diyar kir ku hebûn û nasnameya Kurd deyndarê şehîdên têkoşîna azadiyê ne û sersaxî ji Rêber Apo û tevahiya gelê Kurd re xwest.
Ji xizmên şehîdan Rasîme Karabaş jî got, “Wijdana yên ku bi me re şer dikin tune ye. Dema heval Zîlan derket çiyê, ji bo rûmet û mafên vî gelî derket. Veguhastina cenazeyê heval Zîlan ji Xerzanê ji bo Kîlyosê, ji Kîlyosê ji bo Çewlîgê wijdana mirov diêşîne.”
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevgî Yilmaz jî wiha axivî: “Van hevalan ji bo em hebûn û jiyana xwe nas bikin dîrok nivîsandin û danîn pêşiya me. Tişta ku dikeve ser milê ew e ku di kesayeta wan de xeyalên wan pêk bînin. Ji bo ku em hêjayî wan bibin, çi ji destê me bê divê em bikin. Serê gelê me û serokatî sax be.”
Hevberdevka Herêma 3’yemîn a DEM Partiyê ya Stenbolê Antîke Tarhan jî ev tişt anîn ziman: “Heke îro Kurd hatibin asteke baş, heke di asta ku bi dewletê re muzakereyê bikin de bin, ev bi saya şehîdên me ye. Divê em bi rastî jî îro di malên xwe de rûnenên û xwedî li vê keda hatiye afirandin derkevin. Di vê pêvajoyê de divê her heval berpirsyariya dikeve ser milê xwe bi cih bîne û berpirsyariyê bigire ser xwe. Ji bo azadiya serokatî, ji îro pê ve divê em li qadan û kolanan bin.”
Birayê Suheyla Kaya û rojnamevan Zana Kaya jî got, “Heval Zîlan beriya me zaroka we ye. Heke piştî êrîşa qirkirinê ya sedsalî ya li ser Kurdan hîn jî serê me bilind be, ev bi saya wan e. Bi saya vê têkoşînê zarokên me yên herî bedew ji me re bûn rêber. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em di wê rêyê de bimeşin.”
Serokê Komeleya Piştgirî û Alîkariyê ya Zanyarên Olî (ÎDAYDER) ya Stenbolê Alî Fûat Hatîp ev tişt anîn ziman: “Şehîdên me bêyî ku çar parçeyan ji hev cuda bikin, ji bo her ferdekî Kurd têkoşiyan. Ji bo ku Kurd bi zimanê xwe biaxivin, li ser xaka xwe bijîn canê xwe dan. Êdî dema vî şerî tijî bûye. Serokatî çawa ku di şer de pêşengî kir, îro di muzakereyê de jî bû rêberê vî gelî. Divê yekîtiya Kurdan hebe. Heke Kurd bibin yek wê bi ser bikevin. Azadiya Kurdan, azadiya gelên Rojhilata Navîn e jî.”
Di bîranînê de sînevîzyon hat nîşandan û helbest hatin xwendin.

