Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Bradostê di bin barana biharê de bi coş cejna Newrozê pîroz kirin.
Ji fermandarên gerîla Tevfîk Çelê li pîrozbahiyê axivî û qala dîroka Newrozê û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê kir.
Gerîlayan agirê Newrozê dadan, şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn û diyar kirin ku ew li ser şopa wan dimeşin.
Pîrozbahiya gerîla heta derengiya şevê bi gerandina govendê dewam kir.

