Duşem, 6 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî û CHP hevdîtinê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bavê min gotibû, divê tu mafên feqîran biparêze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çetin Arkaş di sersaxiya Cidan Şahîn de: Em ê teqez bi ser bikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aktivîsta TJA’yê Sabahat Tuncel hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berteka li dijî êrîşê: Heta ev hişmendî neguhere, wê ne demokratîkbûn û ne jî aştî pêş bikeve

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayên azadiyê: Em ê azadiya Rêber Apo tekez pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Tu têkiliya me bi “Qandil Press” re tune ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya Mexmûrê di roja 990’an de dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê şervanên Ereb 4’ê Nîsanê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana endamê YPS’ê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên li herêma Bradostê 4’ê Nîsanê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJK-E’yê pêngavek nû: Dema avakirina civaka komunal e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin li ser aştiyê nîqaş dikin: Bêyî me nabe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê têkoşîna me bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê di du mehan de 6 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Em ê erkên xwe heta dawiyê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 4’ê Nîsanê pîroz kirin
Kurdistan

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 4’ê Nîsanê pîroz kirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi têgihiştina "Rojbûna Rêber Apo rojbûna me ye" 4'ê Nîsanê bi coş pîroz kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Di dîroka gelan de çawa ku ji bo netewe û civakan pênasekirina wateya hebûnê çêbûye, ji bo gelê Kurd jî roja rojbûna Rêber APO bi vê wateyê hatiye nirxandin û her sal tê pîrozkirin. Di sala 1949’an de li Rihayê, navçeya Xelfetiyê, li gundê Amara Rêber APO ji dayik dibe û ev dayikbûn bi xwe re mîladeke nû di civakê de da destpêkirin. Ev jidayikbûn berî her tiştî ji bo gelê Kurd û tevahî gelan, bi wateya gihandina azadî û wekheviyê ye. Çawa ku bi kelecaneke mezin tê pîrozkirin, di vê rojê de tevahî rengên civakê bi heman armancê li gel hev kom dibin.

Rêber APO roja rojbûna xwe weke “zayîna azadiya jinê” destnîşan kir. Yên ku herî zêde vê rojê pîroz dikin û wateya herî mezin lê bar dikin, jinên têkoşer in. Ev nirxandin li qada pîrozbahiyê ya li çiyayên azad, xwe ji her alî ve da der. Tevahî qadên jiyan û têkoşînê, roja 4’ê Nîsanê bi hilatina rojê pêşwazî dikin û jidayikbûna Rêber APO tê pîrozkirin. Ev pênase, tevahî wateya xwe li çiyayên azad di sekna gerîlayên azadiyê de dide der. Gerîlayên azadiyê bi kelecaneke mezin roja rojbûna Rêber Apo pîroz kirin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo asta têkoşîna xwe diyar kirin. 

Rêber APO di 4’ê Nîsana 2026’an de dikeve 77 saliya xwe. Têkoşîna Rêber Apo ya nîv sed salî bi xwe re zayîna azadiya civak û jinê derxist holê. Ev rastî her roja ku çû, hêza têkoşîna jiyana azad afirand û avakirineke nû derxist pêş. Carna cih û dem, ango pêşketinên ku derdikevin, bi xwe re meşên bi heybet vedikin. Bajarê Rihayê bi dîroka xwe ya kevnar a pêşengiya civakê tê naskirin. Pêşengiya ku li vî bajarî derketiye, di tevahî meşa dîrokê de bandorek ava kiriye. Rêber Apo jî bû yek ji wan pêşengan û di tevahî meşa dîrokê de bandoreke mezin afirand.

Îro jidayikbûna Rêber APO weke mîlada civakî û mîlada azadiya jinê tê pênasekirin. Dîroka ku bi destê zorkerên civakî hatibû tarîkirin, bi rabûna Rêber Apo re her roja ku çû hîn zêdetir derket holê û mîna roja berbangê tevahî gerdûn û cîhan ronî kir. Rêber Apo felsefeya jiyana azad û wekhev li tevahiya qadên jiyanê ava kir û ji bo ku rastî di tarîtiyê de nemîne, têkoşîneke mezin meşand. Yên ku herî zêde bi Rêber Apo re meşiyan û tevahî jiyana xwe ji bo azadiya civakê danîn, jinên Kurd bûn. Rêber Apo hevalên xwe yên herî nêz wekî jinên têkoşer diyar kir. Yên ku herî pêşî xwedî li vê hevrêtiyê derketin jî jinên Kurd bûn. Pênaseya “ROJBÛNA RÊBER APO ROJBÛNA ME YE” ji her alî ve wateya xwe ya felsefîk û îdeolojîk dide pênasekirin.

Gerîlayên azadiyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kelecaneke mezin roja rojbûna Rêber Apo pêşwazî kirin. Di tevahî hest û ramanên gerîlayan de gihandina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo derdiket pêş. Gerîlayên azadiyê ji bo roja rojbûna Rêber Apo dar çandin û şahiyek lidar xistin. Bi taybetî wateya ku Rêber Apo li xweza û civakê bar dike, di vê rojê de hîn zêdetir derdiket pêş. Şitlên ku hatin çandin bi vê armancê bûn.

Li çiyayên azad, gerîlayên HPG û YJA STAR’ê bernameyek amade kiribûn. Di destpêka bernameyê de ji bo wate û girîngiya rojê, fermandara YJA STAR’ê Nîştiman Sorxwîn ji bo hêzên gerîla civînek lidar xist. Nîştiman Sorxwîn wiha got: 

“Roja 4’ê Nîsanê dayikbûna Rêber Apo ye. Bê guman roja jidayikbûna Rêber Apo roja jidayikbûna me hemûyan e; roja jidayikbûna gelê Kurd, jin û tevahî civaka azadîxwaz e. Em vê roja pîroz, girîng û watedar di serî de li Rêber APO, tevahî gelê Kurdistanê, şehîdên şoreşê û hemû hevalan pîroz dikin. Em zanin ku ji bo ev roj bi girîngî û wateya xwe pêş bikeve, me bi dehan şehîd dan. Di kesayeta Mustafa û Mahsum de tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Em careke din di kesayeta wan de şehîdên Amarayê û tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînin û bejna xwe li ber mezinahiya wan ditewînin. Em di vê roja pîroz de soz didin ku em ê her tim şopdarên rêya wan bin heta serketinê.” 

Fermandara YJA STAR’ê di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku 4’ê Nîsanê ne tenê rojbûneke fîzîkî ye, lê rojeke ku tê de jin û gelên azadîxwaz ji nû ve çêdibin. Her wiha diyar kir ku her çend Rêber Apo fîzîkî ne li cem wan be jî, bi fikir û felsefeya xwe her tim di jiyana wan de ye. 

Di nava bernameyê de gerîlaya YJA STAR’ê Bêrîtan Amanos wiha axivî: 

“Em wek jin, bi taybetî li vê rojê wek mîladeke nû dinêrin. Her çiqas pênasekirina van hestan zehmet be jî, hewldana me ew e ku em karibin Rêbertiya xwe ne tenê roja 4’ê Nîsanê, lê di tevahî jiyana xwe de bidin jiyankirin. Heya ku em azadiya fîzîkî ya Serokatiya xwe bi dest nexin, em ji têkoşîna xwe tawîz nadin.” 

Gerîlayê HPG’ê Dijwar Botan jî bal kişand ser zîndîbûna gelê Kurd û got: 

“Rabûna Rêber APO gelê Kurd ê ku di nava çar parçeyan de dihate perçekirin, rizgar kir û ji nû ve zindî kir. Em ji bo 4’ê Nîsanê daran diçînin, mîna ku jiyaneke nû ava dikin. Rêber Apo her tişt fêrî me kir û gelê Kurd hîn xweşiktir kir.” 

Gerîlaya YJA STAR’ê Têkoşîn Ardil jî got: “Meha Nîsanê meha nûbûna xwezayê ye. Jidayikbûna Serokatî jî zîndîbûnek di civakê de ava kir. Girêdanbûna Serokatî ya bi xweza, civak û jinê re di vê rojê de hîn diyartir dibe. Serokatî ji bo me bûye nasnameyek.” 

Gerîlayê HPG’ê Ferhat û gerîlaya YJA STAR’ê Toprak Dîrok jî di nirxandinên xwe de diyar kirin ku 4’ê Nîsanê rojbûna Neteweya Demokratîk û tevahî Rojhilata Navîn e. Hat destnîşankirin ku felsefeya Rêber APO îro li tevahî cîhanê belav bûye û di çalakiyên 8’ê Adarê û Newrozê de ev hêza paradîgmayê bi zelalî hatiye dîtin. 

Bernameya gerîlayan a bi agir hatibû xemlandin, bi dirûşmeyên “Rojbûna te pîroz be Serok APO” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin
Nûçeya Pişt re DEM Partî û CHP hevdîtinê dikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nîkaragua têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Îsraîlê re qut dike

Alîkara Serokdewletê Nîkaraguayê diyar kir ku hiukmeta Daniel Ortega ji ber şerê li Xezeyê rexneyê…

Ji aliyê Stêrk TV

TEV-DEM: Ji bo azadiya Rêbertî em têkoşînê mezin bikin

Di daxuyaniya TEV-DEM’ê de hat gotin, “Kîlîta çareseriyê li Îmraliyê ye. Ji bo şikandina tecrîda…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevan Oznûr Deger wê girtî bimîne

Di rûniştina darizandina Midûra Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznûr Deger de biryar hate dayin ku girtî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Gerîlayên azadiyê: Em ê azadiya Rêber Apo tekez pêk bînin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK: Tu têkiliya me bi “Qandil Press” re tune ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya Mexmûrê di roja 990’an de dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şengalê şervanên Ereb 4’ê Nîsanê pîroz kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?