Li Herêmên Parastinê yên Medyayê coş û kelecana 8’ê Adarê bi pîrozbahiyan dewam dike. Gerîlayên jin bi boneya rojê şahiyek lidar xistin. Gerîlayan bi straneke taybet a li ser 8’ê Adarê amade kirin û bi hûnandina porê hev dest bi şahiyê kirin. Di bin berfa narîn a li çiyayên Kurdistanê dibariya de bi hildana wêneyê Rêber Apo dirûşmên jinên ciwan yên gerîla wek “Bijî Serok Apo”, “Bi Can Bi Xwîn Em Bi Tere Ne Ey Serok”, “Bê Serok Jîyan Nabe”, “Jin-Jiyan-Azadî” bilind bûn.
Gerîlayên Azadiyê bi pêxistina agir û gerandina govendê re şahiya xwe domandin.
Gerîla Asmîn Zelal bi boneya rojê axivî û di serî de bal kişand ser paşperdeya dîrokî ya qirkirina jinê bi wê şewata derxistî û encama lêgerîn û berxwedaniya jinan bû mafên xwe û wiha pêde çu: “Ji bo bîranîna wan jinên hatibûn şewitandin li gelek cih û derên dinyayê tekoşîn tê meşandin heya anîn wê astê ku îro wek rojek ku ew jin bêne bîranîn bidin pejirandin. Yên ku 8’ê Adarê ji tinebûnê rojeke bîranînê derxist û kir roja cejna jinê, cejna têkoşîna azadiya jinê jinên Kurd bûn, jinên şoreşger yên Kurd bûn. Ji bo wê ji bo 8’ê Adarê kedeke mezin a têkoşîna jina Kurd çêbûye. Jinên Kurd ên ku li hemberî zihniyeta zilamsalar derketî û têkoşîneke pir mezin meşandî, canê xwe di wê oxirê de dane hene. Têkoşîna Azadiya Jinê têkoşîna azadiya hemû jinên cîhanê ye. Yên ku ji aliyê pergala desthilatdar ve, pergala modernîteya kapîtalîst ve rû bi rû êrîşan dimîne ev roj dibe bingeha têkoşînê. Weke Rêber Apo gotiye, ‘Jin azad nebe civak jî azad nabe’, em ê jî li ser wê bingeha felsefeya jin-jiyan-azadî bi zanista jineolojî jinê bikşînin asta azad bibe û civakê jî bi xwe re azad bike.”
Ji bo êrîş, tundî, kuştin û destdirêjiyên di roja me de li ser jin tê pêkanîn jî Asmîn Zelal bal kişand ser girîngiya xwe parastinê û wiha got; “Îro divê jin li hemberî êrîşên ji aliyê zilam ve wek bira, bav, zilamê pê re zewicî ve tê kirin û li hemberî êrîşên pergalî yên li ser wê tê kirin bikare xwe birêxistin bike û divê xwe bikare biparêze. Jin encax xwe bikare biparêze dikare civaka xwe jî biparêze. Parastin bi aqil, bi fikir, bi hest û hişmendiya çêker ya jinê re dikare pêkan bibe. Ez bi boneya rojê hemû şehîdên doza azadiyê bi bîr tînim û vê rojê li Rêber Apo û li hemû jinên têkoşer pîroz dikim. Ez vê rojê li dayikên şehîdan, li girtiyên azadiyê û li hemû jinên cîhanê pîroz dikim.”
Gerîla Dilpak Cudî jî di serî de 8’ê Adarê li Rêber Apo, li hemû hevalên xwe pîroz kir û wiha got; “Ji bo me hemû roj rojên têkoşînê ne, ne tene 8’ê Adarê. Em hemû rêhevalên di têkoşînê de pêşengtî kirine bi vê wesîleyê bi bîr tînin. Hatina nameyên Rêber Apo di nava me jinan de kelecan û coşek gelek mezin bi xwe re anî. Ji xwe ji bo jinan bi taybetî peyamên Rêber Apo hebû. Mirov dibîne ku bi boneya 8’ê Adarê bi milyonan jin rengê xwe didin qadan. Ev asta têkoşîna jinê bi saya keda Rêber Apo ye. Mirov dibîne ku îro jin çiqas bûye xwedî îrade, xwedî vîn. Ev bi saya Rêber Apo pêk hatiye. Bi nirxa ku daye jinê hiştiye ku hebûn û îradeya xwe bibîne. Çawa ku Kurd tine dihate hesabkirin, jin jî di nava malê de tine dihate hesabkirin. Lê Rêber Apo çawa ku di şexsê civaka Kurd de dar ji nû de şîn kir, jinê jî şîn kir. Jin civak e. Jin nîn be civak jî nabe. Kastîk-katîl hesûdiyên li hemberî jinê li dijî dibe sebeba êrîş, komkujî û destdirêjiyên li ser jinê. Li hemberî vê têkoşînek mezin tê meşandin. Jin divê destdirêjiya li ser xwe qebûl neke, biçûk xistina xwe qebûl neke. Îro hebûneke xwe jî di nava civakê de pêş ketiye. Jin divê tevlî vê pêvajoya entegrasyona civaka aştî û demokratîk bibe. Her kes divê barê li ser milê xwe rake. Bangawaziya min ji hemû jinan re ew e ku bi boneya 8’ê Adarê hemû rabin ser piyan û bi deng û rengê xwe her derî bihêjînin, civakbûnê em pêş de bibin. Em jî têkoşîna wê didin. Em ji bo weke jin xwestekên Rêbertî ji me pêk bînin têkoşîna xwe dimeşînin.”

