Hêzên YJA STAR’ê yên ku ji her alî ve pêşengiyê ji felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re dikin bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li çiyayên Kurdistanê şahiyek lidar xistin. Gerîlayên YJA STAR roja 8’ê Adarê çûn şehîdgehê û li ser gorên şehîdan nêrgiz çandin. Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir û Fermandara YJA STAR’ê Şafak Yekbûn Evîn li ser wate û girîngiya rojê axivî. Şafak Yekbûn Evîn got, “Em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê di serî de li mîmarê azadiya jin û civakê Rêber APO, li jinên têkoşer, li tevahî gerîlayên jin û rêhevalên şehîd pîroz dikin.” Bi vî rengî bîranîn da berdewamkirin û gerîlayên YJA STAR li ser gorên şehîdan yek bi yek nêrgiz çandin.
Di 9’ê Adarê de, ango roja duyem a şahiyê de gerîlayan bi peyama Rêber APO ve dest bi moralê kirin. Peyama ku ji milê Rêber APO ve hatibû nivîsandin, careke din ji Îmraliyê heta çiyayên azad pireke ji hîskirin û girêdaneke bêdawî da avakirin. Rêber APO di peyama xwe de ji bo jinan wiha dabû diyarkirin: “Ez têkoşîna we silav dikim ku hûn dixwazin sedsala 21’ê bikin sedsala jinan. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibata 2025’an û Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk, azadiya jinan wekî mijareke bingehîn a sosyalîzmê destnîşan dikin û çareseriya wê ya hemdem wekî bingeha çareserkirina hemû pirsgirêkên civakî dibînin. Meseleya şoreşa jinan ji hemû mijarên din pêşdetir e. Ez azadiya jinan datînim pêşiyê.” Hêza ku ji peyama Rêber APO hatibû girtin bi tevahî kelacaniya xwe ve di sekna gerîlayên jin de ditedayisî. Ev yek ji her milî ve di sekna gerîlayên YJA STAR de xwe dida der. Bi berdewamiya moralê re amadekariyên ku hatibûn kirin yek bi yek hatin pêşkêşkirin. Gerîlayan di amadekariyên şahiyê de bernameyeke çandî amade kiribûn. Di tevahiya amadekariyan de rengê jin û berhemên jin derketin pêş.
‘RÊBER APO JI BO ME JINAN FELSEFEYA JIYANÊ DA AVAKIRIN’
Di nava şahiyê de gerîlaya YJA STAR Zîlan Cudî li ser wate û girîngiya 8’ê Adarê û têkoşîna jinan nirxandin kir. Zîlan Cudî ji bo 8’ê Adarê wiha dest bi nirxandina xwe kir: “Em vê rojê di serî de li Rêhevalê herî mezin û Rêberê gelê Kurd Rêber APO, li jinên têkoşer û jinên ku ji bo azadiya welatê xwe û civaka xwe têdikoşin pîroz dikin. Yê ku fikra azadî û zanebûnê li me jinan da qezenckirin Rêber APO û şehîdên me ne, em vê rojê bi taybetî li wan pîroz dikin. Me hevalên jin îro bi kelacanî li vê qadê kom bûne û pîroz dikin. Ji bo me tevahî jinan ev roj rojeke girîng e û tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Tabî bi têkoşîna Tevgera Azadiyê ve wateyeke hîn cuda li vê rojê hatiye barkirin. Wek rojeke sembolî zêdetir, rojeke ku têkoşînê belavî tevahî rojan dike ye. Têkoşîna ku li hemberî hişmendiya qatîl tê dayîn bi wesîleya vê rojê ve hîn zêde bilindkirin û tevahî qadên jiyanê zivirandina qadên têkoşînê ye. Em wek hêzên YJA STAR ji her milî ve pêşengiya vê têkoşînê dikin. Wekî ku tê xuyakirin ku hemû gerîlayên jin di vê mijarê de bi biryar in û ji têkoşîna wê re jî pêşengî dikin.”
Yek ji gerîlayên jin ên ku di dewamiya şahiyê de nirxandin pêş xist Sara Erep bû. Gerîla Sara Ereb ji bo 8’ê Adarê got, “Di serî de em vê rojê li Rêber APO, li tevahî hevalên şehîd, li jinên têkoşer û bi taybetî li pêşeng û şehîda mezin rêheval Sara (Sakînê Cansiz) pîroz dikin. Em bi têkoşîna Rêber APO û hevalên şehîd ve gihîştin vê rojê û pêvajoya bi navê Aştî û Civaka Demokratîk a ku hatiye destpêkirin bi têkoşîn û keda wan ve hatiye avakirin. Ev yek di me de moral û manewiyeteke pir mezin dide avakirin. Ez jinên ku li hember pergala qatil berxwedidin û têdikoşin silav dikim û vê rojê li wan pîroz dikim. Pir girîng e ku em jin di azadiyê de israr bikin û li hember vê pergalê bisekinin; niha dem dema jinê ye. Em soz didin ku wê têkoşîna azadkirina jinê her tim were bilindkirin. Rêber APO jî pir girîngî dide têkoşîna azadiya jinan û hêmanê bingehîn ê pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ jin daniye. Em wek gerîlayên YJA STAR ji her milî ve amade ne ku têkoşîna vê bidin.”
Di berdewamiya şahiyê de Gerîlaya YJA STAR’ê Hêjar Berwarî jî nirxandin kir û got, “Di serî de em vê rojê li Rêber APO, li tevahî hevalên şehîd û hevalên jin pîroz dikin. Ji bo vê rojê dehan rêhevalên me şehîd bûn û berdêlên pir mezin hatin dayîn. Di encama wan berdêlan de îradeya jin û sekna jina azad derket holê. Bi têkoşîna hevalên jin ve ev roj ji bo me hîn zêde biwatedar bû. Têkoşîna ku hate dayîn bi xwe re wateya jiyanê derxist holê. Ji bo vê em wek gerîlayên YJA STAR em ê li ser şopa wan hevalan bin û di dawiyê de em vê rojê li tevahî jinên têkoşer û li Rêber APO pîroz dikin.”
Gerîla Devrîm Dorşîn di berdewamiya şahiyê de bal kişand ser têkoşîn û berxwedaniya jinan. Gerîla Devrîm Dorşîn got, “Em di serî de vê rojê li yê ku em anîn van rojan û têkoşîna jiyana azad hînî me kir, li Rêber APO pîroz dikin. Di heman demê de daxwaza me ya herî mezin û sedema têkoşîna me azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye. Me îro li ser van esasan li qadê kom bûne û milekî têkoşîna xwe bi vî rengî didin diyarkirin. Em bi kelacan in; Rêber APO pêvajoya ku daye destpêkirin bi pêşengiya jinê dide rêvebirin û beşekî girîng ji têkoşîna jinê re veqetandiye. Ev serdem wek serdema lehengiya jinê pênase kir. Wek gerîlayên jin em ji her milî ve amade ne ku pêşengiya vê pêvajoyê bikin. Rêber APO ji jineke bi îdeolojî, rêxistinî û felsefîk re rê vekir û tê zanîn ku tevahî xebatên Rêber APO di çarçoveya azadiya jinê de ne. Hewldan û têkoşîna me jî di vê çarçoveyê de ye ku em ji hewildanên Rêber APO yên ji bo jinê re bibin bersiv. Dîsa em vê rojê li tevahî hevalên me yên ku di tunelên şer de berxwedan û berdêl dan û li tevahî jinên têkoşer pîroz dikin.”
Yek ji gerîlayên ku di berdewamiya şahiyê de axivî Hewlêr Hêvî bû. Hewlêr Hêvî bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinan û têkoşîna Rêber APO ya ji bo jinê. Hewlêr Hêvî wiha dest bi nirxandinên xwe kir: “Di destpêkê de em vê rojê li Rêber APO pîroz dikin. Me bi bihîstina dengê Rêber APO ve dest bi vê salê kir. Îro jî me bi peyama Rêber APO ve dest bi şahiya xwe kir, ev yek ji her milî ve moral û heyecana me bilind kir. 8’ê Adarê bi têkoşîna jinê ve bû rojeke jinê lê Rêber APO bi têkoşîna xwe ev zanebûn di me de hîn kûrtir kir û wateyeke hîn cuda lê barkir. Em wek gerîlayên YJA STAR bi vê nêrînê ve îro vê şahiyê li dar dixin. Em vê rojê li tevahî jinan û jinên kedkar pîroz dikin. Çawa ku Rêber APO roja 8’ê Adarê ji bo jinan tenê bi rojekê ve sînor nake û tevahî deman ji bo jinan wek rojên têkoşînê dibîne, em wek hêzên YJA STAR jî bi vî rengî nêz dibin. Têkoşîna me ew e ku em bikaribin tevahî rojan bi rengên jinê ve bixemilînin. Her wiha pêvajoya ku bi pêşengiya Rêber APO ve tê rêvebirin, wek jin em ji her milî ve di giraniya vê pêvajoyê de ne. Bi taybetî ji bo ku em bikaribin bi Rêber APO re û bi tevahî jinan re azad bijîn em têkoşînê didin. Heya ev yek mîsoger nebe, em qadên têkoşînê bernadin û dîsa 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz dikim.”
Gerîlayên YJA STAR ber bi êvarê ve meşeke bi meşaleyan lidar xistin. Li çiyayên Kurdistanê dengên tîlîliyan û govenda azadiyê tevahî qada şahiyê dagirtibû. Pêşengên jiyana azad jinên Kurd bi xemla xwe li tevahî qadên têkoşînê pêşengî kirin. Gerîlayên YJA STAR bi dirûşmên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ ve li qadê şahiya xwe bi dawî kirin.

