Çarşem, 10 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Veysî Aktaş: Kî xwe birêxistin bike ew ê bi ser bikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî, CHP û EMEP’ê raporên xwe yên ‘çareseriyê’ radest kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wan û Agiriyê şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akademîsyenên Misrî: Projeya neteweya demokratîk a Abdullah Ocalan gerdûnî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolîna SAMER’ê: Piraniya hilbijêrên DEM Partiyê piştgiriyê didin hevdîtinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan avêtin ser Buroya Hiqûqê ya Gel: Parêzer Naîm Emînoglû hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Başûrê Kurdistanê barîna zêde bandorê li jiyanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meş: Aştî bi mafên mirovan dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê 8 mamosteyên pispor ji kar hatin derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Tundiya li nava civakê li derveyî exlaqê ye, divê tedbîr bêne wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê 5 gerîlayên sala 2019’an şehîd bûne, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ûrmiyeyê 2 kolber ji ber berfê asê man

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di Hefteya Mafên Mirovan de ji bo azadiya Rêber Apo û aştiyê bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsên Jinan ên NRW YJK-E’yê li Kolnê perwerde da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helebceyê jinan li dijî tundiyê çalakî lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Mijdarê de herî kêm 23 jin û 3 zarok hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Meclîsa Îştar: Civaka demokratîk wê bi pêşengiya jina azad bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’emîn Konferana Meclîsa Îştar bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Klîba Şehîd Dilşêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagê konserek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emanetgirê antîka yê Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Gerîlayên YJA Starê: Me xeta berxwedanê ya Berîtanê heta roja îro anî
Jin

Gerîlayên YJA Starê: Me xeta berxwedanê ya Berîtanê heta roja îro anî

Gerîlayên YJA Starê şehîd Bêrîtana ku bi xeta berxwedan û têkoşîna azadiyê ya ji bo bi hezaran jinan bûye çavkaniya îlhamê, di salvegera 33’emîn de bi bîr anîn û diyar kirin ku ew li ser şopa Bêrîtan têdikoşin û mîrateya berxwedanê heta îro anîne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Bi hatina 25’ê Cotmehê re salvegera şehadeta yek ji pêşeng û fermandara têkoşîna azadiyê, Bêrîtan Hêvî, ango bi navê xwe yê dinê Gulnaz Karataş di salvegera xwe ya 33 mîn de, li hemû qadên gerîla de hate bi bîranîn. Wek tê zanîn Bêrîtan yek ji pêşenga tevgera APOYÎ ye ku bi sekna xwe ya berxwedêr, bi serî rakirina xwe li hemberî îxanetkarên him hûndirîn, him jî yên ji derve ve îro ji bo tevahî jinên cîhanê bûye modêlekî nû ya têkoşîna azadiyê. Bûye xeteke azadiyê ku mînaka wê di cîhanê de nayê dîtin. Di pêvajoyekî ku di nava tevgera APOYÎ de, herî zêde kesayetên binkeftî, kesayetên ku ji serkeftinê nebawer ku hişmendiya zilamê binkeftî ji xwere esas digre, ango fereseta ku jin weke hebûn nahesibîne, bê bawer nêz dibe û gelek mînakên bi vî awayî ku li hemberî jina Kurd dihate raber kirin, fermandara gerîla Bêrîtan bi sekna xwe ya APOYÎ, ev ferasetên ji dervî azadiyê şikand û bi piratîk û şerê xwe ve da diyar kirin ku jina ku şer dike, azad dibe, azad dibe xweşik dibe, xweşik dibe tê heskirin. Bi vê vegotina xwe ve kete rê û jiyanî kir.  Îro ew weke fermandareke gerîla, ji tevahî artêşa YJA Starê û tevahî jinan re bûye hêviya azadiyê.

 

‘’SEKNA BÊRÎTAN MÎNAKEKE JI BO ME TEVAHÎ JIYAN”

Yek ji gerîlayeke din a YJA Starê, Zîlan Aydin Toran li ser bîranîna salvegera fermandara xwe bi van gotinan bi bîr anî û wiha got; ‘’Wekî hûn jî dizanin îro salvegera şehadeta rêheval Bêrîtan, ango bi navê xwe yê rast, Gulnaz Karataş e. Em jî weke şervanekê YJA STAR, weke şervaneke tevgera APOYÎ, niha li ser şopa rêheval Bêrîtan, li ser şopa berxwedaniya wê, dixwazin bimeşin têkoşîna wê didin. Her kes dizane ku rêheval Bêrîtan li hemberî, xeta îxanetkar ya PDK’ê, xeta tasfiyê ya hûndirîn, têkoşînekî mezin da meşandin. Bedelekî giranbûha da. Di şopa berxwedaniyê, azadiyê û bîrdoziya Rêber APO de, têkoşîna xwe bilind kir heta gihîşt asta şehadete. Di rojekî herî pîroz de, çalakiyekî bi rûmet kir û xwe di zinaran de avêt. Bi rastî em jî weke jinekî Kurd, wekî milîtaneke APOYÎ, dixwazin rêheval Bêrîtan di şexsê xwe û kesayetê xwe de, zindî bikin û dibin jiyan kirin. Bi têkoşîn û bîrdoziya wê ya jiyanê, bi felsefeya wê ya şer, bi feresetên wê yên şer ku jin heta çek raneke, heta têkoşînekî rast nede meşandin û di bîdoziya Rêber APO de xwe ava neke, nagihîje armanca xwe, nagihîje azadiyê. Em jî bi xwe bi vê bîrdoziyê, dixwazin rêheval Bêrîtan jiyanî bikin. Ango di têkoşîna xwe de, her li pêy şopa wê bimeşin. Ji ber ji bo me tevahiyan xetekî esasî ye. Em jî dixwazin layîqî rêheval Bêrîtan bibin. Bi taybetî wekî jinekî Kurd, di refên azadiyê de cih girtin, wateyekî xwe ya pir cûda heye. Kurd bi sedan sala ye, têkoşîn dikin û li berxwe didin. Di dîroka Kurdisatnê de, gelek jinên pêşeng hene ku mînaka wê gelek in. Kela Dimdim mînakekî wê ye, Dersim, Serhad, Agirî mînakekî wê ye. Di gelek bajêrên me yên Kurdisatnê de, jinan ji şerê azadiyê  re pêşengtî kirine û di oxira wê de ruhê xwe dane. Em bi xwe jî, ji wan rojan tên, ji wê mîrasê tên heta roja îro.’’ Gerîla Zîlan Toran di dewama nirxandinên xwe de bal dikşîne ser banga Rêber APO û girîngiya wê bi vî rengî tîne ziman;‘’Niha jî pêvajoya ku tê meşandin, bi însyatîfa Rêber APO tê meşandin, ev hemû bedelên wan êşan in. Em dikarin bêjin, berhemên wan bedelan in. Bêrîtanan ber xwe nedabana, xeta azadiyê ne hilbijarta, Rêheval Emîne, xeta azadiyê ne hilbijarta weke jineke tirk di civaka tirk de, di serê van çiyan de bi salan têkoşîn kir û di şopa rêheval Bêrîtan de, weke jineke berxwedêr ji bo me sekna wê mînak e. Sekna heval Zîlan ku xwe kir bomba, di nava zihniyeta desthilatdar û sîstema kaptalîst de, xwe teqand mînak e. Xwe kir, mînakeke ku her kes wêna nas dike, her kes wana bi bîrtîne. Her kes dizane ku ew jinên berxwedêr û têkoşerin. Ev tenê ne ji bo civaka Kurd, ango civaka Ereban û Tirkan têkoşîn dane meşandin.  Êdî jin li ser ruyê cîhanê, di hindûrê sîstema herî dijwar ku mezin bûye, ango hemû hucreyên civakê belav kiriye, êrîş li ser bedena jin û zihniyeta wê dike, van mirovan têkoşîna wê didan. Em bi xwe jî dema ku van tişan dibînin û dişopînin, rojane nûçeyên di derbarê jin de didin. Mînaka herî dawî, nûçeya Rojîn bû ku hate kuştin û fahîlê wê nediyare. Bi sedan jinên bi vî rengî, oqûbeta wan ne diyare. Bi taybetî jinên ku pêşengtî ji civakê re dikin. Zihniyeta zilamê desthilatdar di her qada jiyanê de, ew teng kiriye. Nahêle ku jin nefes bigre. Li hemberî vê têkoşînek lazim e. Serî rakirinekî lazim e. Niha hereketa azadiya jin PAJK, di gelek qadên têkoşînê de cih digre, gelek rêheval û fermandarên me di oxira vê têkoşînê de bedelên mezin dan. Bi mahan, salan di wan tûnelên berxwedanê de li berxwedan û têkoşîn dane meşandin. Dikarim bêjim tolhildane wisa bigre dest. Niha jin di civaka me de pêşengtî dike. Bi tabybetî jinên Kurd, nav û dengê xwe di cîhanê de bi belavî her cihî kirine. Ya me jî xwestek û hêviyên me bi vî rengî ne, bi taybet jinên ku niha di civakê de, her jinek di bin denetima zilamekî de ye. Her jinek mecûre di bin gotinekî zilam de, serê xwe bitewîne. Sîstemekî wisa de jiyan kirin, divê ti jin, ciwan vê tiştî ji xwere qebûl neke. Bila Rojîn li me zêde nebin, bila Denîz li me zêde nebin jin neyên kuştin. Ya me têkoşîna me ji bo wê rabûne.’’ Di dawiyê de gerîla Zîlan bang li tevahî jin û ciwanan dike ku xwe ji insyatîfa zihniyeta zilam re nehêlin û wiha dibêje; ‘’Lazime ku her kes vê yekê bizane. Divê jin bizane ku di her qada ku ew lêye, çi Kurdisatan dibe, Rojhilata Navîn dibe, jinên cîhanê li beranberî zilamê êrîşkar, xwe bi rêxistin bike, civaka xwe bi rêxistin bike û bi xwere tevahî cîhanê rêxistin bike. Bi taybetî bi banga Rêber APO re, divê herî zêde jin xwedî li wê bangê derbikeve. Bi taybetî jinên ciwan, dayîkên me yên aşêtiyê. Em weke tevger me gelek rêbaz bi kar anîn ji bo ku em têkoşîna xwe bibin serî û bi ser bixin. Pêvajo heya astekî bi rêve çûye, divê ji hêla dijmin ve hîn gavekî şînber nehatibe avêtin, lê em weke jin, wekî pêşengekî tevgera azadiyê, wekî şopdara rêheval Bêrîtan, Zîlan dixwazin di vê pêvajoyê de rol bilîzin. Niha jî herî zêde rol dikeve destên jinên ciwan, dikeve destê dayîkên me yên aşêtiyê de. Ew jî dikarin rolên xwe yên girîng bilîzin di vê pêvajoyê de. Ya me jî xwestek û armancên me ev in. Em yê di milê xwe de dikin, têkoşîna ku ji me tê xwestin. Em henase bi henase em têkoşîna wê didin meşandin. Di hemû qadên têkoşînê de, çi erk û berpirsyartiyên ku were xwestin emê bikin. Hêviyên me jî bi vî rengî ne. Jin bikaribe xwe di hemû qadên jiyanê de xwe bi rêxistin bike. Divê xwe ji wîjdana zilam re nehêle. Xwe jin insyatîfa zilam re nehêlin. Ev zihniyeta zilam, bi salan jin bi binxistiye, her xwestiye bin denetima xwe de û perçiqandiye. Ji ber zilan xwestiye kuştiye, xwestiye destavêtiye, xwestiye kiriye amûrekî ya reklamê derxistiye pêş, xwestiye kiriye serokê welatekî, lê ew bi qereqterê zilam me, ew bi rengê zilam e. Ji ber zilam ew daye pêş. Ji ber vê em niha têkoşîna wê dikin. Em dixwazin jin bi rengê xwe, bi deng û navê xwe, çand û exlaqê xwe ji nû ve xwe ava bike û bi rêxistin bike ku bikaribe ji vê pêvajoyê re pêşengiyekî rast bike. Bi taybetî pêvajoya ku Rêber APO daye destpêkirin, çek sekinîne, em dixwazin siyast biaxive. Bi rastî jin dikare di vê demê de rol bilîze. Pêşengtiya ku jê tê xwestin, layîq bibe. Niha de hemû qadên têkoşînê de, meş û mîtîng bi pêş dikeve, pêşengtiyekî pir mezin tê kirin. Di vir de herî zêde rol dikeve ser milên jinê. Ev rastiyekî ye. Eger ev pêvajo bi ser bikeve û civaka me bigihîje azadiya xwe, wê bi keda jin çêbibe, bi keda dayîkên me yên aşêtiyê wê çêbibe. Ji ber wê jî em dixwazin xwedî li vê pêvajoyê were derketin. Her kes xwedî li vê pêvajoyê derbikeve ku em bikaribin, bigihîjin azadiya Rêber APO û azadiya xwe. Me çiqas li berxweda be, têkoşîn kiribe jî, lê bi qasî Rêber APO ti kesî têkoşîn nekir. Rêberê me di di wê zîndanan de, temenê xwe da. Lê ti carî bi sekna xwe ya azadiyê de, tawîz neda. Ruxmî hemû êrîşan jî, sîstema xwe ava kir.’’

 

‘’BERXWEDANA RÊHEVAL BÊRÎTAN XETEK E”

Yek ji gerîlayên YJA Starê, Eylem Harûn ji bo salvegera şehadeta fermandar Bêrîtan Hêvî, ango bi navê xwe yê dinê, Gulnaz Karataş bi bîr anî  û wiha got; ‘’Bi wesîleya salvegera fermandara me a mezin, rêheval Bêrîtan bi navê xwe yê dinê, Gulnaz Karataş em bi bîrtînin. Di şexsê rêheval Bêrîtan de, tevahî şehîdên şoreşê bi bîrtînin û bejna xwe li beranberî wan ditewînin. Wek tê zanîn, rêheval Bêrîtan weke fermandara me, di nava tevgera me de rolekî wê ya girîng heye. Em jî weke gerîlayên YJA Starê, di şexsê fermandara xwe de bikaribin gavakî bavêjin û têkoşînekî xurt bidin meşandin. Rêheval Bêrîtan di dîroka tevgera me ya azadiyê de, li hemberî îxanetkaran, tasfiyekaran têkoşînekî di asta herî jor de daye meşandin. Ango radestbûn qebûl nekiriye û çalakiyekî canbexş kiriye. Mirov di roja me ya îro de temaşe dike ku bi dehan, sedan kesayetên mîna rêheval Bêrîtan derketin e. Şerê ku di nava çend salan de li qadên me de hate meşandin, bi taybetî di qadên me yên berxwedanê de, seknên berxwedêr ku dixwestin li ser xeta rêheval Bêrîtan de, bimeşin û têkoşîna wê bilintir bikin derketin holê. Bi giştî di nava artêşa me ya HPG’ê û YJA Starê de ku di vê berxwedanê de cih girtin e, bi sekin, tevlêbûn û hêza xwe ve bi taybetî weke gerîlayên jin, têkoşînekî herî mezin  li hemberî dijmin dane raber kirin. Ruxmî hemû zor û zehmetiyan û teknîka herî pêşketî ku li dijî me hatiye bi kar anîn, berxwedaniyekî bê hempa hatiye meşandin. Em jî weke gerîlayên jin, li ser vê hîmê têkoşîn û berxwedana xwe didomînin. Ji ber jiyan û berxwedana rêheval Bêrîtan ji bo me xetek e, em li ser wê dimeşin. Her yek ji me dixwazin bibin Zilan, bibin Bêrîtan û têkoşîna xwe bidomînin. Ruxmî ku rêheval Bêrîtan di gerîlatiyê de nû bû û şervaneke salekê bû, Rêber APO xwandin, fêmkirin, jiyanî kirin û pêkanînê de rêheval Bêrîtan mînak e. Ev jî him di jiyana xwe û tevlêbûna xwe de, bi taybet di nava jin de, her xwest vê ruhî bide jiyan kirin. Heta şehadeta xwe ev ruh parast û bi jiyanekî têr û tijî jiyan kir. Ti carî jiiyanekî ji rêzê ji xwere qebûl nekir. Ti carî li hemberî îxanetkaran serî netewand. Em li ser vê esasî wê di salvegera şehedata wê de em bi bîr tînin. Gerîla Eylem Harûn, di dawiya gotinên xwe de bang li tevahî jinan kir û wiha domand; Pêwîste divê pêvajoyê de her kes bi taybetî jin û ciwan, di civakê de bikaribin xwedî li vê nirxê derbikevin. Pêwîste weke jin li hemberî hemû cûreyên êrîşê yê ku ji hêla zilam ve tê meşandin, jin bikaribe xwe bi rêxistin bike û têkoşîna wê bide meşandin. Ji bo bikaribin xwedî li vê pêvajoyê derbikevin.’’

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gerîlayên Azadiyê wê sibe gaveke din a dîrokî bavêjin
Nûçeya Pişt re 2 girtiyên ku piştî 30 salan hatin berdan, li Şêxmeqaûdê bi coş hatin pêşwazîkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Parêzer Firat Epozdemîr hat girtin

Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Stenbolê Firat Epozdemîr bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye” hat girtin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kobanê û Tirbespiyê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin

Li Kobanê û Tirbespiyê 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo hate pîrozkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Efrînê kesek din jî hate revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Şera ya Efrînê kesê bi navê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Darvekirina Werîşe Mûradî hat betalkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Di Hefteya Mafên Mirovan de ji bo azadiya Rêber Apo û aştiyê bang hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Meclîsên Jinan ên NRW YJK-E’yê li Kolnê perwerde da

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Helebceyê jinan li dijî tundiyê çalakî lidar xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?