Şemî, 6 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Acar: Ez şahida tevahiya dîroka têkoşîna siyasî ya Kurd im, dixwazim aştiyê jî bibînim!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana Ahmet Tunelî 32 sal in girtî ye, cara çaremîn hat astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê têkildarî ‘mafê hêviyê’ ji Konseya Ewropayê re name şandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KESK’ê li ber Wezareta Edaletê banga berdana girtiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bedewî û jiyana Gundê Rizgê yê Binarê Qendîlê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di salvegera 11’emîn a Komkujiya 5’ê Hezîranê de daxwaza eşkerekirina kujeran hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê Parka Şehîd Solîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê piştgirî da banga ‘yekîtiyê’ ya Talabanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Şêx Mihemed Îshaq Feyaz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Avesta: Bi taktîkên mijûlkirinê ne pêvajoyê bi pêş ve diçe ne jî pirsgirêka 100 salî çareser dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di meha Gulanê de 16 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aktîvîst Nadîm Mukarreb: Di salekê de herî kêm 61 jin hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji AKD’ê banga ji bo 14’ê Hezîranê: Em tevlî Greva Jinan bibin, li dijî G7 dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mujde Gungor a ku hat qetilkirin li Mûşê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2’yemîn Xelatên Rojnamevaniya Jinan a Gurbetellî Ersoz serlêdan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîs Jinan a DEM Partiyê li dijî Pakêta Darazê ya 12’emîn banga têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-Çand-Ewropayê, Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev Çand-Ewropayê Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja duyemîn a 5’emîn Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên rengîn berdewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê bi coş û girseyî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Şanogerê 40 salan: Divê ji bo civakê hîn bêhtir bixebitim
Çand û Hûner

Şanogerê 40 salan: Divê ji bo civakê hîn bêhtir bixebitim

Yûnis Ehmed ku 40 sal in tecrûbeya civakê bi rêya şanoyê radigihîne got, "Li pêşberî gelê xwe divê bibim eynika civakê. Hêviya min a herî mezin ew e ku şanoya Kurd hîn bi pêş ve biçe û di hunera cîhanê de bibe mînakek."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Şanoger Yûnis Ehmed got, “40 sal in şanoyê dikim, lê hîn jî ne bawer im ku bûme şanogerekî rasteqîn. Yê ku karibe hestê civakê li ser dikê nîşan bide, ew şanoger e. Ji bo civakê divê hîn bêhtir bixebitim.”

Yûnis Ebd Elmecîd Ehmed ji bo karibe bibe eynika civakê 40 salên ji temenê xwe da şanogeriyê. Şanoger û derhêner Yûnis Ebd Elmecîd Ehmed sala 1960’î li gundê Qijlê yê navçeya Amûdê ji dayik bû. Lê hîn 4 salî bû malbata wî ji gund derket û li navenda Hesekê bi cih bû. Ji zarokatiyê ve bala Yûnis li ser şanogeriyê bû. Timî dixwest bibe şanogerek û şagirtên wî hebin. Lê belê ji ber ku malbata Yûnis xizan bû, xwedî derfetên têrker nebû.

Yûnis Ehmed ji ajansa me re qala tecrûbeyên xwe yên şanogeriyê kir, “Ez biçûk bûm, şanogerî ji bo min dilxwazî û armancek bû, lê belê min bala kesî nedikişand. Malbata min bi evîna min a ji şanoyê re zanîbû, lê belê rewşa me ya madî tine bû, ji ber rejîma Baasê nikarîbûn piştgiriyê bidin min. Di salên 1981 û 1982’an de bayê şoreşê yê ji Bakurê Kurdistanê hat, em gelekî kêfxweş kir. Di sala 1984’an de ev ba mîna volkanekî teqiya û em jî li ber tîna vê volkanê ket. Di salên 1986-1987’an de me ji nû ve dest bi şanoyê kir. Wê demê gelekî kêfxweş bûm, ji ber ku tevlî komên şanoyê bûbûm. Bi rabûna Tevgera Azadiyê ya Kurd re em gelekî xurt bûbûn. Wê demê şehîd bavê Teyar hevalê me bû, lê di heman demê de ew kes bû ku şano hînî me dikir. Dikarim bibêjim ku şehîd Bavê Teyar kedeke gelekî mezin da şanogeran. Ya rast şanoya Kurd bi Bavê Teyar re bi pêş ket.

Timî dibêjim, şano ruhê civakê ye; mirov bi gelek rê û rêbazan dikarin li ber xwe bidin û rastiya gel li ser dikê nîşan bide. Min jî xwest bi rêya şanoyê vê rastiyê bigihînim ser dikê û bikim ku îradeya gelê Kurd bê naskirin. Zor û zehmetiyên wê demê gelekî zêde bûn, lê belê me dest jê bernedan û şanogerî dewam kir. Rejîma Baasê zext û êşkenceyeke giran li gelê Kurd dikir. Belê, wê demê me gelek zor û zehmetî kişand, lê belê van zehmetiyan ew hêz da me ku em jiyana xwe dewam bikin û bi pêş ve biçin. Niha dikarim gel û şanoyê bigihînim hev, lê belê ev yek di dema rejîmê de qedexe bû. Wê demê min dixwest li ser dikekê lîstika xwe nîşan bidim, lê belê timî weke hesretekê di dilê min de ma; niha bi rûmet û wêrekiyeke mezin şanoya xwe pêşkêşî bi hezaran mirovî dikim.”

‘TIRS HATE TÊKBIRIN’

Yûnis Ehmed destnîşan kir ku bi Şoreşa Rojava re firsendeke mezin kete destê wan, wan tirs êdî têk birine û got, “Ez xwe li aliyê sînemayê dibînim. Gava yek qala sînemayê dike ez gelekî kêfxweş dibim û bi kelecanî dibim. Weke şanogerekî çi bar dikeve ser milê me em radikin û wezîfeya xwe bi cih tînin. Em hemû dixwazin li Kurdistanê qada xwe ava bikin. Ji ber ku Rêber Apo dibêje: welatekî hatibe avakirin, kes nikare hilweşîne. Bila her kes zanibe, bêyî zor û zehmetiyê, bêyî êşê mirov kêfxweş nabe.

Em ji cûreyên gelekî cuda şanoyê pêşkêş dikin. Hinek jê siyasî ne, hinek jî civakî ne. Lê belê hemû jî li gorî rewşa civakê ne. Her kes nikare şanoyê bike, tenê yên ku civakê bi kûrahî hîs dikin, nas dikin hingî dikarin vê yekê li ser dikê nîşan bidin. 40 sal in ez şanogeriyê dikim lê belê hîn jî nikarim bibêjim ku şanogerekî rasteqîn im. Ji bo civakê divê hîn bêhtir bixebitim. Li pêşberî gel divê bibim eynika civakê. Hêviya min a herî mezin ew e ku şanogeriya Kurd hîn bêhtir bi pêş bikeve û di nava hunera cîhanê de bibe mînak.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Gelê Kurd bi saya Rêber Apo gihîştiye asteke stratejîk’
Nûçeya Pişt re Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 22’Ê SIBATA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Serokeşîrên Şengalê: Dawî li zilma li dijî Êzidiyan bînin

Desteya Eşayîrî ya Şengalê diyar kir ku sedema kûrbûna aloziyan û têkçûna aramiya Şengalê, peymana…

Ji aliyê Stêrk TV

10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed! (231)

 Bizûtnewey Kurd le Turkiya (2)Qazî: Belam bo rojnamenûsêk muşkîle nîye.Sîvan se'îd: Reng e bo rojnamenûsêk…

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Qamişloyê êrîşa çekdarî: Kesek jiyana xwe ji dest da, 2 kes birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?