Şanoger Yûnis Ehmed got, “40 sal in şanoyê dikim, lê hîn jî ne bawer im ku bûme şanogerekî rasteqîn. Yê ku karibe hestê civakê li ser dikê nîşan bide, ew şanoger e. Ji bo civakê divê hîn bêhtir bixebitim.”
Yûnis Ebd Elmecîd Ehmed ji bo karibe bibe eynika civakê 40 salên ji temenê xwe da şanogeriyê. Şanoger û derhêner Yûnis Ebd Elmecîd Ehmed sala 1960’î li gundê Qijlê yê navçeya Amûdê ji dayik bû. Lê hîn 4 salî bû malbata wî ji gund derket û li navenda Hesekê bi cih bû. Ji zarokatiyê ve bala Yûnis li ser şanogeriyê bû. Timî dixwest bibe şanogerek û şagirtên wî hebin. Lê belê ji ber ku malbata Yûnis xizan bû, xwedî derfetên têrker nebû.
Yûnis Ehmed ji ajansa me re qala tecrûbeyên xwe yên şanogeriyê kir, “Ez biçûk bûm, şanogerî ji bo min dilxwazî û armancek bû, lê belê min bala kesî nedikişand. Malbata min bi evîna min a ji şanoyê re zanîbû, lê belê rewşa me ya madî tine bû, ji ber rejîma Baasê nikarîbûn piştgiriyê bidin min. Di salên 1981 û 1982’an de bayê şoreşê yê ji Bakurê Kurdistanê hat, em gelekî kêfxweş kir. Di sala 1984’an de ev ba mîna volkanekî teqiya û em jî li ber tîna vê volkanê ket. Di salên 1986-1987’an de me ji nû ve dest bi şanoyê kir. Wê demê gelekî kêfxweş bûm, ji ber ku tevlî komên şanoyê bûbûm. Bi rabûna Tevgera Azadiyê ya Kurd re em gelekî xurt bûbûn. Wê demê şehîd bavê Teyar hevalê me bû, lê di heman demê de ew kes bû ku şano hînî me dikir. Dikarim bibêjim ku şehîd Bavê Teyar kedeke gelekî mezin da şanogeran. Ya rast şanoya Kurd bi Bavê Teyar re bi pêş ket.
Timî dibêjim, şano ruhê civakê ye; mirov bi gelek rê û rêbazan dikarin li ber xwe bidin û rastiya gel li ser dikê nîşan bide. Min jî xwest bi rêya şanoyê vê rastiyê bigihînim ser dikê û bikim ku îradeya gelê Kurd bê naskirin. Zor û zehmetiyên wê demê gelekî zêde bûn, lê belê me dest jê bernedan û şanogerî dewam kir. Rejîma Baasê zext û êşkenceyeke giran li gelê Kurd dikir. Belê, wê demê me gelek zor û zehmetî kişand, lê belê van zehmetiyan ew hêz da me ku em jiyana xwe dewam bikin û bi pêş ve biçin. Niha dikarim gel û şanoyê bigihînim hev, lê belê ev yek di dema rejîmê de qedexe bû. Wê demê min dixwest li ser dikekê lîstika xwe nîşan bidim, lê belê timî weke hesretekê di dilê min de ma; niha bi rûmet û wêrekiyeke mezin şanoya xwe pêşkêşî bi hezaran mirovî dikim.”
‘TIRS HATE TÊKBIRIN’
Yûnis Ehmed destnîşan kir ku bi Şoreşa Rojava re firsendeke mezin kete destê wan, wan tirs êdî têk birine û got, “Ez xwe li aliyê sînemayê dibînim. Gava yek qala sînemayê dike ez gelekî kêfxweş dibim û bi kelecanî dibim. Weke şanogerekî çi bar dikeve ser milê me em radikin û wezîfeya xwe bi cih tînin. Em hemû dixwazin li Kurdistanê qada xwe ava bikin. Ji ber ku Rêber Apo dibêje: welatekî hatibe avakirin, kes nikare hilweşîne. Bila her kes zanibe, bêyî zor û zehmetiyê, bêyî êşê mirov kêfxweş nabe.
Em ji cûreyên gelekî cuda şanoyê pêşkêş dikin. Hinek jê siyasî ne, hinek jî civakî ne. Lê belê hemû jî li gorî rewşa civakê ne. Her kes nikare şanoyê bike, tenê yên ku civakê bi kûrahî hîs dikin, nas dikin hingî dikarin vê yekê li ser dikê nîşan bidin. 40 sal in ez şanogeriyê dikim lê belê hîn jî nikarim bibêjim ku şanogerekî rasteqîn im. Ji bo civakê divê hîn bêhtir bixebitim. Li pêşberî gel divê bibim eynika civakê. Hêviya min a herî mezin ew e ku şanogeriya Kurd hîn bêhtir bi pêş bikeve û di nava hunera cîhanê de bibe mînak.”