Li Tirkiyeyê heta 31’ê Çileya 2023’an 348 hezar û 265 kes li girtîgehan dihatin ragirtin ku bi vê yekê re li nava welatên endamê Konseya Ewropayê di rêza destpêkê de ye.
Komeleya Civaka Sivîl a di Sîstema Înfaza Ceza de (CISST) çend roj berê statîstîkên dawî yên li ser girtîgehan eşkere kir. Li gorî daneyên dawî; Li Tirkiyeyê li 403 girtîgehan ku kapasîteya xwe bi giştî 295 hezar û 328 girtî ye, 350 hezar û 670 kes têne ragirtin. Ev yek nîşan dide ku ji sedî 18.74 di ser kapasîteyê re girtîgeh tijî ne. Ji OHD’ê parêzer Ferdî Yamar li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê jiyan her roj hîn bêhtir giran dibe.
MAFÊN BINGEHÎN HATIN BETALKIRIN
Parêzer Yamar anî ziman, di demekê de ku azadî û mafê bingehîn hatiye betalkirin, zor û zehmetiya herî giran a jiyanê li girtîgehan tê dîtin û got, “Di asta herî nizm de jî bersiv ji pêwîstiyên bingehîn ên mirovî re nayê dayin. Pirtûk, kovar û rojnameyên ku girtî dikarin bixwînin, li gel biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn jî salên dûr û dirêj e nayên dayin. Bi biryarên kêfî, bêhincet û hevnegirtî destûr ji jiyana civakî û şexsî re nayê dayin.”
PÊŞBIRKA NAVBERA DADGER Û MUTEAHHÎTAN
Parêzer Ferdî Yamar diyar kir ku li Tirkiyeyê kapasîteya girtîgehan tijî bûye, Tirkiye veguheriye girtîgeheke servekirî, li her devera Tirkiyeyê girtîgehên ji tîpa nû têne avakirin û got, “Tê zanîn, girtîgehên beriya niha bi demeke nêz hatin vekirin di demeke kurt de kapasîteya wan tijî bû û sewq hîn jî dewam dike. Lewma dadgerên ceza yên sûlhê û muteahhîtên girtîgehan ava dikin ketine nava pêşbirkê.”
NEÇAR DIMÎNIN KU LI ERDÊ RAZÊN
Parêzer Yamar diyar kir ku tijîbûna vê kapasîteyê bi girtinên kêfî pêk hatiye, şert û mercên girtî di nav de jî zehmet bûne û got, “Li gelek girtîgehan li qadên hevpar jî ranza hatine bicihkirin û gelek girtî neçar dimînin ku li erdê razên an jî gelek girtî neçar dimînin ku nivînê xwe bi dorvegerî bi kar bînin (Yek bi şev radizê, yek jî bi roj radizê). Ji ber vê jî pirsgirêkên nexweşiyên ji ber hîjyen, xwarin û şewbê rû didin. Di nava sîstemeke bi vî rengî de ku roj bi roj ji hiqûqê dûr dikeve, girtinên kêfî û lêpirsînên bi neheqî bûye polîtîkaya dewletê.”