Bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re diyalog û nermbûna dest pê kiriye, di qadên din ên civakê de nayê hîskirin. Bi taybetî, binpêkirinên mafên mirovan ên ku di girtîgehan de têne jiyîn ku bûne kronîk, ji destpêka pêvajoyê ve hîn bêtir kûr bûne. Girtiyên ku di gelek warên wekî tenduristî, jiyan, hiqûq, paqijî, çalakiyên civakî û xwarina bitendurist de bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û ji mafên bingehîn bêpar dimînin. Hemû îtîraz û serlêdanên qanûnî yên ku ji hêla girtiyan ve têne kirin bê encam dimînin. Girtiyên ku li Girtîgeha Girtî ya Hejmar 2 a Amedê tên girtin, derbarê binpêkirin, zextên li ser wan tên meşandin de ji şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê re name şandin. Girtiyan diyar kirin ku ew nikarin bigihêjin mafên xwe yên tenduristiyê, tiştên wan nayên dayîn û berdana girtiyên nexweş tên astengkirin. Girtiyan ji raya giştî daxwaza hevgirtinê kirin û ji ÎHD’ê jî piştgiriya hiqûqî xwestin.
TEVÎ KU CEZAYÊN WAN ÊN DÎSÎPLÎNÊ TINEYE JÎ BERDANA WAN TÊ ASTENGKIRIN!
Di nameya ku meha Mijdarê gihîşt komeleyê de ev tişt hatin parvekirin:
“Li girtîgehan bi avakirina lijneya çavdêrî û îdareyê re diyalog û têkiliya di navbera girtiyan û rêveberiyê de bi tevahî qut bûye. Girtîgeh bi şêwazek burokratîk a hişk mîna şîrketan têne birêvebirin. Berî her tiştî, tevî ku hevalên me cezayên xwe temam kirine û cezayên wan ên dîsîplînê tinene jî berdana wan bi biryarên lijneyê bi awayekî keyfî tê taloqkirin. Bi vê yekê re xeyal û hêviyên girtî û malbatên wan ên bi salan li bendê ne hildiweşînin û rê li ber zirarên madî û exlaqî yên bêveger vedike. Di vê girtîgehê de, di nava hevalên me yên ku cezayê wan hatine dirêjkirin yek jê birayê wî yê li derve tedawiya penceşêrê dibîne. Û cezayê vî hevalî sê caran ji bo şeş mehan hatiye taloqkirin. Ev pêkanîn ne qanûnî ye û ne jî mirovî ye. Dîsa daxwazek herî biçûk a mirovî jî bi biryara piraniya endamên lijneyê ve girêdayî ye.
TIŞTÊN KU MALBATAN TÎNIN NADIN!
Me ne dixwest ku vê yekê binivîsin, lê ji bo ku hûn bizanin ka em bi çi cure nêzîkatiyê re rû bi rû ne, dinivîsin. Ji bincilan bînin kantînê jî, em neçar in ku ji lijneya çavdêrî û îdareyê re binivîsin. Ji ber ku hişmendiyeke wiha heye, ji ber kêmaniya kesekî her kes tê cezakirin. Di girtîgeha ku em berê lê bûn de, li dijî hin midûr, serkarmend û personel jî di nav de ji ber têkiliyên berjewendiyê yên derexlaqî û derhiqûqî lêpirsîn hatin vekirin û cihê gelek ji wan hatine guhertin. Mîna ku em ketine nava van têkiliyên berjewendiyê, ji her alî ve me tengav dikin, me tecrîd dikin û jiyanê vediguherînin êşkenceya psîkolojîk. Heta saet û tizbiyên ku ji hêla malbatên me ve têne kirîn jî nadin me. Rêveberiya girtîgehê li şûna wan saet û tizbiyên bêkêr anîne kantînê û bi bihayên zêde têne firotin. Di ser me re sermayeyê qezenc dikin.
GIRTIYÊ KU BI LINGÊ WÎ ŞIKESTÎ YE JI NEÇARÎ LI ERDÊ RADIZÊ!
Hevalên me yên pirsgirêkên tenduristiyê dijîn, pirgirêkên wan nayên çareserkirin, ji demê re dihêlin, sewqên nexweşxaneyê nayên kirin û sewqên ji bo diranan carinan heta salekê nayê kirin. Hevalê me Şaban Çelîk ji lingê xwe seqet e, bi gopal dimeşe û nikare bi pêlikan derkeve jor. Tevî ku ev rewşa wî tê zanîn jî, bi salan e daxwaza wî ya ji bo ranzayek yek kesî tê redkirin û ew ji neçarî li erdê radizê. Her wiha, pênc sal in em cilên xwe yên şil bi şevê li derve dihêlin lê niha vê yekê qedexe kirine. Li girtîgehê bi dehan girtiyên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene jî; em neçar in ku cilên xwe yên şil bînin heta derî tê girtin ziwa bikin û bînin hundir.
Dema ku em mehên zivistanê di ber çavan de derbas dikin, tê dîtin ku bê çiqasî zirarê didin tendurstiya mirovan. Nabe ku vê yekê bi fikarên ewlehiyê rave bikin. Berevajî vê, rêya ku em cilên xwe bi berdêla pereyan li cilşoyan bişon li ser me ferz dikin.
AVA GERM Û XWARINA TEZE TINENE!
Hin ji pirsgirêkên me yên kronîk wekî saeta hevdîtinê, sohbet, mafên werzîşê, xebat, nebûna ava germ û serdegirtinên keyfî ne. Tevî ku dorhêlên Wezareta Dadê dibêjin ku saetên hevdîtinan divê li hin girtîgehan saetek û nîvek be, em tenê 50 deqeyan hevdîtinê dikin. Divê mafên me yên werzîş û sohbetê hefteyê 10 saet bin, em mehê 3 saetan werzîş û 3 saetan jî sohbetê sûdê werdigirin. Ew jî heke rastî lêgerînek giştî an qismî neyê. Pirsgirêka xwarin û ava germbi ti awayî çareser nabe, xwarina ku tê dayîn nebaş e û têr nake. Me demek pir dirêj nanê teze nexwariye, nan her gav kevn e û di mehên havînê de jî ji xwe ava germ nadin. Li girtîgehê hema hema her hefte, di bin navê lêgerînê de serdegirtin têne kirin. Di van serdegirtinan de, ji ber nêzîkatiyên îdeolojîk ên hin personelan nîqaş derdikevin, ji ber ku di bin navê lêgerînê de bi awayekî talanwarî hemû eşyayên me tên belavkirin û davêjin erdê. Dema ku em van pêkanînan qebûl nakin, em bi lêpirsîn û cezayên dîsîplînî têne cezakirin.
PEREYÊN KU MALBAT DIŞÎNIN DIXIN FAÎZÊ!
Li girtîgeha ku em lê ne, em dibin şahidê pratîkên ku me berê li ti girtîgehek din nedîtibûn. Doşekên ku zêdetirî pênc sal in em bi kar tînin hildiweşin û ji niha de pişta gelek hevalên me diêşe. Daxwaza me ya ji bo guhertinê nayên qebûlkirin, an jî doşekên hatine bikaranîn didin me. Dîsa lêçûnên tamîrkirina kaniyan ji girtî û hikûmxwaran distînin. Em nizanin budceya ku ji hêla wezaretê ve tê şandin, an jî dahata ku ji girtî û hikûmxwaran tê bidestxistin, li ku tê xerckirin. Ji ber ku faîza ku ji pereyên ku ji hêla malbatên me ve têne şandin tê qezenckirin li girtîgehê dimîne û tevî ku tê zanîn pêdiviyên kantînê tomerî têne kirîn jî, her hefte bihayên kantînê tê zêdekirin û bi bihayê derkeve difroşin. Em nizanin pereyên ji vir tên qezenckirin li ku tên xerckirin. Pereyê guhertina kanoyên ku bi salane tên bikaranîn ji girtî û hikûmxwaran tê stendin. Hemû gilî, serlêdan û nameyên ku me ji roja yekem ve derbarê van pirsgirêkan de nivîsandine, bi bersivên neyînî tên redkirin. Em dikarin vê yekê di belgeyên tomarkirî yên têkildar de piştrast bikin.

