Mehmet Edîp Taşar ê ku ji 27’ê Kanûna 2022’yan vir ve li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Marmarayê dihat girtin û di lîsteya girtiyên nexweşên giran ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bû, li Nexweşxaneya Bajêr a Çam û Sakura ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Cenazê Taşar li gundê Xincika yê Êlihê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Rêveber û endamên TUAY-DER, MEBYA-DER, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî merasîmê bûn.
Taşar bi beşdariya hezaran kesî Goristana Tilmêrcê ya Êlihê hat veşartin.
Hevserokê TUAY-DER’ê yê Êlihê Hasan Arigtekîn di merasîmê de axivî û bal kişand ser têkoşîna Taşar û got, “Hem li girtîgehê û hem jî li derve ji bo azadiya gel li ber xwe da.”
Birayê Taşar, Mervan Taşar jî axivî û got, “Şehîd şehîdê tevahiya gelê Kurd e. Ez spasiya her kesî dikim ku me bi tenê nehiştin.”
Di merasîmê de dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.

