Girtiyên Apoyî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê têkildarî êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk daxuyanî dan. Li ser navê girtiyan Denîz Kaya daxuyanî da û banga ‘serhildanê’ kir.
Di daxuyaniyê îşaret bi yekîtiya Kurdan hate kirin û wiha hate gotin, “Ciwanên Başûr û Bakur xwe gihandin Rojava, ev yek nîşan dide ku yekîtiya neteweyî ya Kurdan çêbûye. Divê em ruhê Kobanê ya 2014’an car din zindî bikin û her derê bikin qada berxwedanê. Roj roja bi ser xistina şerê rûmet û hebûnê ye. Roj roja şkandina destên ku dirêjî porên jinan dibin e.”
Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Weke girtiyên Apoyî yên li zindanan li ber xwe didin, em di serî de bang li malbatên xwe dikin. Her kes bila li her derê tevlî serhildanan bibe, taxa xwe rêxistin bike û rabe serhildanê.”

