Parêzer Zîlan Aydin anî ziman ku girtî çalakiyan ne tenê weke nerazîbûnek li hemberî zext û tecrîdê her wiha weke rêyek ji bo xwegihandina li rastiyê dibînin.
Ji Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Zîlan Aydin ji ANF’ê re axivî û bi bîr xist ku rejîma dîkta ya ku piştî darbeya 1980’an ava bû, ji bo zextê li civakê bike xwest gavên xwe yên destpêkê li girtîgehan biavêje. Zîlan Aydin diyar kir ku kiryarên ku li van deran bi cih anîn, destpêkê li civaka Kurd piştre jî li ser hemû kesên li ber xwe didin ferz kir. Zîlan Aydin got, “Di vê demê de jî rewş bi heman rengî ye. Hîn jî zext û tirsa ku dixwazin li civakê bikin, destpêkê li girtîgehan diceribînin. Ji ber ku nerazîbûn li hemberî vê yekê nayê nîşandan ji girtîgehan li nava tevahiya civakê belav dibin.”
ÎMRALI MÎNAKEKE TAYBET E
Zîlan Aydin ragihand ku tecrîdê destpêkê li Îmraliyê destpê kir û got, “38 meh in agahî ji Îmraliyê nayê wergirtin. Destûr nayê dayin ku malbat û parêzer jî di nav de têkiliyê bi kesî re daynin. Tecrîdek heye. Îmrali mînakeke taybet jî be ji civakê, ji girtîgehên din gelekî cuda nîne. Tecrîd ji wê derê belavî li girtîgehan û piştre jî li nava civakê dibe.”
WEZÎFEYA ŞOREŞGERÎ YA GIRTIYAN
Parêzer Zîlan Aydin destnîşan kir ku girtiyên siyasî jî weke wezîfeyeke şoreşgerî li dijî tecrîda li Îmrali, girtîgehên din û civakê dest bi çalakiyê kirin û got, “Berxwedana li girtîgehan ku kevneşopiyeke dîrokî ye li dijî rejîma dîkta ya piştî sala 1980’î bi greva birçîbûnê û rojiya mirinê destpê kir û dewam dike. Berxwedanê li bîra civakê jî dixe. Girtiyên siyasî piştî grevên birçîbûnê yên 2016 û 2019’an di 27’ê Mijdara 2023’an de li hemberî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Mixabin civakê reaksiyoneke têrker nîşan neda. Di encama vê de jî derbasî qonaxeke cuda bû. Girtiyên ku di nava şert û mercên tecrîdê de ne ji bo balê bikişînin ser şert û mercên tecrîda hîn giran biryar dan ku hevdîtinê bi malbatên xwe re nekin, mafê xwe yê axaftina bi telefonê bi kar nînin.”
GIRTIYÊN DI ÇALAKIYÊ DE NE DIKEVIN BER LÊPIRSÎNÊ
Zîlan Aydin anî ziman ku helwesta rêveberiyên girtîgehan li gorî girtîgehan tê guhertin û got, “Lê bi giştî girtiyên tevlî çalakiyê dibin dikevin ber lêpirsînê, cezayên dîsîplînê li wan têne birîn. Mînak girtiyên li Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvrî yên ku mafê xwe yê telefonê bi kar nînin, ji amûrên ragihandinê bêpar têne hiştin an jî li girtiyên tevlî hevdîtinan nabin cezayê qedexeya serdanê têne birîn. Dikare bê gotin, li girtîgehan bi giştî li hemberî çalakiyan lêpirsînên dîsîplînê hatine destpêkirin.”
DIVÊ WEKE ÇALAKIYEKE JI RÊZÊ NEYÊ DÎTIN
Parêzera ji OHD’ê Zîlan Aydin ragihand ku girtî çalakiyê ne tenê weke nerazîbûneke li dijî zext û tecrîdê dibînin, di heman demê de weke rêyek ber bi rastiyê ve dibînin û got, “Mirovê xemsar ê ku pergalê afirandiye, bêhêvî ye red dike û weke pêvajoyeke afirandina kesayetekî azad ê jiyana nû dibîne. Girtiyên siyasî zanin ku rêya avakirina jiyaneke nû ya weke kesayetekî azad û xwegihandina rastiyê, şikandina tecrîdê dibînin. Lewma çalakiya xwe weke meşekê dibînin.”