Yekşem, 22 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû: Em ji pêvajoyê bawer dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên cotkaran em talîbê rêveberiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda li pêşiya Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 6’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa YCK-KURD Çukurovayê de banga ji bo rêxistinbûn û jiyana komînal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersim tayînkirina qeyûman di salvegera duyemîn de hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK: Rejîma Îranê herêma Serçûrî ya Merîwanê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê mêr li dijî tundiya li jinê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG û YJA Starê salvegera damezrandinê ya 48’an a PKK’ê nirxandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara kesên li Awdananê hatin binçavkirin, gihîşt 12’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûgûr Kaymaz û bavê wî hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û PDK’ê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Kurd: Em ê di civakîbûna aştiyê de bibin xwedî gotin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga jinan a ji bo 25’ê Mijdarê: Piştevanî dide jiyîn, têkoşîn azad dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hesekê, Til Temir û Dirbêsiyê çalakiyên 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jin têkoşîna hebûnê didin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçberî, xizanî û tundî: Şerê bêdawî yê li dijî jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Girtiyên ji doza PKK û PAJKê ji bo ‘yekîtiya neteweyî’ û ‘parastina hevpar’ bang kirin
Rojane

Girtiyên ji doza PKK û PAJKê ji bo ‘yekîtiya neteweyî’ û ‘parastina hevpar’ bang kirin

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê bi wesîleya Newrozê bang li gelê Kurd kirin ku bi ruhê 'yekîtiya neteweyî' û 'parastina hevpar' têbikoşe û serketinê misoger bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Adar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyek da û diyar kir ku ew Newrozê bi coş, moral û baweriyeke mezin pêşwazî dikin.

Di destpêka daxuyaniyê de Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hêzên grîla, gelê Kurd û gelên bindest hemûyan hate pîrozkirin û di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, fermandarê gerîla Mahsûm Korkmaz (Egîd) û Îsmet Çardaş ê 14’ê Adarê di encama polîtîkaya kuştinê ya dewleta Tirk a li zindanan de şehîd bû, hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi hurmet û rêzdarî hatin bîranîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Meha Adarê li gel meha Newrozê ya Cejna Berxwedanê ya Neteweyî di heman demê de meha Lehengiya Neteweyî ye. Gelê me bi girîngiya dîrokî ya van herdu rastiyên dîrokî zane. Dibe heqîqetek timî ber bi pêş ve û serketina bi berxwedanê. Em Newroza îsal bi berxwedaneke mezin pêşwazî dikin ku di dîroka mirovahiyê de xwedî cihekî mezin e û wateyeke mezin e.

Newroz biryardariya azadî û serhildanê ya mezin a li dijî koletî, zilm û serîtewandinê ye. Di jiyana kolekirî û xiyanetê de nîşaneya îradeya azad e.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 21’ê Adarê dengê azadiyê yê Kurdan e, bawerî û biryardariya mezin a rabûna ser piyan e û hate gotin, “Ev deng îro bi berxwedana Rêber Apo û tevgera PKK-PAJK’ê re gerdûnî bûye. Bi rengê jin a azad, bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ veguheriye agirê azadiyê yê global.

‘EM HÊZÊN GERÎLA SILAV DIKIN’

Ev rastiya bi rûmet a ku di dîrokê de xwedî cihekî girîng e, bi rastiya Rêbertî ya nîv sedsal li pey xwe hiştiye û bi rastiya PKK-PAJK’ê ya ku afirandiye dewam dike, dibe ronahiya hêviyê ji gelan re, textê tarîtiyê yê zaliman tîne xwarê û heqîqeta civakî ya xwedawendiyê ava dike. Hêzên gerîla yên leheng bi ruhê Newrozê şer dikin. Em hêzên gerîla yên fedaî silav dikin ku bi ked û fedakariyên mezin têdikoşin. Gerîlayên azadiyê ku di dema nû ya têkoşînê de derbên giran li dijmin dixin û herî dawî bi sîstema parastinê hêza hewayî ya dijmin pûç kir, careke din nîşan dan ku têk naçin. Em sîstema parastinê ya azad pîroz dikin ku ji aliyê Navenda Parastina Gel ve hate eşkerekirin.”

‘DI 31’Ê ADARÊ DE DIVÊ BERSIVA PÊWÎST BÊ DAYIN’

Di dewama daxuyaniyê de işaret bi hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê hate kirin û hate gotin, “Weke şoreşgerên PKK û PAJK’ê em bang li gelê xwe û gelan dikin ku di 31’ê Adarê de li dijî mejiyê AKP-MHP’ê yê komkujer, diz û mêtingeriya kesê di hilbijartinê de bersiva pêwîst bidin û vê yekê weke berpirsyariyeke dîrokî ji xwe re bibînin.”

‘PÊŞMERGE DIVÊ BI GERÎLA RE DI HEMAN ENIYÊ DE BIN’

Di dewama daxuyaniyê de bang li gelê Kurd hate kirin ku li hemberî PDK’ê ya ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê rê dide artêşa faşîst, helwesteke tund nîşan bide û hate gotin, “Ji bo parastina yekîtiya neteweyî û global, ji bo avakirina Kurdistana azad û paqijkirina xaka Kurdistanê ji postalên qirêj ên mêtingeran, em bang li hêzên pêşmergeyan dikin ku bi ruhê parastina hevpar li gel gerîlayên leheng di heman eniyê de têbikoşin û serketinê misoger bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê PÎK’ê piştgirî da namzetên DEM Partiyê
Nûçeya Pişt re KNK: Em Newrozê bi ruhê berxwedanê pêşwazî dikin, pîroz dikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Berxwedana ciwanan a li Êlihê di roja 7’an de didome

Berxwedana ciwanên Êlihê ya li dijî desteserkirina vînê di roja 7’an de didome.

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîlayên YJA Starê: Divê banga Rêber Apo şaş neyê bikaranîn

Gerîlayên YJA Starê diyar kirin ku hesreta hemû gelan aştî ye û gotin, divê banga…

Ji aliyê Stêrk TV

Kantona Firatê têkildarî êrîşên li ser Kobanê daxuyanî da

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantoan Firatê diyar kir ku çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Nêrgîz Mihemedî banga parastina jinan li dijî gefên sîber kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Banga jinan a ji bo 25’ê Mijdarê: Piştevanî dide jiyîn, têkoşîn azad dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK: Rejîma Îranê herêma Serçûrî ya Merîwanê bombebaran kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?