Serokwekîla Koma Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî bûyerên di rojevê de ne li Meclisê daxuyanî da. Koçyîgît nerazîbûn nîşanî êrîşa leşker û polîsan a li dijî karkeran da ku ji bo mafên xwe çalakiyan dikin.
Koçyîgît anî ziman ku heqdestê karkeran kêm e û xizaniya li welêt roj bi roj zêdetir dibe. Koçyîgît, wiha dom kir: “Ewlehiya kar tune ye, mafên sendîkayî tên xespkirin, sendîkabûyîn roj bi roj zehmettir dibe û sendîkayên alîgir her ku diçe bêhtir tên mezinkirin. Ev jî yek ji sedemên esasî ya berxwedana karkeran e. Grev û berxwedana karkeran a li her çar aliyên welêt belav dibe, di heman demê de serhildana gel e û divê her kes lê xwedî derkeve.”
Koçyîgît got, karker li ser navê bi milyonan li qadan e û wiha pê de çû: “Divê li dijî xizanî, nelirêtî û kedxwariyê her kes li rex karkeran cih bigire û deng bide dengê wan. Desthilatdariya AKP-MHP’ê hêzên ewlekariyê bi ser karkeran de dişîne. Mezintirîn tirsa vê tifaqa kedxwariyê, berxwedana karkeran e. Ev berxwedana li dijî neheqî û zilmê teqez wê mezintir bibe. Hemû qadên kar û kolan wê bibin qadên grevên karkeran. Emniyeta ku êrişî karkeran dike, gefan lê dixwe û tetîkkêşiya sermayeyê dike, şirîkên van sûcan e.”
Bi dewamî Koçyîgît bal kişand ser xebatên ji bo Destûra Bingehîn a nû û wiha pê de çû: “Divê em bibêjin ku dewama feraseta qedexeker a 12’ê Îlonê ye. Desthilatdar ku qala destûreke bingehîn a nû dike, her qanûna darbeya 12’ê Îlonê dema bi kêrî wê tê bi kar tîne. Lê dema bi kêrî wê neyê jî van qanûnan nas nake.”
Koçyîgît qala zextên li girtîgehan kir û wiha got: “Ji kesên 30 sal in girtî ne pirsa ‘tu poşmanî yan na?’ dikin. Ewqas aqilê xwe avêtine ku ji kesên 30 sal in ji ber fikrên xwe girtî vê pirsê dikin. Ji wehşeta 12’ê Îlonê heta niha we girtîgeh veguherandine îşkencexaneyan. Ji bo teslîmgirtina rûmeta girtiyên siyasî we serî li hemû cureyên zilmê dan lê we nekarî teslîm bigirin. Em li ser navê her kesî dipirsin; gelo hûn ji ber van sepanên xwe yên dermirovî poşman in an na?
Hûn ê kengî li gorî edalet û hiqûqê tevbigerin? Em dizanin ku pêvajoya têkildarî girtiyên nexweş, demekê ji bo îdama wan e. Em dixwazin ji Wezareta Dadê bipirsin; gelo hûn dê vê salnameya îdamê ya ji bo girtiyên nexweş kengî bi raya giştî re parve bikin? Hûn dê hêj çavên xwe li mirina çend girtiyên din ên nexweş bigirin û hûn ê heta kengî vê rejîma fiîlî ya îdamê bidomînin? Hûn kî ne? Ma hûn dadgeh in, kujer in, celad in, hûn li ser navê kê û bi navê çi girtiyên siyasî dikujin?”
Koçyîgît bi bîr xist ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo biryara binpêkirinê ya DMME’yê têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû dicive û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wezareta Dadê gelek caran plana çalakiyan amade kir, komeqanûn anî, paketên darazê anî û got ‘Ji îşkenceyê re tolerans nîne.’ Lê belê tevî ku bi ser re 10 sal derbas bûne jî li dijî biryara DMME’yê tu gav ne avêtin. Di qanûnên xwe, di qanûna mirinê û di ya îdamê de israr kir. Anku di esasê xwe de Tirkiye ev 10 sal in îdamê bi ser hev bi kar tîne. Divê madeya îdamê anklu Madeya 25’emîn a Qanûna Înfazê teqez were guherandin. Di vê mijarê de me pêşniyarqanûn dabû Meclisê. Niha gelek girtî hene ku zêdetirî 25 sal in girtî ne. Yek ji wan jî birêz Ocalan e û bi guherîna vê qanûnê re divê di çarçoveya Mafê Hêviyê de pêvajoya tehliyekirina bişert dest pê dike.
Parêzeran ji Wezareta Dadê re name şandin. Di vê nameyê de careke din gotin ku divê Ocalan bikare mafê xwe yê hevdîtinê bi kar bîne. Zêdetirî 500 parêzer û saziyên hiqûqê xwestin li Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin û ev yek ji Wezareta Dadê re ragihandin. Hûn çiqas çav û guhên xwe bigirin jî hemû cîhan qala tecrîda li Îmraliyê dike. Hemû kes pê dizane ku li dijî tecrîda li Îmraliyê li seranserî cîhanê gelek çalakî û xwepêşandan tên lidarxistin. Di vê nameyê de jî parêzer û saziyên hiqûqê dibêjin; ‘Tecrîda li Îmraliyê li seranserî cîhanê rêbazekî tecrîdê yê taybet û cihêkar e.’ Anku dibêjin mînakên wê li cîhanê nînin.
Tecrîd, di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane mijareke girîng e. Tecrîd, pirsgirêka kurd hêj girantir dike. Derfetên çareseriyê ji holê radike. Li şûna tecrîdê, divê aqilê çareseriyê pêş bikeve. Welêt û gelên me dê sûdê ji vê bigirin. Em ji îktîdarê dipirsin; gelo mebesta we ya ji domandina tecrîdê û israra di neçareseriyê de çi ye? Ma we heta niha bi tecrîdê çi bi dest xistiye ku dê niha tiştekî cuda bi dest bixin? Ji vê xeletiya xwe vegerin, tavilê tecrîdê rakin û deriyên guftûgoyê vekin. Rêya xelasiya ji krîzên heyî; rakirina tecrîdê ye.
Ma êdî dema wê nehatiye ku hûn li dijî hikûmeta AKP’ê ya ku têkildarî muebbeta giran tu guhertin di qanûnan de nekiriye tevdîran bigirin? Bi dehan sala ye biryara PMME’yê tê binpêkirin. Ma li dijî vê hûn êdî gavên şênber naavêjin? Ma hûn dê heta kengî vê rewşê jinedîtî ve bên û heta kengî vê komployê bidomînin? Divê êdî hûn destûrê nedin ku berjewendiyên siyasî yên dewletan bikevin pêşiya daxwaza çareseriya aştiyane ya gelê kurd û gelên Tirkiyeyê.”