Di sê mehên destpêkê yên sala 2025’an de 67 jin hatin qetilkirin, 83 jin bi gumanbarî mirin. Li gorî daneyên Platforma em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) meha Çileyê ji 33 jinên hatin qetilkirin 23 jin, meha Sibatê ji 16 jinên hatin qetilkirin 11 jin, meha adarê jî ji 18 jinên hatin qetilkirin 15 jin di encama tundiya mêr a li nava malê de jiyana xwe ji dest dan. Malên ku divê jin xwe lê ewle bibînin bûn cihê tundiyê.
Berdevka Meclîsa Jinê ya Bajarê Amedê ya DEM Partiyê Gulîz Kaya li ser mijara kuştina jinê ji ANF’ê re axivî.
Gulîz Kaya got, “Di bingeha kuştina jinan de polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê sedema sereke ye. Di sala 2011’an de navê Wezareat Jinê weke Wezareta POlîtîkayên Civakî û Malbatê hate guhertin. Piştre jî Tirkiyeyê xwe ji Peymana Stenbolê vekişand; qanûna bi hejmara 6284 bêkêr kirin. Cihêbûn zehmet kirin, mafê nafakayê yê jinan kirin mijara nîqaşê. Li dû van hemûyan sala 2025’an ji aliyê Recep Tayyîp Erdogan ve weke ‘Sala Malbatê’ hate ragihandin.
Em weke rêxistinên jinan û Meclîsa Jinê ya Bajarê Amedê ya DEM Partiyê bi înat dibêjin: sala 2025 wê ji bo jinan bibe sala têkoşînê. Hikumeta AKP’ê ji roja ku bû desthilatdar û vir ve li hemberî jinan, Kurdan, hêzên çep û sosyalîst polîtîkaya qirkirinê meşand. Weke tevger me destpêkê azadiya jinê parast. Azadiya jinê esasê tevgera me ye. Mixabin desthilatdariya AKP’ê polîtîkayeke welê dimeşîne ku dixwaze jinê bi temamî li nava malê asê bike.”
‘POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ DIVÊ BI DAWÎ BIBE’
Gulîz Kaya diyar kir ku ji ber bêcezahiştina kujeran komkujiyên li hemberî jinan zêde bûne û got, “Di mejiyê bi serweriya mêr de bi têgihiştina ‘Ez çi bikim wê ji min re bimîne’ nêzîkatî tê nîşandan. Heta ku polîtîkayên bêcezahiştinê dewam bikin, mixabin wê qirkirina jinan jî dewam bikin. Dawiya meha Adarê tenê li Amedê 2 jin ji aliyê mêrên ji xizmên xwe yên nêz ve hatin qetilkirin. Yek ji wan jinan ji aliyê hevserê xwe ve ku gelek carna lê da, yê din jî ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin. Kuştina jinê ewqasî zêde bûye ku yekane çareya rizgariya ji vê yekê têkoşîn û rêxistinbûn e. Divê jin bi qanûnan bêne parastin. Ev polîtîkaya bêcezahiştinê divê tavilê bi dawî bibe û mêrên sûc kirine bêne cezakirin.”
‘YEKANE RÊ PARASTIN Û RÊXISTINBÛYÎN E’
Gulîz Kaya anî ziman ku divê jin bi rêxistinbûnê tevbigerin û got, “Birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘Civaka Demokratîk’ kir. Civaka demokratîk tê wateya xweparastinê. Em ê parastina xwe jî bi rêya meclîsên xwwe bikin. Em ê li hemû bajar û navçeyên xwe meclîsên jinan ava bikin, bi birêxistinkirina jinan re em ê hêza xwe biafirînin û mafên xwe, jiyana xwe ji ti desthilatdariyê re nehêlin, em ê têkoşîn û rêxistiniya xwe dewam bikin. Jinên ku tundî li wan tê kirin bila netirsin û bêdeng nemînin; em bi wan re ne.”