Duşem, 2 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Heta Rojava bibe xwedî statû em ê li qadan bin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşa Stenbolê: Bijî berxwedana Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pirsûsê çalakiya ‘Rojava’: Xwedî derketina li Rojava, xwedî derketina li siberojê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê bi deh hezaran meşiyan: ‘Gelê Kurd dest ji statuya xwe bernade’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê çalakî: ‘Em ê bi her awayî Rojava biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê bi deh hezaran kes ji bo Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelkê Qeladizê ji bo piştevaniya Rojava daket qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya Şehîd Ehmed Hêmin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serhed ji bo Rojava li qadan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Selîm Sadak ji ber nêzîkatiya hevxemiyê spasiya gel û dostan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Ehmed Kerkûkî peyker tê çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyên Mexmûrê bi meşeke girseyî 1’ê Sibatê Roja Rojava pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Fermandara YPJ’ê Viyan Efrîn: Bêyî YPJ’ê HSD nabe, ev têkoşîn xweparastina gel e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stavropolê piştgiriya ji bo kampanyaya ‘Jin Rojava Diparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star piştî da meşa ‘Jin Rojava Diparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Weqfa VIM çû serdana Kongra Star

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê ya Ereb: Me Kurd û Ereban timî bi hev re jiyan kiriye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komeleya Jinan a Rojhilat: Bûyerên li Îranê û Kurdistanê diqewimin sûcê li dijî mirovahiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermenda Kurd Yalda Abbasi Meşhed hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Gulser Yildirim: Hêvî têrê nake, pêwîstî bi rêxistinî û kar heye
Jin

Gulser Yildirim: Hêvî têrê nake, pêwîstî bi rêxistinî û kar heye

Aktîvîsta TJA'yê Gulser Yildirim li ser yekîtî û karên rêxistinî yên jinên urd axivî û got, "Em bi hêvî ne, lê hêvî têrê nake. Divê rêxistinî, kar û yekîtî bêne mezinkirin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Piştî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo li gelek qadan kar destpê kir. Li Bakurê Kurditanê liv û tevgera jinan a ji bo kombûna gel balê dikişîne. Jinên ku bi armanca ‘Ronesansa Jinê’ dest bi kar kirin û pêşengiyê ji pêvajoya aştiyê re dikin, li çar parçeyan têkoşîna xwe hevpar dikin. Ji bo yekîtiya neteweyî beriya çend rojan Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd hate lidarxistin. Parlamenterên jin ji gelek bajarên Kurdistanê tevlî konferansê bûn, pirsgirêkên jinan, banga aştiyê û rola jinan a di vê pêvajoyê de nîqaş kirin. Di konferansê de ku encamên girîng jê derketin, ji bo misogerkirina yekîtiyê li ser zemîna rêxistinî ya hevpar gihîştin hev.

Ji beşdarên konferansê aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û Parlamentera HDP’ê Gulser Yildirim bal kişand ser girîngiya yekîtiya jinên Kurd û têkoşîna hevpar. Gulser Yildirim got, “Ev gav dereng maye, lê gaveke gelekî hêja ye. Êşên li çar aliyên Kurdistanê divê bi berpirsyariyeke hevpar û sekneke hevpar bêne nirxandin.”

GAVEKE KU DIVIYABÛ BIHATA AVÊTIN

Gulser Yildirim di destpêka axaftina xwe de spasiya wan kesan kir ku ji bo lidarxistina konferansê ked dan û anî ziman ku ev hewldan bi serê xwe serketineke. Gulser Yildirim işaret bi daxuyaniyên Rêber Apo kir û anî ziman ku yekîtiya nava Kurdan pêwîstiyeke ku êdî nabe bê taloqkirin û got, “Ev fikir gaveke derengmayî ye lê belê diviyabû bihata kirin. Her yekê ji me zilma li ser gelê Kurd, zexta li jinan nirxandin û sekneke hevpar a li hemberî vê zilmê nîqaş kirin.”

LI HEMBERÎ PIRSGIRÊKÊN JINAN PÊWÎSTÎ BI NERAZÎBÛNEKE HEVPAR HEYE

Gulser Yildirim işaret bi darvekirina jinên Kurd a li Îranê kir û diyar kir ku ne tenê jin, her wiha gelê Kurd bi temamî tê hedefgirtin. Gulser Yildirim destnîşan kir ku jin di mijara yekîtî û berxwedanê de divê pêşeng bin û got, “Weke parlamenterên Kurd ên jin, em li ser wê yekê axivîn ku li hemberî vê yekê dikarin xwedî sekneke çawa bin. Ev yek ne tenê meseelya Îranê ye, meseleya tevahiya gelê Kurd e. Li ser mijarên hevpar, nerazîbûna hevpar û berpirsyariya ji hev, me li hev kir.”

EM Ê LI SER KEVNEŞOPIYA KURDISTANÎ BIXEBITIN

Gulser Yildirim ragihand ku di konferansê de ji Dersimê heta bi Enfalê, ji Rojava heta bi Leyla Qasim û Arîn Mîrkan hişê dîrokî bi rengekî hevpar hate bibîranîn û destnîşan kir ku ku van parvekirinan zemîna têkoşîna hevpar xurt kiriye. Gulser Yildirim got, yek ji pêşniyarên herî şênber ên ku beşdaran kirin ew bû ku ji nûnerên jin ên ji çar parçeyên Kurdistanê komîteyeke hevpar an jî yekîtî bê avakirin.

Di konferansê de işaret bi girîngiya pêvajoya aştiyê hate kirin ku Rêber Apo da destpêkirin. Gulser Yildirim qala piştgiriya parlamenterên jin ên ji Başûrê Kurdistanê ji bo pêvajoyê kir û ragihand ku divê bi diyalog û çareseriya demokratîk ew bi pêş ve biçin. Gulser Yildirim got, “Weke gava destpêkê divê weke tiştekî gelekî berhemdar û cihê hêviyê bê dîtin. Tişta ku em datînin pêşiya xwe ew e ku em li ser kevneşopiyeke Kurdistanî dixebitin. Yanî em dixwazin jiyanek, atmosferek û zemînek ji hemû ol, gel, nasname û rengan ava bikin. Divê ji bo vê yekê mirov bi hêvî bin. Ev gav divê biçûk neyê dîtin, berevajî vê yekê divê bê mezinkirin û civakîkirin. Eger bûyerên li Rojava diqewimin me eleqedar dikin, ji bo jinên li Rojhilat têne darvekirin jî divê em bi heman berpirsyariyê rabin.”

HÊVÎ TÊRÊ NAKE, PÊWÎSTÎ BI RÊXISTINIYÊ HEYE

Gulser Yildirim destnîşan kir ku ji bo kevneşopiyeke hevpar, jiyaneke hevpar û zemîna azadiyê ya Kurdan pêwîstî bi têkoşînê heye û got, “Em bi hêvî ne, lê belê hêvî têrê nake. Divê rêxistinî, kar û yekîtî bê mezinkirin. Jin pêşengê vê pêvajoyê ne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Înîsiyatîfa li Iraqê piştgirî da kampanya hevdîtina bi Rêber Apo re
Nûçeya Pişt re Li Kabûlê gefa mirinê li xebatkarên jin ên NY’ê tê xwarin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyên şehîdan hatin veşartin

Cenazeyên şervanên QSD’ê Hemze, Xalid û Cesar ên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mêrdînê gelek kes hatin binçavkirin

Li gelek navçeyên Mêrdînê polîsên Tirk avêtin ser gelek malan û gelek kes binçav kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

MAK: Çalakiyên me yê ji bo pîrozkirina Cejna Vejînê didomin

MAK’ê, bi daxuyaniyekê ragihand ku wan bi wesîleya salvegera 46’emîn a damezrandina PKK’ê li Gever,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Amedê bi deh hezaran kes ji bo Rojava meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Kampanya îmzeyan: Mafên Kurdan divê bêne misogerkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Canan Demir: Li Kobanê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Fermandara YPJ’ê Viyan Efrîn: Bêyî YPJ’ê HSD nabe, ev têkoşîn xweparastina gel e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?