Li gorî daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, dewleta Tirk û çeteyên wê bi obusan bombe li gundên Ewn Dadat, Hoşeriyê û Toxarê yên kantonê barandin.
Dewleta Tirk û çeteyên wê her wiha bombe li gundê Hesacik, Werdiye, Hasîn, Xirnêta û Elî Qerê yên Kantona Efrîn-Şehbayê jî barandin.
Têkildarî êrîşên li ser herdû herêman agahiyên berfireh bi dest neketin.