În, 5 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gulîstan Koçyîgît: Ocalan lêgera xwe ya ji bo mitabeqeta siyasî anî ziman

    Ji aliyê Stêrk TV

    Egîtîm Sen: Di sala dawî de 85 zarokên karker mirin, bila MESEM bê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila girtiyê bi nexweşiya giran M. Saît Yildirim tavilê bê berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îlham Ehmed wê di konferansa Stenbolê de biaxive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerboranê merasîma sersaxiyê ya gerîla Elî Kaya hate ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozof Bourg: Divê gavên qanûnî û zagonî bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Protestoyên navçeya Xebatê dîsa destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêber Apo dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên li ser Elewî, Durzî û Xiristiyanan li Rihayê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rageşiya li gundê Lacanê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Konfransa Meclîsa Îştar a 14’emîn destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji girtiyên jin re her tişt ‘qedexe ye’: Heya mûcing jî tê desteserkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tora 8’ê Adarê: Di 11 mehên dawî de 53 jin li Başûr hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Ewropayê dê konferansek lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê jinan li ser dîroka felsefeyê nîqaş kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komunên jinên Kurd li Elmanyayê kampa sê rojan li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Suryan: Jin wê mîrateya me ya çandî bigihînin paşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji sala 2021’ê û vir ve bi çekên kîmyewî û qedexekirî êriş têne kirin
Kurdistan

Ji sala 2021’ê û vir ve bi çekên kîmyewî û qedexekirî êriş têne kirin

Ji sala 2021'ê û vir ve dewleta Tirk di çarçoveya konsepta 'Plana têkbirinê' de di nava 3 sal û 4 mehan de 5 hezar û 45 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî êrîşî gerîla kir. Êrîş hîn jî dewam dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Ev dora 40 sal in li çiyayên Kurdistanê bi pêşengiya gerîla li dijî dewleta Tirk a qirker-faşîst û çeteyên wê berxwedaneke bêhempa tê kirin. Gerîla di vê berxwedanê de hem şerê xwe ya li dijî teknîka artêşa Tirk a bejahî û hewayî, gaza kîmyewî ya jehrî û teqemeniyên qedexekirî didomînin û hem jî, jiyana xwe bi rêxistin dike. Gerîla di nava deh salan de timî bi pêş ve diçe, timî xwe nû dike û her demê surprîzan pêk tîne. Dewleta Tirk, desthilatdariya şerê taybet a faşîst a AKP-MHP’ê û Erdogan di Sibata 2018’an de li Xakûrkê, salên 2019-2020 Heftanîn û di Sibata 2021’an de êrîşê Garê Başûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin. Di êrîşa Garê de bombe, teqemeniyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bikar anîn û qanûnên navneteweyî hatin binpêkirin. Li Garê hêzên gerîla yên HPG û YJA Starê li dijî êrîşan xwe bi rêxistin kirin û destûr nedan ku artêşa Tirk serweriya xwe li herêmê pêk bîne.

Ji ber vê yekê jî artêşa Tirk gaza kîmyewî ya jehrî û madeyên teqemeniyê yên qedexekirî bi kar anî û xwe ji herêmê vekişand. Bikaranîna çekên kîmyewî ne nîşaneyeke hêzê ye, berovajî derûniya têkçûyiyan e. Piştî 2 mehan artêşa Tirk li dijî Zap, Metîna û Avaşînê dest bi êrîşê kir. Dewleta Tirk bikaranîna gazên kîmyewî yên jehrî, madeyên teqemenî û bombeyên qedexekirî, ku ji aliyê qanûnên navneteweyî ve qedexe ye didomîne. Tevî ku ev gazên kîmyewî yên jehrî û teqemeniyên qedexekirî ku artêşa Tirk a dagirker bi kar tîne, pratîkeke binpêkirin û binpêkirina qanûnên navneteweyî û pêkanîna sûcên şer e jî, saziyên navneteweyî çavên xwe li vê rewşê digirin. Ji ber ku desteka NATO’yê heye ku dewleta Tirk sûcekî wiha didomîne. Ji ber ku têkiliyên saziyên navneteweyî bi NATO’yê re jî baş tê zanîn.

Ji ber ku saziyên navneteweyî çavê xwe ji vê rewşê re girtin û bêdeng man, artêşa Tirk a dagirker bi gaza kîmyewî ya jehrî û teqemeniyên qedexe konsepteke nû ya êrîşê amade kiriye. Artêşa Tirk di dîrokên cuda yên berê de jî li cihên cuda li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar aniye. Lê belê artêşa Tirk a dagirker ji sala 2021’an û vir ve bi çekên kîmyewî yên jehrî û madeyên teqemeniyê yên qedexekirî êrîşên xwe sîstematîze kiriye. Di nava 4 salên dawî de hêzên gerîla hem ji aliyê dîtbarî hem jî bi belgeyên nivîskî, li cih û demên cuda bikaranîna madeyên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî yên artêşa Tirk bi raya giştî ya Kurdistan û cîhanê re parve kirin.

Em çekên kîmyewî yên jehrî û teqemeniyên qedexekirî yên ku artêşa Tirk a dagirker di nava çar salên dawî de bi kar anîn, lêkolîn bikin.

2021: ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER 256 CARAN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ Û TEQEMENIYÊN QEDEXEKIRÎ ÊRÎŞÎ GERÎLA KIR

Artêşa Tirk a dagirker li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li herêmên Garê/Siyanê, Zap, Avaşîn û Matîna bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî yên ku li qada navneteweyî qedexene bi kar aniye û hê jî bi kar tîne. Artêşa Tirk di nava salê de li dijî herêma Siyanê ya Garê, Zendûra yê girêdayî Metîna, Mamreşo, Girê Sor, Aris Faris, Girê Kartal û Werxelê yên Avaşînê 256 car bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî yên jehrî bikar anîn.

2022: DEWLETA TIRK 3 HEZAR Û 280 CARÎ GAZÊN KÎMYEWÎ YÊN JEHRÎ Û TEQEMENIYÊN QEDEXEKIRÎ BI KAR ANÎ

Êrîşên berfireh ên artêşa Tirk a dagirker di sala 2022’yan de jî li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybetî Zap, Avaşîn û Metîna, dewam kirin. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê digot wê Zap, Avaşîn û Metînayê di nava 2-3 hefteyan de dagir bike. Du sal li ser gotina wan derbas bû. Tevî ku bi teknolojiya şer a herî modern, bombe û çekên kîmyewî yên qedexekirî bikar anîn û desteka PDK’ê jî girt, nekarî armanc û planên xwe pêk bîne. Li ser vî esasî di sala 2022’yan de artêşa Tirk a dagirker bi giştî 3 hezar û 280 caran bi gazên jehrî, çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî êrîşî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê kir.

2023: TEVÎ BIRYARA BÊÇALAKÎTIYÊ JÎ BI ÇEKÊN QEDEXE Û KÎMYEWÎ 1047 CARAN ÊRÎŞ HATE KIRIN

Dewleta Tirk a dagirker bi wesîleya sed saliya Komara xwe ya bingeha wê li ser tunebûna gelên Anatolyayê û gelê Kurd ava kiriye bi motîvasyoneke cuda êrîşên xwe yên dagirkeriyê domandiye, lê belê ev yek jî  di demeke kurt de li hemberî gerîla têk çûye. Hemû êrîşên artêşa Tirk a dagirker yên di sala 2023’yan de têk çûne. Ji ber erdheja 6’ê Sibatê ya li Tirkiye û Kurdistanê, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê  tevî êrîşên di 9’ê Sibatê de jî ragihandibû ku biryara bêçalaktiyê dane. Tevî vê biryarê jî artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe nedan sekinandin û li hemberî gerîla bi gaza kimyewî û teqemeniyên qedexe êrîşên xwe berdewam kir. Artêşa Tirk di sala 2023’yan de 1047 caran bi gaza kimyewî û teqemeniyên qedexe êrîşî  gerîla kir.

2024: DI 5 MEHÊN EWIL DE 351 CARAN TEQEMENIYÊN KÎMYEWÎ Û QEDEXE HATINE BIKARANÎN

Di 5 mehên ewil yên sala 2024’an de artêşa Tirk bi gaza kîmyewî  û teqemeniyên qedexe êrîşên xwe domandin. HPG BÎM her roj têkildarî van êrîşan daxuyaniyan dide û derbarê rewşa şerî û êrîşan de jî her meh daxuyaniyan bi raya giştî re parve dike. Girêdayî vê yekê; Di 5 mehên ewil yên sala 2024’an de artêşa Tirk 351 caran bi gaza kimyewî û teqemeniyên qedexe êrîş biriye ser gerîla. Artêşa Tirk di di nava 3 û 4 mehan de di êrîşên xwe yên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê de bi giştî 5 hezar û 45 caran gaza kîmyewî û teqemeniyên qedexe bi kar anîye. HPG BÎM’ê di daxuyaniyên xwe yên di meha Xizîranê de ragihandiye ku artêşa Tirk bi bi taybetî li herêma Berxwedanê ya Girê FM li hemberî gerîlayan gaza kimyewî û teqemeniyên qedexe bi kar anîye.

Di ser êrîşa artêşa Tirk a li ser Qada Siyane ya li herêma Garê ya di Sibata 2021’an de 3 sal û 4 meh derbas bûne. Girêdayî vê yekê tevî ku dewleta Tirk bi çapemeniya xwe ya şerê taybet û psîkolojîk her roj tiştekî nû peyda kiriye û ji raya giştî ya Tirkiye û cîhanê re propagandaya wan kiriye jî Erdogan û rejîma faşîst a AKP û MHP’ê  tevî ku negiştine armanca xwe plan û armancên wan ên nû jî bi tenê di gotinê de dimînin. Li hemberî vê yekê Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di Newroza 2024’an de bi surprîzeke mezin belge û dîmenên  daxistina ÎHA û SÎHA’yan bi davuyaniyekê bi cîhanê re ragihandiye. Piştî vê daxuyaniyê rewş weke ku wê awayê şer û êrîşan biguhere, tê nirxandin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Rihayê cerdevanan bi piştgiriya jendermeyan dest danîn ser zeviyên gundiyan
Nûçeya Pişt re Li Erîvanê di çalakiya şermezarkirinê de bi dehan kes birîndar bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

JXK’ê li Berlînê çalakiya 25’ê Mijdarê li dar xist

Jinên Xwendekar ên Kurdistan ên li Berlînê bi armanca piştevaniya kampanyaya KJAR’ê ya li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Komîsyon divê aqûbeta yên bi zorê hatine windakirin, derxîne holê’

ÎHD û xizmên windayan di çalakiyên li Amed, Êlih û Colemêrgê de bang li komisyona…

Ji aliyê Stêrk TV

Cemîl Bayik: Rojeva me ya sereke azadiya Rêber Apo ye

Cemîl Bayik got, “Rojeva me ya sereke ew e ku Rêber Apo bikare di şert…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Protestoyên navçeya Xebatê dîsa destpê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêber Apo dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Êrişên li ser Elewî, Durzî û Xiristiyanan li Rihayê hate şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rageşiya li gundê Lacanê dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?